Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Guhdarîbûn

Guhdarîbûn

Çira gelek ferz e guhdar bin?

Drk. 19:5; Qn.Dc. 10:12, 13; Wz. 12:13; Aqb. 1:22

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 15:17-23—Samûyêl pêxember Şawûl Padşa sûcdar kir, çimkî ewî gura Yehowa nekir. Paşê Samûyêl dîna wî da ser vê yekê, ku çiqas ferz e guhdar bin

    • Îbr. 5:7-10—Rast e Îsa timê gura Bavê xwe dikir, lê gava ew ser erdê bû, dîsa jî wîra lazim bû guhdar be, çaxê meriv hindava wîda sert û bêrem bûn

Mesîhî gerekê çi bike, çaxê serwêrên dewletê ji wî dewa dikin, wekî normên Xwedê biteribîne?

Kr.Şn. 5:29

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dn. 3:13-18—Rast e sê xortên Îbranî dikaribûn bihatana kuştinê, yeke ewana Xwedêra amin man û înkar kirin serê xwe ber heykel daynin, kîjan ku Nebûkedneser Padşa danîbû

    • Mt. 22:15-22—Îsa got, ku peyçûyên wî gerekê gura serwêrên dewletê bikin, hergê ev yek miqabilî normên Yehowa nîne

    • Kr.Şn. 4:18-31—Rast e serwêrên dewletê qedexe dikirin, wekî şandî mizgîniyê bela kin, dîsa jî wana berdewam dikir bi mêrxasî evî şixulî bikin

Em gerekê çi bikin wekî timê gura Yehowa bikin?

Qn.Dc. 6:1-5; Zb. 112:1; 1 Yn. 5:2, 3

Usa jî binihêrin Zb. 119:11, 112; Rm. 6:17

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Ez. 7:7-10—Kahînê amin, Ezra, dilê xwe hazir kir, wekî gura Qanûna Xwedê bike û vê yekê meriva jî hîn ke

    • Yn. 14:31—Îsa şirovekir, ku çira ew timê vê yekê dike, çi ku Bav jêra dibêje

Çi gerekê me hêlan ke gura Yehowa û Îsa bikin?

Yn. 14:21; 1 Yn. 2:5; 2 Yn. 6

Guhdarîbûn ça baweriyêva girêdayî ye?

Rm. 1:5; 10:16, 17; Aqb. 2:20-23

Usa jî binihêrin Qn.Dc. 9:23

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 6:9-22; Îbr. 11:7—Baweriya Nuh vê yekêda eyan bû, ku ewî gemî hema usa ava kir, çawa Yehowa temî dabû wî

    • Îbr. 11:8, 9, 17—Baweriya Birahîm vê yekêda hate kifşê, ku ewî ne tenê gura Xwedê kir û ji şeherê Ûrê derket, lê usa jî hazir bû kurê xweyî tayê tenê bike qurban

Yehowa çi soz dide wan meriva, yên ku gura wî dikin?

Yêr. 7:23; Mt. 7:21; 1 Yn. 3:22

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Qn.Kh. 26:3-6—Yehowa soz dide, ku wê wan meriva kerem ke û bibe xweyî, yên ku gura wî dikin

    • Jm. 13:30, 31; 14:22-24—Kaleb merivekî guhdar bû, lema jî Yehowa wî kerem kir

Çi dikare biqewime hergê em neguhdar bin?

Rm. 5:19; 2 Ts. 1:8, 9

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 2:16, 17; 3:17-19—Adem û Hêwayê gura Yehowa nekirin, lema jî wana erdê Cinetê, bêqisûrtî û mecala emirê heta-hetayê unda kirin

    • Qn.Dc. 18:18, 19; Kr.Şn. 3:12, 18, 22, 23—Yehowa pêşda got, ku wê Pêxemberekî ji Mûsa girîngtir bê, û merivên ku gura wî nekin, wê bêne cezakirinê

    • Chd. 6, 7—Melekên raber û bineliyên Sodom û Gomorayê gura Yehowa nekirin û hêrsa Wî ser xweda anîn

Çira em gerekê gura Îsa Mesîh bikin?

Dsp. 49:10; Mt. 28:18

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Yn. 12:46-48; 14:24—Îsa şirovekir, wekî ewên ku gura wî nakin, wê dîwana wan bê kirinê

Çira Mesîhî gerekê gura rûspiya bikin?

Îbr. 13:17

Çira jin gerekê gura mêrê xwe bike?

1 Kr. 11:3; Ef. 5:22, 24; Kl. 3:18; Tît. 2:4, 5; 1 Pt. 3:1-6

Çira zar gerekê gura dê-bava bikin?

Mtl. 23:22; Ef. 6:1; Kl. 3:20

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 37:3, 4, 8, 11-13, 18—Rast e birên Ûsiv ew nefret dikirin, lê dîsa jî ew çû serîkî wan xe, çimkî gura bavê xwe kir

    • Lq. 2:51—Rast e Îsa yekî bêqisûr bû, ewî gura dê-bavê xweyî qisûrdar, Ûsiv û Meryemê dikir

Çira em gerekê hela hê hingê jî gura serwêrê xebatê bikin, gava tu kes me navîne?

Ef. 6:5; Kl. 3:22; 1 Pt. 2:18

Çira Mesîhî gura serwêrên dewletê dikin?

Rm. 13:1-6; Tît. 3:1; 1 Pt. 2:13, 14