Here Naverokê

Here naverokê


Tu çawa dikarî ji van dersên Kitêba Pîroz feydeyê bibînî?

Tu çawa dikarî ji van dersên Kitêba Pîroz feydeyê bibînî?

Bi mamosteyekî re lêkolîn bike: Kursa Kitêba Pîroz ji kesê ku ev broşûr da te bixwaze, yan jî forma li ser malpera me jw.org tije bike.

QISMÊ PÊŞÎN

Her paragrafekê û pirsên bi herfên qelew (A) bixwîne. Ayetên (B) ku fikrên muhîm zelal dikin, bixwîne. Bala xwe bidê ku li kêleka hin ayetan “bixwîne” hatiye nivîsandin.

QISMÊ NAVÎN

Gotinên (C) li bin sernivîsa Hûr û Kûr Bifikire eşkere dikin ku ev qisim behsa çi dike. Binsernivîs (D) fikrên muhîm zelal dikin. Bi hev re ayetan bixwînin, cewabên pirsan bidin û li vîdeoyan (E) mêze bikin.

Li ser sûret û binnivîsên wan (F) sohbetê bikin. Û li ser para Hinek Wisa Dibêjin (G) fikrên xwe bîne zimên.

QISMÊ DAWÎN

Parên Bi Çend Gotinan û Tu çi elimî? (H) dersê temam dikin. Ji xwe re roja qedandina dersê binivîse. Para Hedef (I) zelal dike ku tu dikarî çi bikî. Li bin para Zêdetir Hîn Bibe (J) hin meqale û vîdeoyên din hene.

Ayetên Kitêba Pîroz çawa tên dîtin?

Ayetên Kitêba Pîroz ji navê kitêbê (A), beş (B) û ayetê (C) pêk tên. Mesela, Yûhenna 17:3 tê maneya kitêba Yûhenna, beşa 17an, ayeta 3yan.