Here Naverokê

Here naverokê

Nameyeke ji Koma Rêberiyê

Nameyeke ji Koma Rêberiyê

Xwişk û Birayên Delal,

Ji ber ku em ji Yehowa û ji mirovan hez dikin, em vî emrê Îsa Mesîh tînin cih: “Herin, mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min û wan … vaftîz bikin” (Met. 28:19, 20, NWT; Mar. 12:28-31). Eger hezkirina me ji dil be, emê bikaribin alî kesên ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir [e]”, bikin (Kar. 13:48, NWT).

Berê armanca me ev bû ku em sohbetên emsal di bîra xwe de bihêlin û weşanan bidin mirovan. Lê îro lazim e ku em xîret bikin ku sohbetên xwe bi mirovan re baştir bikin. Gava em li ser mijarên ku mirov bi wan re eleqedar dibin, sohbetê bikin, em dikarin hezkirina xwe ji wan re nîşan bidin. Ev tê maneya ku gerek em hazir bin xwe li gor wan eyar bikin û baş bala xwe bidin ku mirov ji bo çi xem dikin û bi çi re eleqedar in. Gelo ev broşûr wê çawa alî me bike ku em vê yekê bikin?

Di broşûrê de 12 ders hene, û ev ders sifetên ku gerek em bi pêş bixin hînî me dikin. Ev sifet wê alî me bikin ku em ji mirovan hez bikin û wan bikin şagirt. Îsa Mesîh û mizgînvanên di sedsala yekê de jî ev sifet nîşan didan. Di her dersê de, emê bibînin ku wan di xizmetê de ev yek çawa dikir. Hedefa me ne ev e ku sohbetên emsal ezber bikin, lê xîret bikin ku hezkirina xwe nîşanî mirovan bidin. Em di her awayê xizmeta xwe de hewceyî van sifetan in. Emê bibînin ku em çawa dikarin van sifetan bi kar bînin, bi xisûsî gava em dest bi sohbetan dikin, ziyaretan dikin yan kursên Kitêba Pîroz derbas dikin.

Gava tu bala xwe didî her dersê, ji xwe wisa bipirse: “Gelo ez dikarim vî sifetî ji mirovên li derdora xwe re çawa nîşan bidim?” Xîret bike ku hezkirina xwe ji Yehowa û ji mirovan xurttir bikî. Ji bo ku em mirovan bikin şagirt, metoda herî baş ev e ku em ji wan hez bikin û vê hezkirinê nîşanî wan bidin.

Ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em bi we re mil bi mil dişixulin (Tsf. 3:9). Bila Yehowa xîreta we bibereket bike. Dewam bikin ji mirovan hez bikin û wan bikin şagirtên Îsa!

Birayên we,

Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa