Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Kar. Şand. 26:2, 3

DERSA 4

Milûktiyê Bidine Kifşê

Milûktiyê Bidine Kifşê

Prînsîp: “Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlî. 2:3).

Mesela Pawlos

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Karên Şandiya 26:2, 3. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1.    Wedê xeberdana xweye tevî Egrîpa Padşa, Pawlos ça milûktî da kifşê?

  2.   Pawlos ça dîna wan kişande ser Yehowa û Nivîsarên Pîroz, ne ku ser xwe? (Binihêrin Karên Şandiya 26:22)

Em ji Pawlos Çi Hîn Dibin?

2. Gava em bi qedir û milûktiyê tevî meriva xeber didin, ev yek wana hêlan dike guh bidine me.

Çev Bidine Pawlos

3. Bi qedir xeber din. Fesal bin, ku xwe usa nedine kifşê, tê bêjî hûn her tiştî zanin, lê merivê tevî kîjanî ku xeber didin, tiştekî nizane. Tevî wî bi qedir xeber din.

4. Bidine kifşê, wekî çi ku hûn dibêjin, ser hîmê Kitêba Pîroz e. Xebera Xwedê dilê meriva digire û ser fikir û hestên wan hukum dike. Gava em Kitêba Pîroz didine xebatê, em baweriya wan ser hîmê rast ava dikin.

5. Rihetiyê xwey kin. Tevî meriva nekevine dewê, wekî îzbat kin ku hûn rast in. Hûnê milûktiyê bidine kifşê, hergê rihetiyê xwey kin û wededa ji wêderê herin (Metlk. 17:14; Tîto 3:2). Caba nerm wê mecalê bide, wekî meriv careke din jî bixwaze guh bide me.

USA JÎ BINIHÊRIN

Rom. 12:16-18; 1 Korn. 8:1; 2 Korn. 3:5