Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Perehezî

Perehezî

Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ne rast e pera û hebûkê qazanc kin?

Wz. 7:12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 3:11-14—Yehowa hebûka mezin da Silêman Padşa, çimkî ew yekî milûk bû

    • Îb. 1:1-3, 8-10—Raste e Îbo merivekî gelek dewletî bû, lê heleqetiya wî tevî Yehowa bona wî here ferz bû

Çira hebûk û pere nikarin şabûna rast mera bînin?

Mtl. 23:4, 5; Wz. 2:18, 19; 5:10, 12

Çiçax hebûk nikare karê bide me?

Zb. 49:6, 7, 9, 10; Mt. 16:26

Perehezî kîjan ziyaneke here mezin dikare bide me?

Qn.Dc. 6:10-12; Mt. 6:24; 1 Tîm. 6:9, 10

Çawa hebûk dikare me bixalifîne?

Mtl. 11:4, 18, 28; 18:11; Mt. 13:22

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 8:18-24—Şimhûn difikirî, ku ew dikare bi saya pera civatêda cabdariya qazanc ke

Em ji bo pereheziyê çi dikarin unda kin?

Mt. 6:19-21; Lq. 17:31, 32

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mk. 10:17-23—Xortekî cahil, yê ku xweyê hebûka mezin bû, usa qewî hebûka xweva hatibû girêdanê, ku qedirekî mezin ji destê xwe berda, wekî bibe şagirtê Îsa

    • 1 Tîm. 6:17-19—Pawlosê şandî gote Mesîhiyên dewlemend, ku kubar-babax nebin, çimkî ji bo vê yekê wana dikaribû qebûlkirina Xwedê unda kira

Ça perehezî dikare baweriya me sist ke û bibe sebeb, ku em qebûlkirina Xwedê unda kin?

Qn.Dc. 8:10-14; Mtl. 28:20; 1 Yn. 2:15-17

Usa jî binihêrin Zb. 52:6, 7; Am. 3:12, 15; 6:4-8

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îb. 31:24, 25, 28—Îbo zelal fem dikir, wekî nerast e îtbariya xwe hebûkê bînin, çimkî ev yek wê bihata hesabê, ku meriv îtbariya xwe Xwedê nayne

    • Lq. 12:15-21—Îsa mesela merivekî anî, yê ku xwera hebûk qazanc dikir, lê ber çevê Xwedê dewlemend nîbû. Usa Îsa da kifşê, wekî perehezî gelek xof e

Em ça dikarin razî bin ji vê yekê, çi ku cem me heye?

Mtl. 30:8, 9; 1 Tîm. 6:6-8; Îbr. 13:5

Çi ji hebûkê çêtir e û çira?

Mtl. 3:11, 13-18; 10:22; Mt. 6:19-21

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Hg. 1:3-11—Yehowa bi saya Hagay pêxember got, ku Ew xizmetkarên xwe aliyê matêrîalîda jî kerem nake, çimkî wana ne ku paristgeh ava dikirin, lê ketibûne heyra avakirina malên xwe û rihetiya xwe

    • Ent. 3:14-19—Îsa civata Lawdikyayê da şermê, çimkî seva wan hebûk diha ferz bû, ne ku xizmetiya Xwedê

Çira em dikarin bawer bin, wekî Yehowa dikare aliyê matêriyalîda hemû hewcên me razî ke?

Zb. 37:25; Mtl. 3:9, 10; Mt. 6:25-33