Here Naverokê

Here naverokê

ZIYARETAN DUBARE BIKE

DERS 9

Dilşewat Be

Dilşewat Be

Prensîp: “Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn” (Romayî 12:15).

Îsa Mesîh Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Marqos 6:30-34 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Îsa û şandiyên wî çima bi tena serê xwe çûn cihekî bêkes?

  2.   Îsa çima dixwest mirovan hîn bike?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Armanca me ne tenê ev e ku mizgînê bidin mirovan, lê em dixwazin alî wan jî bikin.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Rind guh bide. Îznê bide ku ew fikrên xwe bîne zimên. Eger ew îtiraz bike yan behsa hîs û xemên xwe bike, gotinên wî qut neke û mijarê neguherîne. Gava tu rind guh didî wî, tu nîşan didî ku fikrên wî ji bo te muhîm in.

4. Di heqê kesê eleqedar de bifikire. Li gor tiştên ku tu li ser wî dizanî, ji xwe wisa bipirse:

  1.    “Gelo ew çima hewceyî heqîqetê ye?”

  2.   “Gelo hînbûna Kitêba Pîroz wê çawa jiyana wî îro û di pêşerojê de baştir bike?”

5. Li ser tiştên ku dikarin alî wî bikin, sohbetê bike. Di wexteke nêzîk de, nîşanî wî bide ku Kitêba Pîroz çawa dikare cewaba pirsên wî bide. Ewê bi xwe bibîne ku kursa Kitêba Pîroz ji bo wî bi feyde ye.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Rom. 10:13, 14; Flp. 2:3, 4; 1. Ptr. 3:8