Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ŞAGIRTA HAZIR KIN

DERSA 10

Bi Xîret Şagirta Hazir kin

Bi Xîret Şagirta Hazir kin

Prînsîp: “Me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delaliyên me” (1 Têsln. 2:8).

Mesela Îsa

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Yûhenna 3:1, 2. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1.    Çira Nîkodêmora dest dida, wekî şev rastî Îsa bê? (Binihêrin Yûhenna 12:42, 43).

  2.   Ev yek ku Îsa hazir bû şev jî Nîkodêmo hîn ke, çawa dide kifşê, wekî ewî bi xîret dixwest şagirta hazir ke?

Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?

2. Em didine kifşê wekî meriva hez dikin, gava bi xîret alî wan dikin ku bibine şagirt.

Çev Bidine Îsa

3. Vî wedeyî û vî cîyî hînbûnê derbaz kin, ku şagirtê wera dest dide. Diqewime nava heftiyêda jêra roj yan sihetên konkrêt dest dide hîn be. Dibeke jêra diha rihet e ser xebatê, malê yan jî cîkî din Kitêba Pîroz hîn be? Çi ji destê we tê bikin, wekî hînbûnê vî cîyî û wedeyî derbaz kin, kîjan ku şagirtê wera dest dide.

4. Timê hînbûnê derbaz kin. Hergê hûnê cîkîda herin, dîsa jî hînbûnê nedine sekinandinê. Dewsê bifikirin:

  1.    Diqewime vê heftiyê, hûn rojeke din dikarin hînbûnê derbaz kin?

  2.   Dibeke hûn bikaribin bi saya têlê yan jî vîdêokonfêrênsiyayê hînbûnê derbaz kin?

  3.   Hûn dikarin ji xizmetkarekî din bipirsin, wekî ew hînbûnê derbaz ke?

5. Dua kin wekî nihêrandina rast xwey kin. Ji Yehowa bixwazin, wekî alî we bike xîreta xwe unda nekin û berdewam kin alî şagirtê xwe bikin, hela hê vî çaxî jî gava carna ew hînbûnê berdide, yan jî çi ku pêdihese derbêra nayne sêrî (Fîlî. 2:13). Diqewime gelek hunurên baş jî cem şagirtê we hene, dua kin wekî hûn dîna xwe bidine van hunura.

USA JÎ BINIHÊRIN

Metlk. 3:27; Kar. Şand. 20:35; 2 Korn. 12:15