Şahidên Yehowa – Em Kî ne?
Kok û zimanên me her çi qas ji hev cuda bin jî, armanca me yek e. Berî her tiştî, em dixwazin pesnê Yehowa Xwedê bidin, ê ku Kitêba Pîroz daye nivîsandin û her tişt afirandiye. Em xîret dikin ku Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal, û em serbilind in ku em şagirtên Îsa Mesîh in. Li seranserê dinyayê, em alî mirovan dikin ku ew li ser Kitêba Pîroz û li ser Padîşahiya Xwedê melûmatê bistînin. Ji ber ku em di heqê Yehowa Xwedê û Padîşahiya wî de şahidiyê dikin – yanî xeber didin – em wek Şahidên Yehowa tên bi nav kirin.
Malpera me kefş bike. Kitêba Pîroz li Înternetê bixwîne. Di heqê me û baweriyên me de zêdetir melûmatê bistîne.