Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ŞAGIRTA HAZIR KIN

DERSA 12

Raste-Rast Xeber din

Raste-Rast Xeber din

Prînsîp: “Rûn û bixûr dil şa dikin, şîrinaya hevaltîyê jî ji şîretên qenc” (Metlk. 27:9).

Mesela Îsa

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Markos 10:17-22. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1.    Gelo Îsa kîjan hunurên baş nav xortê dewlemendda dît?

  2.   Gelo Îsara çima hezkirin û mêrxasî lazim bû, ku şîret bida wî?

Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?

2. Em gerekê şagirtên xwera hezkirinê bidine kifşê, lê dîsa jî lazim e jêra zelal nîşan kin, ku ew gerekê çi bike, wekî ruhanîda pêşda here.

Çev Bidine Îsa

3. Alî şagirtê xwe bikin ku ew nêta dayne pêşiya xwe û bigihîje wan nêta.

  1.    Bidine xebatê para “Nêt” ji her derseke kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!

  2.   Alî şagirtê xwe bikin, wekî ew fem ke, ku çi gerekê bike, wekî bigihîje him nêtên biçûk, him jî yên mezin.

  3.   Bona her pêşdaçûyîna şagirtê xwe payê wî bidin.

4. Pêbihesin çi riya şagirtê we digire pêşda here û alî wî bikin.

  1.    Ji xwe bipirsin:

    • “Hergê şagirtê min berbi nixumandinê gava navêje, gelo çi riya wî digire?”

    • “Gelo çida ez dikarim alî wî bikim?”

  2.   Bona mêrxasiyê dua bikin, ku hûn bikaribin raste-rast û bi hezkirinê bêjin, wekî ew gerekê çi gava bavêje.

5. Hergê şagirt ruhanîda pêşda naçe, hînbûnê bidine sekinandinê.

  1.    Seva ku bizanibin hînbûnê berdewam kin yan na, ji xwe bipirsin:

    • “Gelo şagirtê min çi ku hîn dibe, emirê xweda dide xebatê?”

    • “Gelo ew tê ser civata û derheqa baweriya xwe kesên dinra dibêje?”

    • “Hergê ew îda gelek wext Kitêba Pîroz hîn dibe, gelo xwestina wî heye bibe Şedê Yehowa?”

  2.   Hergê xwestina wî tune ye pêşda here:

    • Ji wî bipirsin hela çi riya wî digire.

    • Bi nermî şirovekin ku çima hûn dixwazin hînbûnê bidine sekinandinê.

    • Jêra bêjin ku çi gava ew gerekê bavêje, hergê ew paşê dîsa bixwaze hînbûnê berdewam ke.

USA JÎ BINIHÊRIN

Zeb. 141:5; Metlk. 25:12; 27:6; 1 Korn. 9:26; Kols. 4:5, 6