Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Belakirina Mizgîniyê

Belakirina Mizgîniyê

Çira hemû Mesîhiyên rast derheqa baweriya xwe merivara gilî dikin?

Mt. 28:19, 20; Rm. 10:9, 10; Îbr. 13:15

Usa jî binihêrin Kr.Şn. 1:8; 1 Kr. 9:16

Îsa belakirina Mizgîniyêda çi mesele mera hîşt?

Lq. 8:1; Yn. 18:37

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Lq. 4:42-44—Îsa got, ku ew hatibû şandinê ser erdê, wekî Mizgîniyê bela ke

    • Yn. 4:31-34—Îsa got ku belakirina Mizgîniyê bona wî usa ferz e, ça nanxwarin

Gelo em dikarin bêjin, wekî tenê mêrên ku cabdariya wan civatêda heye, gerekê Mizgîniyê bela kin?

Zb. 68:11; 148:12, 13; Kr.Şn. 2:17, 18

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 5:1-4, 13, 14, 17—Keçika Îsraêlî xanima xwera derheqa Êlîşa pêxember got, yê ku xizmetkarê Yehowa bû

    • Mt. 21:15, 16—Çaxê paristgehêda zara pesinê Îsa dida, serokên kahîna û qanûnzan gelek hêrs ketin, lê Îsa gote wan, ku ewana nerast in

Rûspî ça dikarin kesên din hîn kin Mizgîniyê bela kin û şagirta hazir kin?

1 Ts. 1:5, 6; 2 Tîm. 2:2; 1 Pt. 5:2, 3

Yehowa û Îsa ça alî me dikin Mizgîniyê bela kin?

2 Kr. 4:7; Flp. 4:13; 2 Tîm. 4:17

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 16:12, 22-24; 1 Ts. 2:1, 2—Rast e hindava Pawlos û merivên tevî wî gelek bêrem bûn, lê bi alîkariya Yehowa wana bi mêrxasî berdewam dikir Mizgîniyê bela kin

    • 2 Kr. 12:7-9—Pawlosê şandî ji “derzîkê qalibê” xweda diçerçirî, dibeke ev yek sihet-qewata wîva girêdayî bû, lê Yehowa wî qewî dikir, lema jî ewî dikaribû bi xîret xizmet ke

Kê îzin dide Mesîhiya, ku Mizgîniyê bela kin?

1 Kr. 1:26-28; 2 Kr. 3:5; 4:13

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Yn. 7:15—Cihû gelek ecêbmayî diman, ku Îsa kinîştada hîn nebibû, lê Nivîsarên Pîroz rind zanibû

    • Kr.Şn. 4:13—Rast e şandiyên Îsa hesab dikirin ça merivne nexwendî û nezan, lê dîsa jî wana bi mêrxasî Mizgînî bela dikir

Em ji ku zanin, wekî Yehowa dixwaze em meriva hîn kin, ku ewana Mizgîniyê bela kin û şagirta hazir kin?

Mk. 1:17; Lq. 8:1; Ef. 4:11, 12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îş. 50:4, 5—Pêşiya ku Îsa Mesîh bihata ser erdê, ew bal Yehowa Xwedê hîn dibû

    • Mt. 10:5-7—Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî bi sebir şagirtên xwe hîn dikir, ku Mizgîniyê bela kin

Em ça gerekê binihêrin ser cabdariya xwe, ku Mizgîniyê bela kin?

Mt. 11:29, 30; 1 Tîm. 1:12

Belakirina Mizgîniyê ça ser me hukum dike?

Lq. 10:1, 17; Kr.Şn. 13:48, 52; 15:3; 20:35

Gava em Mizgîniyê bela dikin, em derheqa çi merivara gilî dikin?

Mt. 24:14; 28:19, 20; Kr.Şn. 26:20; Ent. 14:6, 7

Usa jî binihêrin Îş. 12:4, 5; 61:1, 2

Çira Mesîhî hînkirinên qelp eşkere dikin?

