Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametî bona Mêvana

Elametî bona Mêvana

BIRÊN CABDAR Şixulê wan bira ew e, ku alî me bikin. Lema jî, ji kerema xwe bi temamî tevî wan şixulkariyê bikin û çi ku ewana dibêjin bikin. Mesele kîderê avta xwe gerekê bidine sekinandinê, çawa terbetiyê xwey kin, ciyên xwe bigirin û dîsa tiştên din.

NIXUMANDIN Ewên ku wê bêne nixumandinê, gerekê roja Şemiyê şebeqê ciyên xwe wêderê bigirin, kîderê ku wanara hatiye kifşkirinê, seva ku guh bidine gotara nixumandinê. Her kes ji wana gerekê tevî xwe pêjgîr û kincê layîq seva nixumandinê bîne.

QURBANKIRIN Li ser civata mezin êpêce ciyên seva rûniştandinê hene, hacetên dengbihîstinê û usa jî tiştên din. Ev hemû tişt bi rastî jî xercava girêdayî ne. Bi wan tişta em hemûşk şabûnê distînin û ew yek alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Qutiyên seva qurbankirinê hûn dikarin hêsa di oda civata mezinda bivînin, ewana usa jî bi nîşana hatine kifşkirinê. Hûn dikarin bi onlayn qurbankirina bikin ser malpera me donate.pr418.com. Hemû qurbankirinên we pir têne qîmetkirinê. Koma Rêberiyê razîbûna xwe hindava we hemûşka dide kifşê, wekî hûn bi merdanî piştgiriya şixulê Padşatiyê dikin.

ALÎKARIYA PÊŞIN Ji kerema xwe bîra xweda xwey kin, ku li wir tenê alîkariya bi lez didin.

ÎDARA TIŞTÊN UNDAKIRÎ Hemû tiştên undakirî, yên ku hatine dîtinê, gerekê bînin vê Îdarê. Hergê we tiştek unda kir, ji kerema xwe werên vê Îdarê û tiştên xwe bivînin. Zarên ku hatine undakirinê, usa jî gerekê bînin vê Îdarê. Lema jî seva ku tu kesî eciz nekin û nekevine strêsê, ji kerema xwe miqatî zarên xwe bin û bira ewana timê kêleka we bin.

CIYÊ RÛNIŞTANDINÊ Ji kerema xwe hindava yên dinêna jî berbihêr bin. Cî tenê seva neferên mala xwe bigirin, tevî kê hûn pê avtê hatin, ewên ku tevî we dimînin, ewên tevî kîjana hûn hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ji kerema xwe li ser ciyê kêleka xwe, tu tişt nehêlin seva ku yên dinêna bivînin, wekî ew cî vala ye û bikaribin xwera cî bigirin.

ALÎKARIYA REZEDILÎ Hergê hûn dixwazin alîkariyê bidine şixulê ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ye, dikarin nêzîkî Îdara Elametiya û Qulixiya Rezedilî bin.

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa Hazir Kiriye

© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania