Here Naverokê

Here naverokê

DEST BI SOHBETÊ BIKE

DERS 1

Bi Kesên Din re Eleqedar Be

Bi Kesên Din re Eleqedar Be

Prensîp: “Hezkirin … li feyda xwe nagere” (1. Korîntî 13:4, 5).

Îsa Mesîh Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 4:6-9 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Berî ku Îsa Mesîh bi jinikê re dest bi sohbetê bike, wî bala xwe da çi?

  2.   Îsa got: “Avê bide min.” Çima ev yek ji bo sohbetê destpêkeke baş bû?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Eger em bi tiştên ku mirov pê eleqedar dibin, dest bi sohbetê bikin, sohbetên me wê bi îhtimaleke mezin xweş derbas bibin.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Xeberdana xwe li gor kesên din eyar bike. Her tim li ser eynî tiştî sohbet neke. Li hal û rewşa mirovan binêre, û bifikire ku ew bi çi mijûl in. Ji xwe wisa bipirse:

  1.    “Di nûçeyan de çi heye?”

  2.   “Cîran, hevalkarên min an hevaldersên min li ser çi xeber didin?”

4. Bala xwe bide derdorê. Ji xwe wisa bipirse:

  1.    “Gelo ev kes bi çi mijûl e? Gelo ew bi çi re eleqedar dibe?”

  2.   “Gelo kinc, şekil û şemala vî kesî yan halê mala wî li ser dîn û kultura wî çi nîşanî min dikin?”

  3.   “Gelo niha wexteke baş e ku ez bi wî re sohbetê bikim?”

5. Guh bide.

  1.    Gelekî xeber nede.

  2.   Fersendê bide kesên din ku ew a dilê xwe bibêjin. Gava minasib be, ji wan pirsan bipirse.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Met. 7:12; 1. Kor. 9:20-23; Flp. 2:4; Aqûb 1:19