ŞAGIRTA HAZIR KIN
DERSA 11
Hêsa Hîn kin
Prînsîp: “Heger bi zimên xebereke femdarî nebêjin, wê çawa bizanibin hûn çi dibêjin?” (1 Korn. 14:9).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Metta 6:25-27. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Hergê em bi cûrê hêsa meriva hîn kin, meriv wê bîra xweda xwey kin, çi ku em wana hîn dikin û ev yek wê dilê wan bigire.
Çev Bidine Îsa
3. Gelek xeber nedin. Dewsa ku hûn her tiştî çi ku derheqa vê têmayê zanin, bêjin, diha baş e vê yekê şêwir kin, çi ku dersêda tê gotinê. Gava hûn pirsê didine şagirtê xwe, bi sebir hîviyê bin heta ku ew caba xwe bide. Hergê ew caba pirsê nizane, yan jî cabeke usa dide ya ku ne li gora Kitêba Pîroz e, wî çaxî pirsên zêde bidinê, wekî ew mena vê yekê fem bike. Çaxê ew vê fikirê fem bike, dersê berdewam kin.
4. Alî şagirtê xwe bikin, wekî ew tiştên teze tevî vê yekê girê de, çi ku îda zane. Mesele, pêşiya ku tevî wî dersa derheqa saxkirina miriya destpêkin, wê baş be wekî hûn kin dîna xwe bidine vê yekê, çi ku ew îda derheqa halê miriya pêhesiya ye.
5. Meselên rast bijbêrin. Pêşiya ku meselekê bînin, ji xwe bipirsin:
-
“Gelo ev mesele wê alî şagirtê min bike, ku fikira sereke bîra xweda xwey ke, ne ku tenê vê meselê?”
USA JÎ BINIHÊRIN
Met. 11:25; Yûhn. 16:12; 1 Korn. 2:1