2 Kr. 10:4, 5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mk. 12:18-27—Ser hîmê Nivîsarên Pîroz Îsa Sadûqiyara eşkere kir, ku ewana nerast in, çimkî wana baweriya xwe saxkirina miriya nedianîn

    • Kr.Şn. 17:16, 17, 29, 30—Pawlosê şandî tevî Atîniya şêwir dikir û wanra eyan kir, ku nerast e pûta bihebînin

Em kîderê Mizgîniyê bela dikin?

Kr.Şn. 5:42; 17:2; 20:20

Çira em wan ciya Mizgîniyê bela dikin, kîderê ku gelek meriv diçin tên?

Yn. 18:20; Kr.Şn. 16:13; 17:17; 18:4

Usa jî binihêrin Mtl. 1:20, 21

Çira xizmetiyêda em gerekê bi sebir û xîret bin?

Îş. 6:9-11; 2 Pt. 3:9

Gava kesek Mizgîniyê qebûl dike, ev yek çi karê jêra tîne?

Kr.Şn. 14:20-22; 19:9, 10

Çira em gerekê hazir bin hemû mecala bidine xebatê, ku Mizgîniyê bela kin?

1 Kr. 9:23; 1 Tîm. 2:4; 1 Pt. 3:15

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Yn. 4:6, 7, 13, 14—Rast e Îsa westiyayî bû, yeke ewî ber bîrê şedetî da kulfeteke samerî

    • Flp. 1:12-14—Gava Pawlos girtî bû ewî hingê jî mecal ji destê xwe bernedida, ku Mizgîniyê bela ke û kesên din bişidîne

Gelo em gerekê hîviyê bin, ku hemû meriv wê guh bidine Mizgîniyê?

Yn. 10:25, 26; 15:18-20; Kr.Şn. 28:23-28

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Yêr. 7:23-26—Bi saya Yêremya, Yehowa got, ku ça Cihûya înkar dikir guh bidine wan pêxembera, kîjana ku Ewî şandibû cem wan

    • Mt. 13:10-16—Îsa got, ku mîna rojên Îşayada, gelek meriv wê Mizgîniyê bibihên, lê qebûl nekin

Çira em ecêbmayî namînin, ku gelek meriv guh nadine me, çimkî betal nînin?

Em ji ku zanin, ku sêrîda hine meriv wê guh bidine Mizgîniyê, lê paşê hewasa wan wê unda be?

Em çira ecêbmayî namînin, gava hine meriv eşkere miqabilî şixulê belakirina Mizgîniyê dertên?

Kr.Şn. 13:50; 18:5, 6; 1 Pt. 4:12-14

Em çi dikin, gava kesek riya me digire, wekî Mizgîniyê bela kin?

Çira em gerekê dudilî nebin, ku hine meriv wê Mizgîniyê qebûl kin?

Lq. 8:15; Yn. 4:40, 41; Kr.Şn. 16:14, 15; 17:11, 33, 34

Gava em Mizgîniyê bela dikin, çi borcdarîke ferz stiyê meda ne?

Kr.Şn. 20:26, 27; 1 Kr. 9:16, 17; 1 Tîm. 4:16

Usa jî binihêre Hz. 33:8

Çira em gerekê merivên ji hemû mileta, bereka û zimanara Mizgîniyê bela kin?

Mt. 24:14; Kr.Şn. 10:34, 35; Ent. 14:6

Usa jî binihêre Zb. 49:1, 2

Gelo em dikarin nava heftiyêda hemû roja Mizgîniyê bela kin û usa jî roja Şemiyê?

Kr.Şn. 5:42; 13:42, 44; 16:13

Kîjan mesele didine kifşê, ku em gerekê wan merivara jî Mizgîniyê bela kin, yên ku haş ji Nivîsarên Pîroz hene û endemên rêlîgiyekê ne?

Kr.Şn. 13:46; Gl. 2:7, 8