Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Peyketin

Peyketin

Çira Mesîhî gerekê ecêbmayî nemînin, gava rastî peyketina tên?

Çira wedê peyketina em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin?

Zb. 55:22; 2 Kr. 12:9, 10; 2 Tîm. 4:16-18; Îbr. 13:6

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 19:1-18—Çaxê pey Êlyas pêxember ketibûn, ewî Yehowara dua kir û derheqa hestên xwe jêra got. Xwedê ber dilê wîda hat û lê şidand

    • Kr.Şn. 7:9-15—Birên Ûsiv wî nefret dikirin, lê Yehowa timê kêleka wî bû, wî xwey dikir, û wext şûnda alî wî kir malbeta xwe ji birçîbûnê xilaz ke

Kîjan in hine cûrên peyketina?

Bêhurmetkirin

2 Dr. 36:16; Mt. 5:11; Kr.Şn. 19:9; 1 Pt. 4:4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 18:17-35—Rabşak, yê ku dewsa Padşê Asûrê xeber dida, Yehowa bêhurmet dikir û qerfên xwe cimeta Orşelîmê dikir

    • Lq. 22:63-65; 23:35-37—Çaxê dîwana Îsa dikirin û gerekê wî bikuştana, meriva qerfên xwe wî dikirin

Miqabilîbûna ji aliyê neferên malê

Çaxê me digirin û dîwana me dikin

Mt. 10:18; Mk. 1:14; Lq. 20:20; 21:12; Kr.Şn. 5:18; 8:3; Ent. 2:10

Ziyana fîzîkî

Mt. 27:29, 30; Yn. 19:1; Kr.Şn. 5:40; 16:22, 23; 2 Kr. 11:23-25

Hicûmkirina ji elaletê

Lq. 4:28, 29; Kr.Şn. 14:19; 17:5

Kuştin

Mt. 24:9; Kr.Şn. 12:1, 2

Mesîhî gerekê wedê peyketina ça xwe bidine kifşê?

Mt. 5:44; Kr.Şn. 16:25; 1 Kr. 4:12, 13; 1 Pt. 2:23

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 7:57–8:1—Komeke meriva hicûmî ser Steyfan kirin, nava kîjanada Şawûlê ji Tarsûsê bû. Wana destpêkir kevira bavêjine Steyfan, û pêşiya mirina xwe ewî ji Yehowa lava kir, wekî hindava wanda rem be

    • Kr.Şn. 16:22-34—Rast e, Pawlosê şandî dane ber şiva, avîtine kelê û nigên wî qeydada şidandin, dîsa jî ewî hindava serwêrê kelê qencî da kifşê, û bi saya vê yekê serwêrê kelê û malbeta wî bûne Mesîhî

Çi hate serê hine Mesîhiyên qirna yekê?

Kr.Şn. 7:52, 54, 60

Nihêrandina me ser peyketina gerekê çawa be?

Kr.Şn. 5:41; Flp. 1:27-29; Îbr. 11:24-26

Ça gumana me wedê peyketina alî me dike qewî bin?

Mt. 10:28, 29; Îbr. 11:35-40

Usa jî binihêrin Flp. 3:8, 10, 11; Ent. 2:10

Çira em gerekê îzinê nedin, wekî ji bo peyketina şerm kin, bitirsin yan jî dilteng bin û terka xizmetiyê bidin?

Zb. 56:1-4; Kr.Şn. 4:18-20; 2 Tîm. 1:8, 12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 32:1-22—Çaxê ordiya Sanherîb dixwest hicûmî ser Orşelîmê ke, Hizqiya Padşa alîkarî ji Yehowa xwest û cimet qewî kir, û Yehowa bona aminiyê, Hizqiya kerem kir

    • Îbr. 12:1-3—Kesên ku pey Îsa diketin, dixwestin wî bidana şermê, lê Îsa netirsiya û dilteng nebû

Kîjan tiştên baş dikarin biqewimin gava pey me dikevin?

Wedê peyketina, aminiya me dilê Yehowa şa dike û navê wî rûmet dike

1 Pt. 2:19, 20; 4:12-16

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îb. 1:6-22; 2:1-10—Rast e Îbo nizanibû wekî sebebê kul-derdên wî Mîrê-cina bû, lê dîsa jî ew Yehowara amin ma. Bi vî cûreyî Îbo pesinê Yehowa da û îzbat kir wekî Mîrê-cina derewîn e

    • Dn. 1:6, 7; 3:8-30—Hananya, Mîşaêl û Azarya (Şedrak, Meşak û Abednego) hazir bûn bimirin, ne ku nemamiya Yehowa bikin, û bi saya vê yekê Nebûkedneser Padşa qebûl kir, wekî Yehowa Xwedêyê Herî Jorin e

Bi saya peyketina gelek meriv dikarin derheqa Yehowa pêbihesin

Lq. 21:12, 13; Kr.Şn. 8:1, 4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 11:19-21—Mesîhiyên ku ji peyketina direviyan, berdewam dikirin ciyên mayîn mizgîniyê bela kin

    • Flp. 1:12, 13—Çaxê Pawlosê şandî kelêda bû, ew şa bû wekî mecala wî hebû gelekara şedetiyê bide

Wedê peyketina aminiya me dikare xûşk-bira qewî ke

Flp. 1:14; 2 Ts. 1:4

Heçî zef kê neheq e, gava xizmetkarên Yehowa rastî peyketina tên?

Yêr. 26:11; Mk. 3:6; Yn. 11:47, 48, 53; Kr.Şn. 25:1-3

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 19:24-29—Efesêda hine meriva pût çêdikirin, û difikirîn wekî ji bo Mizgîniya ku Mesîhî bela dikirin, ewana dikarin zirarê kevin, lema jî pey wan diketin

    • Gl. 1:13, 14—Pêşiya ku Pawlos (Şawûl) bibe Mesîhî, ewî usa bi xîret xwe li hînkirinên Cihûtî digirt, ku hindava peyçûyên Îsada bêrem bû û pey wan diket

Kê ye sebebê vê yekê ku pey cimeta Xwedê dikevin?

1 Pt. 5:8; Ent. 12:17