Here Naverokê

Here naverokê

MIROVAN BIKE ŞAGIRT

DERS 11

Bi Awayekî Hêsan Hîn Bike

Bi Awayekî Hêsan Hîn Bike

Prensîp: “Mîna vêya, ger hûn jî bi zimanekî fehmbar neaxifin, dê gotinên we çawa bêne fêhm kirin?” (1. Korîntî 14:9, KP).

Îsa Mesîh Çi Kir?

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Meta 6:25-27 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1.    Îsa çawa nîşan da ku Yehowa xema me dixwe?

  2.   Îsa li ser çivîkan gelek tişt dizanibûn, lê wî çima bala mirovan kişand ser tiştekî hêsan? Ji bo hînkirinê ev yek çima metodeke baş bû?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Eger em bi metodeke hêsan mirovan hîn bikin, ewê gotinên me ji bîr nekin û emê bigihîjin dilê wan.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Bi zêdeyî xeber nede. Li ser mijarekê her tiştê ku tu dizanî nebêje, li şûna wê di beşê de çi heye li ser wê bisekine. Piştî ku te pirsek pirsî, bi sebir li benda cewabê bisekine. Eger ew cewaba pirsê nizane yan cewaba wî ne li gor Kitêba Pîroz be, pirsên din ji wî bipirse ku ew vê mijarê fehm bike. Gava te dît ku xwendekarê te ev mijar fehm kir, wê demê dersê dewam bike.

4. Bi saya tiştên ku xwendekarê te êdî dizane alî wî bike ku ew tiştên nû fehm bike. Mesela, berî ku hûn dest bi dersa li ser rabûna miriyan bikin, hûn dikarin bi kurtasî li ser vê sohbetê bikin ku xwendekarê te êdî li ser halê miriyan çi elimî ye.

5. Mîsalan bi dîqat bi kar bîne. Berî ku tu mîsalekê bidî ji xwe bipirse:

  1.    “Gelo ev mîsal hêsan e?”

  2.   “Gelo xwendekarê min wê bi hêsanî fehm bike?”

  3.   “Gelo ev mîsal wê alî xwendekar bike ku ew ne tenê vê mîsalê, lê fikra eslî di bîra xwe de bihêle?”

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE