Here Naverokê

Here naverokê

ZIYARETAN DUBARE BIKE

Yûhena 7:3-5; 1. Korîntî 15:3, 4, 7

DERS 8

Bisebir Be

Bisebir Be

Prensîp: “Hezkirin sebir dike” (1. Korîntî 13:4).

Îsa Mesîh Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 7:3-5 û 1. Korîntî 15:3, 4, 7 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Birayên Îsa di serî de li hemberî mizgînê çawa bûn?

  2.   Em ji ku dizanin ku Îsa hêviya xwe ji birayê xwe Aqûb winda nekir?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Gerek em jî sebir bikin, çimkî ji hin kesan re wext lazim e ku ew mizgînê qebûl bikin.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Cure cure metodan bi kar bîne. Gava kesek kursa Kitêba Pîroz zû qebûl neke, zorê lê neke. Di wexteke minasib de, tu dikarî bi destê vîdeo yan meqaleyan nîşanî wî bidî ku kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe û ew dikare çi feydeyê jê bistîne.

4. Şert û mercên her kesî ne wek hev in. Eger merivekî te yan kesê ku tu wî ziyaret dikî naxwaze kursê bistîne yan ew rastiyeke Kitêba Pîroz qebûl nake, bifikire ku sebeb çi ye. Gelo ew ji hin baweriyên xwe pir hez dike? Gelo merivên wî yan cîranên wî zorê lê dikin? Wext bide ku ew li ser sohbeta we bifikire û qîmeta rastiyên Kitêba Pîroz bibîne.

5. Di heqê kesê eleqedar de dua bike. Ji bo ku tu li ser wî baş bifikirî û ji wî re nazik bî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Eger kesek pir eleqeyê nîşan nede û tu dixwazî qerarekê bidî ka kursê bi wî re dewam bikî yan na, ji Yehowa rêberiyê bixwaze (1. Kor. 9:26).

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Mar. 4:26-28; 1. Kor. 3:5-9; 2. Ptr. 3:9