Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ELAMETIYA ZÊDE A

Dersên ji Kitêba Pîroz bona Şêwirkirinê

Dersên ji Kitêba Pîroz bona Şêwirkirinê

Îsa got ku gava merivên dilsax rastiyê bibihên, wê têderxin ku ev rastî ye (Yûhn. 10:4, 27). Lema jî gava em tevî meriva xeber didin, em dixwazin derheqa rastiyên hêsa ji Kitêba Pîroz wanra xeber din. Mesele, çaxê hûn dixwazin derheqa hînkirineke Kitêba Pîroz tevî meriv xeber din, ji wî bipirsin: “We zanibû, wekî . . . ?” yan jî “We qe bihîstibû, ku . . . ?” Paşê van rêza tevî wî şêwir kin, yên ku vê pirsêva girêdayî ne. Hema rastîke hêsa jî ji Kitêba Pîroz dikare dilê wî merivî bigire, û Xwedê dikare usa bike, wekî ew ruhanîda pêşda here! (1 Korn. 3:6, 7)

 AXIRÎ

  1. 1. Qewimandinên îroyîn û rabûn-rûniştina meriva didine kifşê, wekî xilazî nêzîk e (Met. 24:3, 7, 8; Lûqa 21:10, 11; 2 Tîmt. 3:1-5).

  2. 2. Erd wê tu car wêran nebe (Zeb. 104:5; Waîz 1:4).

  3. 3. Dinya tezeda tebiyet wê temiz be û tu teşqele wê îda tune bin (Îşa. 35:1, 2; Eyan. 11:18).

  4. 4. Her kes wê sihet-qewat be (Îşa. 33:24; 35:5, 6).

  5. 5. Hûn dikarin heta-hetayê ser erdê bijîn (Zeb. 37:29; Met. 5:5).

 MALBET

  1. 6. Mêr gerekê “jina xwe hiz bike çawa xwe” (Efes. 5:33; Kols. 3:19).

  2. 7. Jin gerekê qedirê mêrê xwe bigire (Efes. 5:33; Kols. 3:18).

  3. 8. Jin-mêr gerekê hindava hevda amin bin (Malx. 2:16; Met. 19:4-6, 9; Îbrn. 13:4).

  4. 9. Zarên ku gura dê-bavê xwe dikin û qedirê wan digirin, wê pêşdaçûyî bin (Metlk. 1:8, 9; Efes. 6:1-3).

NASA, ESA and the Hubble Heritage Team (STScI/AURA)-ESA/Hubble Collaboration. Licensed under CC BY 4.0. Source.

 XWEDÊ

  1. 10.  Navê Xwedê heye (Zeb. 83:18; Yêrem. 10:10).

  2. 11.  Xwedê elametiya ferz daye me (2 Tîmt. 3:16, 17; 2 Pet. 1:20, 21).

  3. 12.  Xwedê heq e û firqiyê nake orta meriva (Qan. Dcr. 10:17; Kar. Şand. 10:34, 35).

  4. 13.  Xwedê dixwaze alî me bike (Zeb. 46:1; 145:18, 19).

 DUA

  1. 14.  Xwedê dixwaze ku em jêra dua bikin (Zeb. 62:8; 65:2; 1 Pet. 5:7).

  2. 15.  Ji Kitêba Pîroz em hîn dibin ku çawa dua bikin (Met. 6:7-13; Lûqa 11:1-4).

  3. 16.  Em gerekê timê dua bikin (Met. 7:7, 8; 1 Têsln. 5:17).

 ÎSA

  1. 17.  Îsa dersdarê girîng bû, û şîretên wî îro jî kêrhatî ne (Met. 6:14, 15, 34; 7:12).

  2. 18.  Îsa bona qewimandinên îroyîn pêşda pêxembertî kiribû (Met. 24:3, 7, 8, 14; Lûqa 21:10, 11).

  3. 19.  Îsa Kurê Xwedê ye (Met. 16:16; Yûhn. 3:16; 1 Yûhn. 4:15).

  4. 20.  Îsa Xwedêyî Himzor nîne (Yûhn. 14:28; 1 Korn. 11:3).

Based on NASA/Visible Earth imagery

 PADŞATIYA XWEDÊ

  1. 21.  Padşatiya Xwedê serwêrtiya rêalî ye, ya ku ser ezmana ye (Dan. 2:44; 7:13, 14; Met. 6:9, 10; Eyan. 11:15).

  2. 22.  Padşatiya Xwedê wê dewsa padşatiya meriva bigire (Zeb. 2:7-9; Dan. 2:44).

  3. 23.  Tenê Padşatiya Xwedê dikare problêmên însanetê bide hildanê (Zeb. 37:10, 11; 46:9; Îşa. 65:21-23).

 KUL-DERD

  1. 24.  Xwedê sebebê derdên me nîne (Qan. Dcr. 32:4; Aqûb 1:13).

  2. 25.  Mîrê-cina serwêrê vê dinê ye (Lûqa 4:5, 6; 1 Yûhn. 5:19).

  3. 26.  Xwedê derdên we divîne û dixwaze alî we bike (Zeb. 34:17-19; Îşa. 41:10, 13).

  4. 27.  Zûtirekê Xwedê wê hemû kul-derda bide hildanê (Îşa. 65:17; Eyan. 21:3, 4).

 MIRIN

  1. 28.  Mirî haş ji tiştekî tune ne, ewana naçerçirin (Waîz 9:5; Yûhn. 11:11-14).

  2. 29.  Mirî ne dikarin alî me bikin, ne jî ziyanê bidine me (Zeb. 146:4; Waîz 9:6, 10).

  3. 30.  Mirî wê bêne saxkirinê (Îb. 14:13-15; Yûhn. 5:28, 29; Kar. Şand. 24:15).

  4. 31.  “Îdî mirinê tunebe” (Eyan. 21:3, 4; Îşa. 25:8).

 RÊLÎGIYA

  1. 32.  Ne hemû rêlîgiya Xwedê xweş tên (Yêrem. 7:11; Met. 7:13, 14, 21-23).

  2. 33.  Xwedê durûtiyê nefret dike (Îşa. 29:13; Mîx. 3:11; Mark. 7:6-8).

  3. 34.  Hezkirin nîşana vê yekê ye, ku rêlîgiya rast kîjan e (Mîx. 4:3; Yûhn. 13:34, 35).