Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Kar. Şand. 17:22, 23

DERSA 5

Merîfet bin

Merîfet bin

Prînsîp: “Bira xeberdana we merîfetî . . . be” (Kols. 4:6).

Mesela Pawlos

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Karên Şandiya 17:22, 23. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1.    Rêaksiya Pawlos çi cûreyî bû, gava ewî Atînayêda hebandina qelp dît? (Binihêrin Karên Şandiya 17:16)

  2.   Dewsa ku Atîniya sûcdar ke, Pawlos ça bi qedir baweriya wan da xebatê, wekî şedetiyê bide wan?

Em ji Pawlos Çi Hîn Dibin?

2. Meriv wê diha baş guh bidine me, hergê em fesal bin vê yekêda, ku em çi dibêjin, ça dibêjin û çiçax dibêjin.

Çev Bidine Pawlos

3. Pêşiya ku tiştekî bêjin bifikirin. Mesele, çaxê hûn xeber didin tevî merivê ku Mesîhî nîne, bifikirin ku hûnê ça derheqa Kitêba Pîroz yan jî derheqa Îsa tevî wî xeber din.

4. Lez nekevin ku nihêrandina meriv rast kin. Bira meriv aza fikirên xwe bêje. Hergê ew tiştekî usa dibêje, çi ku ne li gora Kitêba Pîroz e, seva vê yekê jêra nekevine dewê (Aqûb 1:19). Hergê hûn guh bibine wî, hûnê fem kin ku ew çi bawer dike û çira (Metlk. 20:5).

5. Tevî meriv qayîl bin û payê wî bidin hergê dest dide. Dibeke ew bi dil bawer dike, wekî baweriya wî rast e. Derheqa vê yekê xeber din, çida hûn her du jî qayîl in û paşê alî wî bikin wekî ew fem bike, ku Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje.

USA JÎ BINIHÊRIN

Metlk. 25:15; 2 Tîmt. 2:23-26; 1 Pet. 3:15