Here Naverokê

Here naverokê

PÊVEK C

Kursên Kitêba Pîroz bi Destê Weşana Heta bi Hetayê Dilşad Be! Çawa Tên Derbaskirin.

Kursên Kitêba Pîroz bi Destê Weşana Heta bi Hetayê Dilşad Be! Çawa Tên Derbaskirin.

Gava kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! hat hazirkirin birayan gelek dua kir û hûr û kûr lêkolîn kir. Ji bo ku em ji vê weşanê bi temamî feydeyê bistînin, gerek em kursên Kitêba Pîroz li gor vê rêberiyê derbas bikin.

Berî kursê

  1. 1. Rind haziriyê bike. Li ser hewcedarî, rewş û baweriyên xwendekarê xwe baş bifikire. Pê derxe ku li wî çi zor tê. Bifikire ku qismê “Zêdetir Hîn Bibe” çawa dikare alî xwendekar bike, û eger lazim be di dema kursê de li ser van nuqteyan bisekine.

Di dema kursê de

  1. 2. Eger xwendekar qebûl bike tu dikarî hem di destpêka dersê de hem jî di dawiya dersê de dua bikî.

  2. 3. Pir xeber nede, tenê li ser esasê kursê bimîne û bihêle ku xwendekar tiştên di dilê wî de bîne zimên.

  3. 4. Gava tu dest bi qismekî nû bikî, armanca vî qismî bixwîne û behsa navên hin dersan bike.

  4. 5. Gava hûn qismekî xelas bikin, derbasî dubarekirina vî qismî bibin. Ev yek wê alî xwendekar bike ku rastiyên ew hîn bûye ji bîr neke.

  5. 6. Li dema her dersê:

    1. Hemû paragrafên di rûpela pêşîn de bixwînin.

    2. Hemû ayetên bi nîşana “Bixwîne”, bixwînin.

    3. Eger lazim be ayetên din jî bixwînin.

    4. Li hemû vîdeoyên bi nîşana “Vêxe”, temaşe bikin (eger ji bo we ev yek mumkin be).

    5. Her pirsê bipirse.

    6. Bala wî bikişîne ser resmên li qismê “Hûr û Kûr Bifikire”, û bila ew fikra xwe bibêje.

    7. Çarçoveya bi navê “Hedef” bi kar bîne. Ev yek wê alî xwendekar bike ku pêşveçûna xwe ya ji aliyê ruhî ve bibîne. Mesela, tu dikarî dilê wî xurt bikî ku ew hedefa di çarçoveyê de yan hedefên din, yan her du jî, ji xwe re deyne.

    8. Ji xwendekarê xwe bipirse, gava wî ji bo dersê hazirî kir, di qismê “Zêdetir Hîn Bibe” de ka kêfa wî ji çi re hat.

    9. Xîret bike ku temamiya dersê di carekê de xelas bikî.

Piştî kursê

  1. 7. Her tim li ser xwendekarê xwe bifikire. Ji Yehowa re dua bike ku xwendekarê te ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here. Wekî din, ji Yehowa hîkmetê bixwaze ku tu bikaribî alî xwendekarê xwe bikî.