Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dil

Dil

Kitêba Pîroz ça dide kifşê, ku dilê sîmbolîk tê hesabê meriv dilda yekî çawa ne, çi ku bi fikir, nêt, hunur û hestên wî tê kifşê?

Zb. 49:3; Mtl. 16:9; Lq. 5:22; Kr.Şn. 2:26

Usa jî binihêrin Qn.Dc. 15:7; Zb. 19:8

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Lq. 9:46-48—Îsa şagirtên xwe şîret kir, çaxê dilê wanda dît, ku ewana dixwazin ji hevdu çêtir bin

Çira ferz e miqatî dilê xwe bin?

1 Dr. 28:9; Mtl. 4:23; Yêr. 17:9

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 6:5-7—Nêt û fikirên dilê hemû meriva xirab bûn û wana zulmî dikir, lema jî Xwedê Tofan anî ser temamiya erdê

    • 1 Pd. 11:1-10—Silêman Padşa dilê xwe nebû xweyî û ji bo vê yekê ewî jinên xerîb stand û wana dilê wî ji Yehowa dûr xist

    • Mk. 7:18-23—Îsa şirovekir, wekî hemû xwestinên nerast ji dil tên û me berbi kirên nerast dibin, yên ku ber çevê Xwedê reş in

Em ça dikarin dilê xwe xwey kin?

Zb. 19:14; Mtl. 3:3-6; Lq. 21:34; Flp. 4:8

Usa jî binihêrin Ez. 7:8-10; Zb. 119:11

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Ef. 6:14-18; 1 Ts. 5:8—Çaxê Pawlos derheqa çekên ruhanî digot, ewî şirovekir ku heqî, bawerî û hezkirin dikarin dilê meyî sîmbolîk xwey kin, çawa ku mertal dilê esker xwey dike

Em ça dikarin têderxin, hela dilê meyî sîmbolîkda xirabî heye yan na?

Mtl. 21:2-4; Îbr. 3:12

Usa jî binihêrin Mtl. 6:12-14

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 25:1, 2, 17-27—Wextekî Amatsya Padşa tiştên usa dikir, çi ku ber çevê Xwedê rast bû, lê paşê ew qure bû û îda gura Yehowa nedikir, ji bo çi jî gelek derd kişand

    • Mt. 7:17-20—Mesela ku Îsa anî, dide kifşê, wekî çawa ku dara xirab berê xirab dide, usa jî kirên xirab didine kifşê, ku dilê meriv xirab e

Çira em gerekê dilê xwe bibine xweyî û ça em dikarin vê yekê bikin?

Mtl. 10:8; 15:28; Lq. 6:45

Usa jî binihêrin Zb. 119:97, 104; Rm. 12:9-16; 1 Tîm. 1:5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 20:1-6—Çaxê Hizqiya Padşa ber mirinê bû, ewî ji Yehowa lava dikir, wekî rema xwe jêra bide kifşê, çimkî ewî bi aminî û bi temamiya dilê xwe Wîra xizmet dikir

    • Mt. 21:28-32—Îsa bi meselê şirovekir, wekî ne ku giliyên meriv, lê kirên wî didine kifşê, ku dilda ew yekî çawa ne

Zanebûna vê yekê ku Yehowa dila divîne, çira dilê me rihet dike?

1 Dr. 28:9; Yêr. 17:10

Usa jî binihêrin 1 Sm. 2:3

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 16:1-13—Samûyêl pêxember fem kir, wekî Yehowa dîna xwe dide ne ku reng-rûyê meriva, lê dilê wan

    • 2 Dr. 6:28-31—Ji duayê Silêman wedê tesmîlkirina paristgeha Yehowa tê kifşê, wekî Xwedê bi temamî zane ku çi dilê meda ne, û lema jî Ew dikare bi cûrê lapî baş alî me bike