Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Merivên Emirda Mezin

Merivên Emirda Mezin

Merivên emirda mezin rastî çi tên?

Zb. 71:9; 90:10

Usa jî binihêrin “Berdilî—Gelek meriv ji bo nexweşiyê yan jî emirê mezin, nikarin haqas tişt bikin, çiqas dixwazin

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Wz. 12:1-8—Silêman Padşa bi sîmbolîk derheqa nîşanên kalbûn-pîrbûnê şirovekir û usa jî derheqa sistbûna çevada (“yên ku pencerêra dinihêrin, wê nebînin, ÎM”) û sistbûna guhada (“wê dengê hemû keçên stirana nimiz bibin, ÎM”)

Rast e emirê mezinda meriv rastî cûre-cûre çetinaya tên, lê gelo dibe dîsa jî şabûnê xwey kin?

2 Kr. 4:16-18; Aqb. 1:2-4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 12:2, 23—Samûyêl pêxember yê ku emirda mezin bû, fem dikir wekî çiqas ferz e bona cimeta Yehowa dua kin

    • 2 Sm. 19:31-39—Dawid Padşa bona aminiya Barzîllayê emirda mezin, gelek razî bû û wî teglîf kir, wekî Orşelîmêda qesira Padşêda bijî. Barzîllay bi milûktî teglîfa wî înkar kir, çimkî fem dikir ku qidûmê wî îda tune ye

    • Zb. 71:9, 18—Dawid berxwe diket, ku çaxê ew emirda mezin be, wê îda kêrî Yehowa neyê. Lema jî ewî ji Yehowa lava dikir, wekî qewatê bide wî, ku bikaribe nisilên mayînra jî derheqa Wî gilî ke

    • Lq. 2:36-38—Yehowa Hanaya emirda mezin, ya ku jinebî bû, bona xizmetiya wêye amin kerem kir

Yehowa ça kesên emirda mezinra dide kifşê, ku ew wana qîmet dike?

Zb. 92:12-14; Mtl. 16:31; 20:29; Îş. 46:4; Tît. 2:2-5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 12:1-4—Çaxê Birahîm 75 salî bû, Yehowa cabdarîke usa da wî, kîjan ku emirê wî bi temamî guhast

    • Dn. 10:11, 19; 12:13—Çaxê Daniyêl 90 salî zêdetir bû, melek hate cem wî û got, ku ew bona Xwedê merivekî gelek qîmet e û axiriyêda ewê bona aminiya xwe bê xelatkirinê

    • Lq. 1:5-13—Zekerya û Êlîzabêt îda emirda mezin bûn, çaxê Yehowa wana kerem kir û kur da wan, navê kîjanî danîn Yûhenna

    • Lq. 2:25-35—Şimhûnê emirda mezinra qedirekî mezin hate dayînê. Yehowa mecal da wî pê çevê xwe vê zarê bivîne, yê ku wext şûnda bû Mesîh, û Şimhûn derheqa wî pêxembertî kir

    • Kr.Şn. 7:23, 30-36—Mûsa 80 salî bû, çaxê Yehowa wî kire rêberê cimeta Xwe, Îsraêl

Hindava merivên emirda mezin gerekê çawa bin?

Qn.Kh. 19:32; 1 Tîm. 5:1

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 45:9-11; 47:12—Ûsiv xem kir, wekî Aqûb, bavê wîyî emirda mezin, nêzîkî wî bijî û heta mirina wî, lê dibû xweyî

    • Rt. 1:14-17; 2:2, 17, 18, 23—Rût alî Nahomiyê, xasiya xweye emirda mezin dikir û bona wê xem dikir

    • Yn. 19:26, 27—Hela hê ser stûna cefê jî Îsa bona diya xwe difikirî û gote şagirtê xwe Yûhenna, wekî lê bibe xweyî

Em ça dikarin alî xûşk-birên emirda mezin bikin?

1 Tîm. 5:3-5, 8-10, 16; Aqb. 2:14-17