XEBERDANÊ DESTPÊKIN
DERSA 1
Bikevine Heyra Meriva
Prînsîp: “Hizkirin . . . ya xwe nagere” (1 Korn. 13:4, 5).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Yûhenna 4:6-9. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Xeberdana me wê baş derbaz be, hergê em tevî meriv derheqa wan tişta xeber din, çi ku wîra hewas e.
Çev Bidine Îsa
3. Li gora derecê hereket bikin. Ese nîne xeberdanê bi vê têmayê destpêkin, kîjan ku we hazir kiriye. Bi têmeke usa destpêkin, derheqa çi jî meriv îro difikirin. Pirsê bidine xwe:
4. Dîna we ser her tiştî be. Pirsê bidine xwe:
-
“Mala meriv, reng-rûyê wî û kincxwekirina wî, derheqa bawerî û kûltûra wî çi dibêjin?”
-
“Gelo niha wedekî baş e, wekî xeberdanê tevî meriv destpêkim?”
5. Guh bidin.
USA JÎ BINIHÊRIN
Met. 7:12; 1 Korn. 9:20-23; Fîlî. 2:4; Aqûb 1:19