XEBERDANÊ BERDEWAM KIN
DERSA 7
Xîret bin
Prînsîp: “Her roj li paristgehê û malada timê Mizgînî didan” (Kar. Şand. 5:42).
Mesela Pawlos
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Karên Şandiya 19:8-10. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Pawlos Çi Hîn Dibin?
2. Em gerekê wede û qewata xwe xerc kin, wekî serlêdanên dubare bikin û hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkin.
Çev Bidine Pawlos
3. Hazir bin wî çaxî serlêdana dubare bikin, gava merivra dest dide. Pirsê bidine xwe: Kengê û kîderê minra diha dest dide, wekî ez rastî wî bêm? Lê çiçax wê wîra dest bide, wekî rastî wî bêm? Hazir bin wî çaxî jî serlêdana dubare bikin, gava wera wede haqas dest nade.
4. Ji meriv pirs kin, ku kengê hûn dikarin rastî hev bên. Xilaziya her xeberdana we, wedê konkrêt kifş kin, ku kengê hûn dikarin dîsa rastî hev bên. Her tiştî bikin, wekî wededa serlêdana wî merivî bikin û timê xweyê sozê xwe bin.
5. Gumana xwe meriv nebirin. Hergê usa dibe, ku meriv gelek car malda nîne, yan jî wedê wî haqas tune ye, nefikirin wekî ew naxwaze guh bide we (1 Korn. 13:4, 7). Her tiştî bikin, wekî bikaribin dîsa rastî wî merivî bên, lê bîlaniyê bidine kifşê, ku wedê xwe pûç xerc nekin (1 Korn. 9:26).
USA JÎ BINIHÊRIN
Kar. Şand. 10:42; 1 Korn. 9:22, 23; 2 Korn. 4:1; Galt. 6:9