Hebandin
Çira em gerekê tenê Yehowa bihebînin?
Drk. 34:14; Qn.Dc. 5:8-10; Îş. 42:8
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mt. 4:8-10—Mîrê-cina gote Îsa, ku hergê ew serê xwe ber wî dayne, hingê ewê hemû padşatiyên dinyaye bistîne. Îsa safî kiribû tenê serê xwe ber Yehowa dayne, lema jî xwestina Mîrê-cina înkar kir
-
Ent. 19:9, 10—Gava Yûhennayê şandî dixwest serê xwe ber melek dayne, ewî nehîşt
-
Yehowa dixwaze wekî em çi cûreyî wî bihebînin?
Yn. 4:24; Aqb. 1:26, 27
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Îş. 1:10-17—Yehowa hebandina merivên durû, yên ku gura Wî nakin, înkar dike
-
Mt. 15:1-11—Ça ji giliyên Îsa tê kifşê, Yehowa dixwaze wekî em li gora qanûnên Wî jêra xizmet kin, ne ku li gora eyd-qeydên meriva
-
Çaxê dest dide, çira em gerekê tevî xûşk-bira Yehowa bihebînin?
Îbr. 10:24, 25
Usa jî binihêrin Zb. 133:1-3
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Kr.Şn. 2:40-42—Qirna yekêda Mesîhî tevayî top dibûn, seva ku dua kin, tevayî xeber din û rastiya lêkolîn kin, yên ku Xwedê bi saya ruhê pîroz wanra vedikir
-
1 Kr. 14:26-40—Pawlosê şandî nivîsî, ku civatên me gerekê bi terbetî bin û meriva bişidînin. Bi saya vê yekê her kes wê bikaribe fem ke, çi ku hîn dibe
-
Em gerekê çi bikin, wekî Yehowa hebandina me boş-betal hesab neke?
Mt. 7:21-24; 1 Yn. 2:17; 5:3
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Îbr. 11:6—Çawa ku Pawlosê şandî şirovekir, seva ku Xwedê ji me razî be, mera bawerî lazim e
-
Aqb. 2:14-17, 24-26—Aqûbê birê Îsa Mesîh nivîsî, ku baweriya xwe gerekê pê kirên xwe îzbat kin. Belê, bawerî me ber bi kira hêlan dike
-