XEBERDANÊ DESTPÊKIN
DERSA 3
Dilovan bin
Prînsîp: “Hezkirin dilovaniyê dike” (1 Korn. 13:4, ÎM).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Yûhenna 9:1-7. Paşê van pirsa şêwir kin:
-
Pêşiyê Îsa çi kir, merivê kor qenc kir yan jêra derheqa mizgîniya xêrê got? (Binihêrin Yûhenna 9:35-38)
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Meriv wê hê zêde bixwaze guh bide me, hergê ew têderxe, wekî em bona wî xem dikin û hindava wîda dilovan in.
Çev Bidine Îsa
3. Hestên meriv hildin hesab. Bifikirin ku ew meriv ça xwe texmîn dike.
-
Pirsê bidine xwe: “Gelo derdê wî çi ye? Gelo çi dikare alî wî bike?” Hergê hûn usa bikin, ev yek wê alî we bike dilovaniyê bidine kifşê.
-
Guh bidine meriv û bidine kifşê ku hûn dikevine heyra wî. Xeberdanê neguhêzin gava ew bona tiştekî ber xwe dikeve, yan jî besa problêmeke xwe dike.
4. Bi qedir û dilovanî xeber din. Dilovaniya we hindava meriv wê bide kifşê, wekî hûn bi rastî dixwazin alî wî bikin, û ev yek wê bi cûrê xeberdana we eyan be. Miqatî giliyên xwe bin ku hûn çi dibêjin û çawa dibêjin û tiştên usa nebêjin, çi ku dikare wî bide xeydandinê.
5. Alîkariyê bidin. Mecala bigerin, wekî alî meriv bikin. Hergê hûn heyf û dilovan bin, meriv wê bixwaze tevî we bikeve xeberdanê.
USA JÎ BINIHÊRIN
Rom. 12:15, 16; Galt. 6:10; Îbrn. 13:16