Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Şkestîbûn

Şkestîbûn

Yehowa hindava merivên şkestî û merivên babax çawa ne?

Zb. 138:6; Mtl. 15:25; 16:18, 19; 22:4; 1 Pt. 5:5

Usa jî binihêrin Mtl. 29:23; Îş. 2:11, 12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 26:3-5, 16-21—Ûziya Padşa kubar-babax bû û Qanûna Xwedê teriband. Gava jêra gotin ku ew neheq e, ew gelek hêrs ket, lema jî Xwedê wî bi kotîbûnê ceza kir

    • Lq. 18:9-14—Îsa mesele anî û da kifşê, wekî Yehowa ça dinihêre ser duayên merivên babax û merivên şkestî

Yehowa çawa ne hindava wî merivî, yê ku şkestî ye û bi dil û can gunê xwe tobe dike?

2 Dr. 7:13, 14; Zb. 51:2-4, 17

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 12:5-7—Rehobowam Padşa û serokên Cihûya xwe ber Yehowa nimiz kirin û lema jî Ewî wana qir nekir

    • 2 Dr. 32:24-26—Hizqiya Padşa kubar-babax bû, lê wext şûnda ewî xwe nimiz kir û Yehowa baxşande wî

Çawa şkestîbûn dikare alî me bike, ku heleqetiya xwe tevî meriva baş kin?

Ef. 4:1, 2; Flp. 2:3; Kl. 3:12, 13

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 33:3, 4—Esaw gelek ser birê xwe Aqûb hêrs ketibû, lê Aqûb milûktî da kifşê gava rastî wî hat, û bi saya vê yekê orta wanda edilayî pêşda hat

    • Hkm. 8:1-3—Gîdeon bi milûktî Efrayîmî ser xwera girt, bi saya vê yekê hêrsa wan danî û dew-doza orta wanda seqirî

Îsa Mesîh ça da kifşê, ku em gerekê şkestî bin?

Mt. 18:1-5; 23:11, 12; Mk. 10:41-45

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îş. 53:7; Flp. 2:7, 8—Ça hatibû pêxembertîkirinê, Îsa bi milûktî hazir bû bê ser erdê, derd bikişîne û bimire

    • Lq. 14:7-11—Gava Îsa besa derecekê kir, ku ser dewatê dikaribû biqewimiya, ewî şirovekir wekî şkestîbûn çi karê dikare pêşda bîne

    • Yn. 13:3-17—Ça edet, xulama nigê mêvana dişûşt, lê Îsa xwexa nigê şagirtên xwe şûşt û bi vê yekê mesele hîşt, ku çiqas ferz e şkestî bin

Nihêrandina rast hindava xwe û merivên din, ça alî me dike şkestî bin?

Rm. 12:3, 16; 1 Kr. 4:7; Flp. 2:3, 4

Çira gava meriv xwe rûva dide kifşê, wekî ew şkestî ye, kara vê yekê tune ye?

Mt. 6:16-18; Kl. 2:18, 23