Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xebat

Xebat

Orta xebat û şabûnê çi hevgirêdan heye?

Wz. 2:24; 3:13, 22; Îş. 65:22

Çira ferz e em xebata xwe bi dil û can û rind bikin?

Mtl. 22:29

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 16:16-23—Dawidê cahil nas bû ça sazbendekî hoste, lema jî ew hatibû teglîfkirinê, wekî bona Şawûl Padşa lîrê xe gava fikirên xirab dihatine serê wî

    • 2 Dr. 2:13, 14—Hûram-Abîv hostekî cêribandî bû, lema jî Silêman Padşa wî teglîfî ser avakirina paristgeha Yehowa kir

Çira xizmetkarên Yehowa dixwazin ça xebatçiyên xîret bêne naskirinê?

Ef. 4:28; Kl. 3:23

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 24:10-21—Rêvêka keçikeke xîret bû, ya ku timê hazir bû alî kesên din bike, û ewê bona xulamê Birahîm diha zêde kir, ne ku ewî xwest

    • Flp. 2:19-23—Pawlosê şandî Tîmotêyo cahilra cabdarîke ferz da, çimkî ew yekî milûk bû û hazir bû alî meriva bike

Çira xizmetkarên Yehowa gerekê xweranedîtî nîbin?

Mtl. 13:4; 18:9; 21:25, 26; Wz. 10:18

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • Mtl. 6:6-11—Silêman bi mesela mûristangê şirovekir, ku çira ferz e xebatêda xîret bin û xweranedîtî nîbin

Em çira gerekê xebatêda xîret bin, wekî bona hewcên xwe xem kin?

2 Ts. 3:10-12; 1 Tîm. 5:18

Em çira gerekê xebatêda xîret bin, wekî bona hewcên malbeta xwe xem kin?

1 Tîm. 5:8

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Rt. 1:16, 17; 2:2, 3, 6, 7, 17, 18—Rût paşî mirina mêrê xwe giran dixebitî, wekî bona xasiya xwe Nahomiyê xem bike

    • Mt. 15:4-9—Îsa wan meriva sûcdar dikir, yên ku xizmetî dikirine menî, wekî bona dê-bavê xwe xem nekin

Çira em gerekê hazir bin matêrîalîda alî kesên din bikin?

Rm. 12:13; 2 Kr. 8:1-4; 9:5, 7, 11; 1 Tîm. 6:17, 18

Çira nihêrandina me hindava pera gerekê rast be?

Mtl. 30:8; 2 Ts. 3:12; 1 Tîm. 6:6-10; Îbr. 13:5

Em ji ku zanin, wekî Yehowa dixwaze alî me bike, ku em xebathez bin û bona hewcên xwe xem kin?

Mt. 6:25, 30-32; Lq. 11:2, 3; 2 Kr. 9:10

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 31:3-13—Aqûb cem Laban dixebitî, yê ku hindava wîda bêrem bû, lê Yehowa bona xîreta wî ew kerem kir

    • Dsp. 39:1-6, 20-23—Ûsiv him mala Potîfar, him jî kelêda yekî xebathez û xîret bû, lema jî Yehowa wî kerem kir

Çira şixulê xizmetiyê bona me gerekê diha ferz be, ne ku xebat?

Zb. 39:5-7; Mt. 6:33; Yn. 6:27

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Lq. 12:15-21—Îsa mesele anî, wekî bide kifşê, ku çiqas bêaqilayî ye riyê hebûkêda heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kin

    • 1 Tîm. 6:17-19—Pawlosê şandî Mesîhiyên dewlemendra got, ku kubar-babax nebin û wana hêlan kir, wekî “bi kirinên qenc dewletî bin”

Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz wê alî me bikin rast xebatê bijbêrin?

  • Drk. 20:4; Kr.Şn. 15:29; Ef. 4:28; Ent. 21:8—Gelo ser vê xebatê tê dewakirinê wan tişta bikin, çi ku ber çevê Xwedê nerast e?

  • Drk. 21:22-24; Îş. 2:4; 1 Kr. 6:9, 10; 2 Kr. 7:1—Hergê ez vê xebatê bikim, gelo wê bê hesabê, ku ez tevî wan şixula dibim, kîjan ku ber çevê Xwedê reş in û gelo kesên din jî wê çev nedine min?

  • Rm. 13:1-7; Tît. 3:1, 2—Gelo ser vê xebatê ezê qanûnên dewletê neteribînim?

  • 2 Kr. 6:14-16; Ent. 18:2, 4—Gelo ev xebat tiştekîda piştgiriya dînên qelp dike?

Şixulên bona Yehowa

Bona Mesîhiya xebata lape ferz kîjan e?

Mt. 28:19, 20; Lq. 9:2; 2 Tîm. 4:2, 5

Çira xizmetiyêda em çi ji destê me tê dikin?

Lq. 13:24; Rm. 12:11; 1 Kr. 15:58; Îbr. 6:10-12

Usa jî binihêrin 1 Tîm. 3:1

Çira em gerekê hîviyê nîbin, wekî hemû xizmetkarên Xwedê wê wek hev xizmetiyêda kar bikin?

Gl. 6:3-5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Mt. 25:14, 15—Ça ji meteloka Îsa tê kifşê, ew hîviyê nîne, wekî hemû peyçûyên wî xizmetiyêda weke hev qewatê û wede xerc kin

    • Lq. 21:2-4—Rast e qurbankirina jinebiya belengaz gelek biçûk bû, lê dîsa jî Îsa ev gelek qîmet kir

Em ji kîderê dikarin qewatê bistînin, wekî xizmetiyêda cûre-cûre cabdariya bînin sêrî?

2 Kr. 4:7; Ef. 3:20, 21; Flp. 4:13

  • Mesela Kitêba Pîroz:

    • 2 Tîm. 4:17—Pawlosê şandî fem dikir, ku jêra diha zêde qewat lazim e, wekî bikaribe bi temamî xizmetiyêda kar bike

Çira gava em bi temamî xizmetiyêda kar dikin, ev yek mera şabûnê tîne?

Zb. 40:8; Yn. 13:17; Aqb. 1:25

Usa jî binihêrin Mt. 25:23