Dilremî
Çi tê hesabê dilremî?
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Zb. 51:1, 2—Dawid Padşa ji Yehowa lava dikir, ku dilremiyê hindava wîda bide kifşê û gunê wî bibaxşîne
-
Lq. 10:29-37—Îsa bi saya meteloka derheqa Sameriyê dilrem, yê ku qencî û dilşewatî hindava mêrekî Cihû da kifşê, alî me dike fem kin, ku çawa dilremiyê bidine kifşê
-
Çira her kes hewcê dilremiyê ye?
Zb. 130:3; Wz. 7:20; 1 Yn. 1:8
Usa jî binihêrin 1 Pd. 8:46-50
Em ji ku zanin wekî Yehowa dilrem e?
Drk. 34:6; Nm. 9:17; Zb. 103:8; 2 Kr. 1:3
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Îb. 42:1, 2, 6-10; Aqb. 5:11—Yehowa dilremiya xwe Îbora da kifşê û lê hîn kir, ku ew jî yekî dilrem be
-
Lq. 15:11-32—Îsa seva ku bide kifşê, wekî Yehowa yekî çiqas dilrem e, mesela bavekî dilrem anî, kîjanî baxşande kurê xwe, yê ku gunê xwe tobe kir
-
Çira Yehowa hindava meda dilremiyê dide kifşê?
Rm. 5:8; 1 Yn. 4:9, 10
Usa jî binihêrin Tît. 3:4, 5
Ça qurbana Mesîh alî me dike baxşandina guna bistînin?
Lq. 24:47; Kr.Şn. 10:43; 1 Yn. 1:7, 9
Çira em gerekê ji Xwedê lava kin, ku hindava meda dilrem be û timê bona vê yekê razî bin?
Lq. 11:2-4; Îbr. 4:16
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Zb. 51:1-4—Dawid Padşa ji bo gunê xwe gelek dilteng bibû û ji Yehowa lava dikir, ku hindava wîda dilrem be
-
Lq. 18:9-14—Îsa mesele anî, wekî bide kifşê, ku Yehowa hindava wan merivada dilrem e, kê ku milûk e û gunê xwe dide rûyê xwe
-
Ça hela hê ew meriv jî, yên ku gunê giran kirine, dikarin bawer bin, ku wê baxşandinê bistînin?
Qn.Dc. 4:29-31; Îş. 55:7
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
2 Dr. 33:9-13, 15—Minaşe Padşakî gelek zulm bû, lê ewî gunê xwe da rûyê xwe û ji Yehowa lava kir, wekî hindava wîda dilrem be. Ew dîsa bû padşa û bi kirên xwe îzbat kir, ku bi temamî hatiye guhastinê
-
Ûn. 3:4-10—Bineliyên Neynowayê merivne zulim bûn û gelek xûn dirêtin, lê wana gunên xwe dane rûyên xwe û Xwedê hindava wanda dilremî da kifşê
-
Çira seva ku Yehowa hindava meda dilrem be, em gerekê gunên xwe bidine rûyê xwe û bêne guhastinê?
Zb. 32:5; Mtl. 28:13; 1 Yn. 1:9
Rast e Yehowa hindava meda dilremiyê dide kifşê, lê ev nayê hesabê, ku emê bi temamî ji axiriya kirên xweye xirab xilaz bin
Drk. 34:6, 7; 2 Sm. 12:9-13
Çira em gerekê dilrem bin?
Hergê em hindava merivada dilrem nîbin, ev yek ça dikare ser heleqetiya me tevî Yehowa hukum ke?
Usa jî binihêrin Mtl. 21:13
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mt. 18:23-35—Îsa bi meselê nîşan kir, ku hergê em hindava merivada dilrem nîbin, Yehowa jî wê hindava meda dilrem nîbe
-
Lq. 10:29-37—Îsa mesele anî ku bide kifşê, wekî Yehowa û wî xweş nayê çaxê meriv dilrem nînin, lê ewana gelek wan merivara şa dibin, yên ku çev didine Sameriyê dilrem
-
Yehowa hindava merivên dilrem çawa ne?