Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dua

Dua

Em ji ku zanin, wekî Yehowa duayên me dibihê û caba me dide?

Zb. 65:2; 145:18; 1 Yn. 5:14

Usa jî binihêrin Zb. 66:19; Kr.Şn. 10:31; Îbr. 5:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 18:36-38—Yehowa derbêra caba duayê Êlyas pêxember da, gava ser Çiyayê Karmelê orta wî û pêxemberên Baelda dew diçû, ku kê ye Xwedêyê rast

    • Mt. 7:7-11—Îsa em hêlan kirin, ku bi dil û can dua bikin û got, ku Bavê meyî Ezmana duayê me dibihê

Mesîhî gerekê kêra dua bikin?

Zb. 5:1, 2; 69:13; Mt. 6:9; Flp. 4:6

Bi navê kê em dua dikin?

Yehowa duayên kê dibihê?

Kr.Şn. 10:34, 35; 1 Pt. 3:12; 1 Yn. 3:22; 5:14

Yehowa duayên kê nabihê?

Mtl. 15:29; 28:9; Îş. 1:15; Mx. 3:4; Aqb. 4:3; 1 Pt. 3:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Yêş. 24:9, 10—Yehowa guh neda xwestina Bilam, çimkî ev yek ne li gora xwestina Wî bû

    • Îş. 1:15-17—Yehowa ne dixwest guh bide duayên cimeta xwe, çimkî ewana durû bûn û xûn dirêtin

Xilaziya duayên xwe em çi dibêjin û çira?

1 Dr. 16:36; Zb. 41:13; 72:19; 89:52; 1 Kr. 14:16

Gelo Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku em gerekê çi cûreyî dua kin?

1 Pd. 8:54; Mk. 11:25; Lq. 22:39, 41; Yn. 11:41

Usa jî binihêrin Ûn. 2:1

Xizmetkarên Yehowa derheqa çi dikarin dua bikin, gava bona hebandinê dicivin?

Kr.Şn. 4:23, 24; 12:5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Dr. 29:10-19—Paşî vê yekê, ku Îsraêliya gelek tişt bona avakirina paristgehê qurban kirin, Dawid Padşa ber elaletê Yehowara dua kir

    • Kr.Şn. 1:12-14—Şandiyên Îsa, dayîka wî, birên wî û jinên amin, Orşelîmêda oda jorinda top bibûn û dua dikirin

Çira gava em dua dikin, em gerekê dîna tu kesî nekişînin ser xwe û tu kesî ecêbmayî nekin?

Çira em gerekê pêşiya nanxwarinê dua bikin?

Mt. 14:19; Kr.Şn. 27:35; 1 Kr. 10:25, 26, 30, 31

Çira em gerekê timê berdewam kin Yehowara dua bikin?

Rm. 12:12; Ef. 6:18; 1 Ts. 5:17; 1 Pt. 4:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dn. 6:6-10—Hela hê bin xofa mirinêda jî Daniyêl berdewam dikir Yehowara dua bike

    • Lq. 18:1-8—Îsa mesela derheqa hakimekî nerast anî, yê ku xwestina jinebîkê anî sêrî, çimkî ewê gelek car ji wî lava dikir. Eva meteloka dide kifşê, wekî Yehowa timê hazir e caba duayên xizmetkarên xwe bide

Em gerekê çi bikin hergê dixwazin, ku Yehowa duayên me bibihê û bibaxşîne me?

2 Dr. 7:13, 14

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 22:11-13, 18-20—Yoşiya Padşa milûktî da kifşê û ser xwe dixebitî ku tiştên rast bike, lema jî Yehowa hindava wîda rem û qenc bû

    • 2 Dr. 33:10-13—Minaşe Padşa bi milûktî Yehowara dua kir, û Yehowa baxşande wî û lê vegerande ser textê padşatiyê

Yehowa çi ji me dewa dike, hergê em dixwazin, ku Ew bibaxşîne me?

Çira em gerekê duayên xweda bêjin, ku em dixwazin, wekî qirara Yehowa bê sêrî?

Çira duayên meda gerekê bê kifşê, ku em baweriya xwe Bavê xweyî ezmana tînin?

Mk. 11:24; Îbr. 6:10; Aqb. 1:5-7

Em derheqa çi dikarin dua bikin?

Derheqa pîrozkirina navê Xwedê

Wekî Padşatiya Wî bê, ya ku wê ser temamiya erdê serwêrtiyê bike

Wekî qirara Yehowa bê sêrî

Derheqa hewcên xwe

Wekî gunên me bibaxşîne

Dn. 9:19; Lq. 11:4

Wekî alî me bike cêribandinada şaş nebin

Razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê

Ef. 5:20; Flp. 4:6; 1 Ts. 5:17, 18

Wekî zanebûna rast derheqa qirara Xwedê qazanc kin, û wekî serwaxt û bîlan bin

Mtl. 2:3-6; Flp. 1:9; Aqb. 1:5

Usa jî binihêrin Zb. 119:34

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 3:11, 12—Yehowa xweş hat, çaxê Silêman Padşa ji wî bîlanî xwest, û Ewî bîlaniya mezin da wî

Derheqa ruhê pîroz

Lq. 11:13; Kr.Şn. 8:14, 15

Derheqa hemû xûşk-bira û usa jî derheqa wan, kê ku rastî peyketina tên

Kr.Şn. 12:5; Rm. 15:30, 31; Aqb. 5:16

Usa jî binihêrin Kl. 4:12; 2 Tîm. 1:3

Derheqa vê yekê, ku çira em Yehowara heyr-hujmekar in

Zb. 86:12; Îş. 25:1; Dn. 2:23

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Lq. 10:21—Îsa pesinê Yehowa dida, ku Ewî rastiya xwe merivên milûkra vekir

    • Ent. 4:9-11—Hemû efrînên ser ezmana pesinê Yehowa didin, çimkî Ew hêjayî vê yekê ye

Derheqa vê yekê, ku merivên xweyîhukum îzinê bidine me Yehowara xizmet kin û Mizgîniyê bela kin

Mt. 5:44; 1 Tîm. 2:1, 2

Usa jî binihêrin Yêr. 29:7

Gelo lazim e vê demê dua bikin, gava em têne nixumandinê?

Gelo lazim e bona wan meriva dua bikin, yên ku ruhanîda sist bûne?

Aqb. 5:14, 15

Çira gava mêr dua dikin, ewana serê xwe girê nadin, lê jin hine derecada gerekê serê xwe girêdin?

1 Kr. 11:2-16

Çi bona Yehowa diha ferz e, ne ku dirêjaya dua û êmosiyên ku duada didine kifşê?

Lr.Yêr. 3:41; Mt. 6:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Pd. 18:25-29, 36-39—Pêxemberên Bael seva ku Êlyasra îzbat kin, wekî xudanê wan rast e, wana çend siheta Baelra dua dikirin, lê cab tune bû

    • Kr.Şn. 19:32-41—Efesêda merivên ku Artemîsê dihebandin, du siheta navê wê hildidan û dikirine qîrîn, lê kara vê yekê tune bû, û serwêrê bajêr wana seqirand