Derbazî serecemê

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pawlos 2 Korintî 6:14-da derheqa kê dibêje “nebawer”?

2 Korintî 6:14-da em dixûnin: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî”. Hergê dîna xwe bidine kontêkstê, hingê zelal dibe wekî Pawlos xeber dide derheqa wan meriya, yên ku endemên civata Mesîhiya nînin. Evê yekê usa jî rêzên Kitêba Pîroze din îzbat dikin, kîderê ku Pawlos xeberên “nebawer” û “yên nebawer” dide xebatê.

Mesele, Pawlos ew Mesîhî sûcdar dikirin, yên ku diçûne dîwanê û “li ber nebawera” diketine dew-dozê (1 Korintî 6:6). Vira yên nebawer ser hakima tê gotinê, yên ku dîwana Korintîda qulix dikirin. Nema xweye dudada, Pawlos dibêje, wekî Mîrê-cina “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”. Çevên wan ça bêjî bi xêliyê hatiye dadanê û ewana mizgîniya xêrê navînin. Ewana tiştekî nakin, wekî vegerin cem Yehowa, derheqa çi jî Pawlos pêşda şirovekiribû: “Gava yek li Xudan vegere, hingê ‘ew xêlî tê hildanê’” (2 Korintî 3:16; 4:4).

Hine merivên “nebawer”, qanûnê diteribînin û pûtparist in (2 Korintî 6:15, 16). Lê dîsa jî ji wana ne hemûşk miqabilî xizmetkarên Yehowa dertên. Hine ji wan dixwazin hê zêde pêbihesin derheqa rastiyê. Hevalzewacê geleka jî Mesîhî ne û ewana şa ne ku tevî wan zewacêda nin (1 Korintî 7:12-14; 10:27; 14:22-25; 1 Petrûs 3:1, 2). Lê Pawlos çend cara xebera “nebawer” dide xebatê ser wan meriya, yên ku ça îda hatibû gotinê, endemê civata Mesîhiya nînin, nava kîjanêda tenê ew meriv in, yên ku “bawerî bi Xudan anîn” (Karên Şandiya 2:41; 5:14; 8:12, 13).

Prînsîpa ji 2 Korintî 6:14 hemû derecada rêberiya qîmet dide bona Mesîhiya. Ev şîret rêberiya baş e îlahî bona wan Mesîhiya, yên ku xwera hevalzewac digerin (Metta 19:4-6). Hemikî Mesîhiyên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine û hatine nixumandinê, xwera nava nebawermendada hevalzewac nagerin, çimkî qîmet, nêt û baweriya Mesîhiya ji yên nebawera cude dibin.

Lê çi em dikarin bêjin derheqa wan, yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin û têne ser civatên Mesîhiya? Çi dikarin bêjin derheqa xizmetkarên nenixumandî? Gelo ewana têne hesabê merivne nebawer? Na. Ewên ku rastiya mizgîniyê qebûl kirine û berbi nixumandinê diçin, nayêne hesabê merivne nebawer (Romayî 10:10; 2 Korintî 4:13). Kornêlyo hê pêşiya nixumandina xwe hate navkirinê ça yekî “xweyîman û xwedêxof” (Karên Şandiya 10:2).

Gelo wê bi bîlanî be hergê Mesîhiyê nixumandî destpêke tevî xizmetkarê nenixumandî bi nêta hevstandinê heleqetiya romantîk çêke, dêmek hesab ke wekî şîreta Pawlose ji 2 Korintî 6:14, bona vê derecê nîne? Na, ev yek ne bi bîlanî ye. Çima? Çimkî derheqa jinebîke ku Mesîhî bû, Pawlos usa nivîsî: “Ew aza ye, tevî kê bixwaze dikare mêr ke, tenê bawermendê Xudan be” (1 Korintî 7:39). Li gora van giliyê Pawlos, Mesîhiyên nixumandî gerekê tenê nava “bawermendê Xudan”, hevalzewac xwera bigerin.

