Here Naverokê

Here naverokê

DEST BI SOHBETÊ BIKE

DERS 4

Dilnizm Be

Dilnizm Be

Prensîp: “Bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire” (Filîpî 2:3).

Pawlos Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Karên Şandiyan 26:2, 3 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Gava Pawlos bi Egrîpa Padîşah re xeber da, wî çawa dilnizmî nîşan da?

  2.   Pawlos çawa bala mirovan ne li ser xwe, lê li ser Yehowa û Nivîsarên Pîroz kişand? (Li Karên Şandiyan 26:22 binêre).

Em Dikarin ji Pawlos Çi Bielimin?

2. Gava em bi dilnizmî û bi hurmet xeber didin, xebera xêrê dikare hê zêdetir bala mirovan bikişîne.

Wek Pawlos Bike

3. Bi hurmet xeber bide. Wisa xeber nede qey kesên din tu tiştî nizanin, lê tu her tiştî dizanî.

4. Nîşan bide ku her tiştê ku tu hîn dikî li ser esasê Kitêba Pîroz e. Gotinên Xwedê dikarin li ser dil û fikrên mirovan tesîr bikin. Gava em Kitêba Pîroz bi kar tînin em îmana wan li ser esasê rast ava dikin.

5. Her tim sernerm be. Tim li ser gotinên xwe nesekine. Em naxwazin bi kesên din re minaqeşe bikin. Dilnizm be, her tim rihet bimîne û wexta çûyînê bizanibe (Mtl. 17:14; Tît. 3:2). Eger tu bi nermî xeber bidî, belkî carekê din mirov wê hazir bin ku guh bidin mizgînê.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Rom. 12:16-18; 1. Kor. 8:1; 2. Kor. 3:5