XEBERDANÊ BERDEWAM KIN
DERSA 9
Dilşewat bin
Prînsîp: “Tevî yên şa dibin şa bin û tevî yên digirîn bigirîn” (Rom. 12:15).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Markos 6:30-34. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Dilşewatî alî me dike ne tenê şedetiyê bidin, lê usa jî bona meriva xem bikin.
Çev Bidine Îsa
3. Rind guh bidin. Bira meriv fikirên xwe bêje. Gava ew besa fikir yan problêmeke xwe dike, yan jî gava tevî hine tişta qayîl nabe, derbêra giliyên wî nebirin. Çaxê hûn rind guh didine wî, bi vê yekê hûn didine kifşê, wekî fikirên wî hildidin hesab.
4. Derheqa meriv bifikirin. Li gora xeberdana we, ji xwe bipirsin:
5. Derheqa van tişta merivra xeber din, çi ku wê jêra karê bîne. Çiqas zû haqas wê baş be, hergê hûn jêra nîşan kin, ku çawa hînbûna Kitêba Pîroz dikare caba pirsên wî bide û jîyîna herrojîda alî wî bike.
USA JÎ BINIHÊRIN
Rom. 10:13, 14; Fîlî. 2:3, 4; 1 Pet. 3:8