Çi tê hesabê xebera “bawermendê Xudan” û xebera ku wêva girêdayî ye, dêmek “Mesîhda”? Romayî 16:8-10-da û Kolosî 4:7-da Pawlos xeber dide derheqa merivên ku “bawermendê Xudan” bûn û “Mesîhda” bûn. Wan rêzada Pawlos ser wan meriva dibêje “heval-xebat”, “delal”, “amin û heval-xulamekî yektiya Xudanda”.

Çi çax kesek dibe “xulamekî . . . Xudanda”? Hingê çaxê ew destpêdike wê yekê bike, çi ku ji xulam tê dewakirinê û xwe înkar dike. Îsa got, ku hergê kesek dixwaze bibe peyçûyê wî, ew gerekê xwe înkar ke, stûna cefayê hilde û pey wî here (Metta 16:24). Meriv hingê destpêdike pey Îsa here û qirara Xwedê bîne sêrî, çaxê emirê xwe tesmîlî Xwedê dike. Paşî nixumandinê ew dibe xizmetkarê Xwedê, kîjan ku qebûlkirina Yehowa Xwedê distîne. * Lema jî “bawermendê Xudan” bistînin, tê hesabê tenê tevî wî kesî bikevine zewacê, kîjan ku eşkere baweriya xwe daye kifşê û hatiye nixumandinê ça “xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh” (Aqûb 1:1).

Gelek baş e çaxê kesê ku tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibe, ruhanîda pêşda diçe. Lê dîsa jî ewî hê emirê xwe tesmîlî Yehowa nekiriye, ruhê xwequrbankirinê nedaye kifşê û hê xizmetkarê Xwedê nîne. Ev hê guhastina dike. Pêşiya ku derheqa zewacê bifikire, ev gerekê guhastinên mezin bike, emirê xwe tesmîlî Xwedê bike û bê nixumandinê.

Gelo wê bi bîlanî be destpêkin tevî merivê ku ça tê kifşê ruhanîda pêşda diçe, heleqetiya romantîk pêşda bînin bi vê nêtê ku, çaxê ew bê nixumandinê, hev bistînin? Na. Nêta xwendekarê Kitêba Pîroz hindava nixumandinê dikare nerast be hergê ew bizanibe, ku Mesîhê nixumandî dixwaze wê bistîne, lê tenê wî çaxî gava ew bê nixumandinê.

Gelek derecada meriv wedelû ça xizmetkarê nenixumandî xizmet dike û paşê tê nixumandinê. Wê derecêda jî bi bîlanî ye hildin hesab şîreta ku tenê tevî bawermendê Xudan bikevine zewacê. Lê çi em dikarin bêjin derheqa wî kesî yê ku malbeta Mesîhîtîda hatiye mezinkirinê û îda gihîştiye wan salên emir ku dikare bikeve zewacê, civatêda gelek xîret e û xizmet dike ça mizgînvanê nenixumandî? Baş, lê çima ew xwe ji nixumandinê paş dixe û emirê xwe tesmîlî Yehowa nake? Dibeke dilê wîda şik heye? Rast e ew nebawermend nîne lê dîsa jî ew hê “bawermendê Xudan” jî nîne.

Şîreta Pawlos derheqa zewacê bona kara me ye (Îşaya 48:17). Çaxê herdu dergîstiya jî emirê xwe tesmîlî Yehowa kirine, hingê hîmê zewaca wan qewî ye. Nihêrandin û nêtên wan mîna hev in. Usa ewana wê yektiyêda bin û zewaca wan wê bextewar be. Xêncî wê yekê, Mesîhiyê ku tevî bawermendê Xudan dikeve zewacê, aminiya xwe hindava Yehowa dide kifşê. Ew wê keremên her-heyî bistîne, çimkî Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Tu [Yehowa] aminara amin î” (Zebûr 18:25).

[Spartin]

^ Nema Pawlosê şandî berî ewlin bona Mesîhiyên bi ruh kifşkirî bû. Bibine xulamê Xudan seva wan usa jî dihate hesabê kifşkirina xwe bistînin, dêmek bibine lawên Xwedê û birên Mesîh.

[Şikil]

“Tu [Yehowa] aminara amin î”