Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Baxşandin

Baxşandin

Yehowa baxşandinêda çiqas merd e?

Zb. 86:5; Dn. 9:9; Mx. 7:18

Usa jî binihêrin 2 Pt. 3:9

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Zb. 78:40, 41; 106:36-46—Rast e, Îsraêliya gelek car dilê Yehowa dêşandin, lê yeke Yehowa dîsa û dîsa dibaxşande wan

    • Lq. 15:11-32—Îsa da kifşê ku Yehowa hazir e bi merdanî bibaxşîne, gava mesela bavekî dilrem anî, ku baxşande kurê xwe, kîjan ku gune kiribû, lê paşê gunê xwe tobe kir

Yehowa gunê me ser hîmê çi dibaxşîne me?

Yn. 1:29; Ef. 1:7; 1 Yn. 2:1, 2

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îbr. 9:22-28—Pawlosê şandî got, ku Yehowa dikare bibaxşîne me, çimkî Îsa emirê xwe ça qurban bona me berva da

    • Ent. 7:9, 10, 14, 15—Yûhennayê şandî got, ku Xwedê baxşande elaleta mezin, çimkî wana baweriya xwe qurbana Îsa Mesîh anî

Hergê em dixwazin wekî Yehowa bibaxşîne me, em gerekê çawa bin hindava wan meriva, yên ku himberî me gune dikin?

Mt. 6:14, 15; Mk. 11:25; Lq. 17:3, 4; Aqb. 2:13

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îb. 42:7-10—Pêşiya ku Yehowa Îbo qenc kira û kerem kira, Ewî jêra got ku pêşiyê ew bona sê hevalên xwe dua bike, yên ku miqabilî wî derketin

    • Mt. 18:21-35—Îsa serhatî gilî kir, kîjan dide kifşê, ku hergê em dixwazin wekî Yehowa bibaxşîne me, em jî gerekê bibaxşînine meriva

Çira ferz e gunê xwe bidine rûyê xwe û tobe bikin?

Kr.Şn. 3:19; 26:20; 1 Yn. 1:8-10

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Zb. 32:1-5; 51:1, 2, 16, 17—Ji bo gunê giran Dawid Padşa xwe gelek dilşkestî texmîn dikir, û ewî bi temamiya dil gunê xwe da rûyê xwe

    • Aqb. 5:14-16—Aqûb got ku hergê me gunê giran kiriye, em gerekê herin cem rûspiya

Hergê em dixwazin wekî Yehowa bibaxşîne me, em gerekê çi guhastina bikin?

Mtl. 28:13; Îş. 55:7; Ef. 4:28

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 21:27-29; 2 Dr. 18:18-22, 33, 34; 19:1, 2—Çaxê Ahab Padşa pêhesiya ku Yehowa wê lê ceza ke, ew gelek dilteng bû, lê ewî neda kifşê wekî bi temamî kirên xweye xirab tobe kiriye, lema jî Yehowa nebaxşande wî û lê ceza kir

    • 2 Dr. 33:1-16—Minaşe Padşa yekî gelek zulm bû, lê çaxê ewî gunê xwe bi temamî da rûyê xwe, Yehowa baxşande wî. Minaşe da kifşê wekî ewî bi rastî kirên xweye xirab tobe kiriye, gava nehîşt wekî Îsraêlî xudanên qelpra xizmet kin, û alî wan kir Yehowara xizmet kin

Gava em gunê xwe didine rûyê xwe, gelo Yehowa bi temamî dibaxşîne me?

Zb. 103:10-14; Îş. 1:18; 38:17; Yêr. 31:34; Mx. 7:19

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • 2 Sm. 12:13; 24:1; 1 Pd. 9:4, 5—Rast e Dawid gunê giran kir, lê ewî bi temamî gunê xwe da rûyê xwe, lema jî Yehowa baxşande wî û ça merivekî rast hesab kir

Ça Îsa baxşandinêda bi temamî çev dida Yehowa?

Zb. 86:5; Lq. 23:33, 34

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mt. 26:36, 40, 41—Peyçûyên Îsaye lapî nêzîk xewra çûn, gava ew gelek hewcê alîkariya wan bû, lê Îsa fem dikir ku ewana gelek westiyayî ne

    • Mt. 26:69-75; Lq. 24:33, 34; Kr.Şn. 2:37-41—Petrûs sê cara got ku ew Îsa nas nake, lê Îsa baxşande wî, çimkî ewî gunê xwe da rûyê xwe. Îsa şexsî xwe nîşanî Petrûs kir û paşê cabdarîke mezin da wî, ku ew bona civata xem bike

Em ji ku zanin, wekî Yehowa wê nebaxşîne her kesî?

Mt. 12:31; Îbr. 10:26, 27; 1 Yn. 5:16, 17

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mt. 23:29-33—Îsa digot ku qanûnzan û Fêrisî wê bêne avîtinê Gêhênayê, dêmek bi temamî bêne qirkirinê

    • Yn. 17:12; Mk. 14:21—Çira Îsa ser Cihûda Îsxeryotî got “yê mirinêra dayî”, û got ku diha baş e wekî ew nehata bûyînê

Çi dikare alî me bike, ku em bibaxşînine meriva?

Lq. 17:3, 4; 1 Kr. 13:4, 5; Ef. 4:32; 5:1; Kl. 3:13