Here Naverokê

Here naverokê

PÊVEK A

Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin

Em Hez Dikin Van Rastiyan Hîn Bikin

Îsa got ku gava kesên dilpak rastiyê dibihîzin ewê fehm bikin ku ev rêya rast e (Yûhena 10:4, 27). Wexta em bi mirovan re xeber didin em dixwazin ji wan re behsa rastiyên eslî yên Kitêba Pîroz bikin. Mesela, tu dikarî sohbeteke li ser rastiyeke Kitêba Pîroz wisa dest pê bikî: “Tu dizanî ku …?” yan “Gelo te qet bihîstiye ku …?” Paşê, tu dikarî ayeteke ku vê rastiyê nîşan dike, bi kar bînî. Rastiyeke Kitêba Pîroz dikare wek toximekî bikeve dilê mirovan, û dû re Xwedê dikare vî toximî mezin bike (1. Kor. 3:6, 7).

 PÊŞEROJ

  1. 1. Tiştên ku niha diqewimin û hal û hereketên mirovan nîşan didin ku di demeke nêzîk de guhertineke mezin wê çêbe (Met. 24:3, 7, 8; Lûqa 21:10, 11; 2. Tîm. 3:1-5).

  2. 2. Erd wê qet neyê tunekirin (Zeb. 104:5; Waiz 1:4).

  3. 3. Halê erdê wê xweş bibe, û dinya wê bibe cenet (Îşa. 35:1, 2; Pey. 11:18).

  4. 4. Siheta her kesî wê bêqisûr be (Îşa. 33:24; 35:5, 6).

  5. 5. Tu dikarî heta hetayê li ser erdê bijî (Zeb. 37:29; Met. 5:5).

 MALBAT

  1. 6. Gerek mêr “wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike” (Ef. 5:33; Kol. 3:19).

  2. 7. Gerek jin qedrê mêrê xwe bigire (Ef. 5:33; Kol. 3:18).

  3. 8. Jin û mêr gerek ji hevdû re sadiq bin (Malx. 2:16; Met. 19:4-6, 9; Îbr. 13:4).

  4. 9. Zarokên ku hurmetê didin dê û bavê xwe û guh didin wan bereketan distînin (Mtl. 1:8, 9; Ef. 6:1-3).

NASA, ESA and the Hubble Heritage Team (STScI/AURA)-ESA/Hubble Collaboration. Licensed under CC BY 4.0. Source.

 XWEDÊ

  1. 10. Navê Xwedê heye (Zeb. 83:18; Yêr. 10:10).

  2. 11. Xwedê xebereke muhîm dide me (2. Tîm. 3:16, 17; 2. Ptr. 1:20, 21).

  3. 12. Xwedê adil e (5. Mû. 10:17; Kar. 10:34, 35).

  4. 13. Xwedê dixwaze alî me bike (Zeb. 46:1; 145:18, 19).

 DUA

  1. 14. Xwedê dixwaze em ji wî re dua bikin (Zeb. 62:8; 65:2; 1. Ptr. 5:7).

  2. 15. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em çawa dua bikin (Met. 6:7-13; Lûqa 11:1-4).

  3. 16. Gerek em her tim dua bikin (Met. 7:7, 8; 1. Sel. 5:17).

 ÎSA MESÎH

  1. 17. Îsa Mesîh mamosteyekî mezin bû, û şîretên wî heta îro jî bifeyde ne (Met. 6:14, 15, 34; 7:12).

  2. 18. Îsa Mesîh tiştên ku îro li dinyayê diqewimin ji berê ve gotibûn (Met. 24:3, 7, 8, 14; Lûqa 21:10, 11).

  3. 19. Ji bo ku em jiyana herheyî bistînin, gerek em Îsa Mesîh baş nas bikin (Met. 16:16; Yûh. 3:16; 1. Yûh. 4:15).

  4. 20. Îsa Mesîh ne Xwedê ye (Yûh. 14:28; 1. Kor. 11:3).

Li ser esasê sûretên NASA/Visible Earth

 HUKIMDARIYA XWEDÊ

  1. 21. Hukimdariya Xwedê hukûmeteke li ezmanan e (Dan. 2:44; 7:13, 14; Met. 6:9, 10; Pey. 11:15).

  2. 22. Hukimdariya Xwedê wê şûna hukimdariyên însanan bigire (Zeb. 2:7-9; Dan. 2:44).

  3. 23. Tenê Hukimdariya Xwedê dikare problemên mirovan safî bike (Zeb. 37:10, 11; 46:9; Îşa. 65:21-23).

 KUL Û DERD

  1. 24. Kul û derdên me ji Xwedê nayên (5. Mû. 32:4; Aqûb 1:13).

  2. 25. Hukimdarê vê dinyayê Îblîs e (Lûqa 4:5, 6; 1. Yûh. 5:19).

  3. 26. Xwedê kul û derdên te dibîne û ew dixwaze alî te bike (Zeb. 34:17-19; Îşa. 41:10, 13).

  4. 27. Di demeke nêzîk de, Xwedê wê hemû kul û derdan tune bike (Îşa. 65:17; Pey. 21:3, 4).

 MIRIN

  1. 28. Mirî tiştekî nizanin; ew êşê nakişînin (Waiz 9:5; Yûh. 11:11-14).

  2. 29. Mirî nikarin alî me bikin û nikarin zerarê bidin me (Zeb. 146:4; Waiz 9:6, 10).

  3. 30. Hezkiriyên me wê ji mirinê bên rakirin (Eyûb 14:13-15; Yûh. 5:28, 29; Kar. 24:15).

  4. 31. Xwedê wê mirinê tune bike (Pey. 21:3, 4; Îşa. 25:8).

 DÎN Û BAWERÎ

  1. 32. Xwedê ji hemû dîn û baweriyan ne razî ye (Yêr. 7:11; Met. 7:13, 14, 21-23).

  2. 33. Xwedê ji durûtiyê nefret dike (Îşa. 29:13; Mîka 3:11; Mar. 7:6-8).

  3. 34. Hezkirina jidil nîşana îbadeta rast e (Mîka 4:3; Yûhena 13:34, 35).