Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dê-Bav

Dê-Bav

Kîjan in hine menî, ku çira Yehowa zewac saz kiriye?

Dsp. 1:27, 28; 2:18, 20-24

Dê-bav gerekê hindava zarên xwe çawa bin?

Zb. 127:3-5; 128:3

Usa jî binihêrin “Zar; Cahil

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 33:4, 5—Aqûb zarên xwe hesab dikir ça kerema ji Yehowa

    • Drk. 1:15, 16, 22; 2:1-4; 6:20—Emram û Yokebedayêra Mûsa hate bûyînê û seva ku wî biparêzin, wana emirê xwe kire bin qeziyê

Kîjan cabdariya dê-bava heye?

Qn.Dc. 6:6, 7; 11:18, 19; Mtl. 22:6; 2 Kr. 12:14; 1 Tîm. 5:8

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 1:1-4—Elkana her sal tevî malbeta xwe bona cejinê diçû Şîloyê û ewî xem dikir, wekî zarên wî jî tevî wî herin û Yehowa bihebînin

    • Lq. 2:39, 41—Ûsiv tevî Meryemê bona Cejina Derbazbûnê ji Nisretê diçûne Orşelîmê û zarên xwe jî tevî xwe dibirin

Çira wê baş be zara hîn kin, wekî gura Yehowa bikin?

Mtl. 1:8, 9; 22:6

Usa jî binihêrin 2 Tîm. 3:14, 15

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 2:18-21, 26; 3:19—Dê-bavê Samûyêl wî birine Konê Pîroz, wekî ew wêderê xizmet ke. Ewana timê serda diçûn û bona hewcên wî xem dikirin. Samûyêl gelek Yehowa hez dikir û bi aminî jêra xizmet dikir

    • Lq. 2:51, 52—Rast e dê-bavê Îsa merivne qisûrdar bûn, lê yeke ewî timê gura wan dikir

Dê-bav kîderê dikarin rêberiyê bivînin, wekî zarên xwe şîret kin?

Qn.Dc. 6:4-9; Ef. 6:4; 2 Tîm. 3:14-17

Usa jî binhêrin Zb. 127:1; Mtl. 16:3

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Hkm. 13:2-8—Çaxê Manoah û jina wî ji melek pêhesiyan ku wê kurek wanra bê bûyînê, ewî ji Yehowa pirsî, ku ça zara xwe mezin ke

    • Zb. 78:3-8—Yehowa dixwaze wekî dê-bav Nivîsarên Pîroz zarên xwe hîn kin

Hergê jî zar nava rastiyêda mezin bûye, çira dikare usa biqewime, ku ew nexwaze Yehowara xizmet ke?

Hz. 18:1-13, 20

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 6:1-5; Chd. 6—Rast e gelek melek bêhesab sal tevî Yehowa ser ezmana bûn, lê dîsa jî ewana bûne raber

    • 1 Sm. 8:1-3—Samûyêl pêxemberekî amin bû, lê kurên wî merivne nerast û qelp bûn

Dê-bav kengê gerekê destpêkin derheqa Yehowa zarên xwe hîn kin?

2 Tîm. 3:15

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Qn.Dc. 29:10-12, 29; 31:12; Ez. 10:1—Çaxê Îsraêlî gerekê top bûna, wekî derheqa Yehowa hîn bin, wana zarên xwe jî tevî xwe birin

    • Lq. 2:41-52—Çaxê Ûsiv û Meryem diçûne Orşelîmê ser Cejina Derbazbûnê, wana zarên xwe jî tevî xwe dibir, Îsa jî nav wanda bû

Kîjan meselên ji Kitêba Pîroz dikarin alî dê-bava bikin, wekî zarên xwe ji wan meriva biparêzin, yên ku dikarin ziyanê bidine wan?

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Drk. 19:4; Qn.Dc. 32:11, 12—Yehowa xwe beramberî teyrekî kir, kîjan ku cûcikên xwe ser perên xwe dibe, wana diparêze û xwey dike

    • Îş. 49:15—Yehowa soz daye, wekî wê hê zêde bona xizmetkarên xwe xem bike û wana biparêze, ne ku dayîka ku bona zara xweye virnî xem dike

    • Mt. 2:1-16—Çaxê Îsa biçûk bû, Mîrê-cina dixwest wî bikuşta, lema jî çend steyrnas şande cem Hêrodes Padşa. Lê Yehowa kurê xwe parast û gote Ûsiv wekî malbeta xwe hilde û here Misirê

    • Mt. 23:37—Îsa xwestina xwe ku cimeta Xwedê biparêze, beramberî vê yekê kir, ku çawa mirîşk cûcikên xwe bin perê xweda top dike, wekî cûcik ziyanê nestînin

Çira dê-bav gerekê zarên xwe aliyê nav-namûsiyêda şîret kin?

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Qn.Kh. 15:2, 3, 16, 18, 19; Qn.Dc. 31:10-13—Qanûna Mûsada eşkere pirsên derheqa heleqetiya sêksûalî dihate gotinê, û Yehowa dixwest, wekî wedê xwendina Qanûnê zar jî guh bidin

    • Zb. 139:13-16—Dawid pesinê Yehowa dida bona vê yekê, ku bedena meriv ça ecêbmayî hatiye çêkirinê û usa jî bona mecala zaranînê

    • Mtl. 2:10-15—Zanebûn û bîlanî, kîjan ku Yehowa dide, dikarin me ji merivên hêrs û bênamûs biparêzin

Çira ferz e bi hezkirinê zara şîret kin?

Mtl. 13:24; 29:17; Yêr. 30:11; Ef. 6:4

Usa jî binihêrin Zb. 25:8; 145:9; Kl. 3:21

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Zb. 32:1-5—Çaxê Yehowa Dawid ji bo gunê wî ceza kir, ew gelek dilteng bû, lê gava ew pêhesiya ku Yehowa dibaxşîne wan meriva, yên ku gunê xwe tobe dikin, dilê wî rihet bû

    • Ûn. 4:1-11—Ûnis pêxember bi hêrs û bêqedir tevî Yehowa xeber dida, lê Yehowa bi sebir û bi nermî wî da femkirinê, ku dilremiya rast çi tê hesabê

Çira dê-bavên ku zarên xwe hez dikin, cara wana ceza dikin?

Mtl. 3:11, 12; 13:24

Usa jî binihêrin Mtl. 15:32; Ent. 3:19