Derbazî serecemê

Ruhanîda Pêşda Herin; Roja Yehowa Nêzîk e

Ruhanîda Pêşda Herin; Roja Yehowa Nêzîk e

Ruhanîda Pêşda Herin; Roja Yehowa Nêzîk e

“Bêne ser hînbûna gihîştî” (ÎBRN. 6:1).

1, 2. Çi cûreyî Mesîhiyên qirna yekêra, ku Orşelîmêda û Cihûdayêda dijîtin, mecal vebû ku birevine “çiya”?

 ÇAXÊ Îsa li ser erdê bû, şagirtên wî nêzîkî wî bûn û ji wî pirsîn: “Nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” Îsa bi pêxembertî caba wan da, û ev pêxembertî cara pêşin qirna yekêda hate sêrî. Îsa derheqa qewimandinên usa pêxembertî kir, yên ku gerekê nîşana wê yekê bûna, ku axiriya vê dinyayê nêzîk e. Gava Cihûya ew qewimandin bidîtana, gerekê bireviyana “çiya” (Metta 24:1-3, 15-22). Gelo şagirtên Îsa wê ev nîşan têderxistana û guh bidana rêberiya Îsa?

2 Weke 30 sal şûnda, sala 61 D.M.-da, Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra, yên ku Orşelîmêda û der-dorê wê dijîtin, nemeke mexsûs nivîsî. Lê ne Pawlos, ne jî bawermendên tevî wî, nizanibûn wekî ev qewimandin ku wê bibûya nîşana destpêbûna tengasiya mezin, wê weke pênc sal şûnda biqewime (Met. 24:21). Sala 66 D.M-da eskerên Romayî bin rêberiya Tsêstî Galîûs, hatin ku Orşelîmê zeft kin. Hindik mabû ewana şeher zeft kirana, lê nişkêva paşda çûn û usa bineliyara mecal çêbû ku birevin.

3. Pawlos Mesîhiyên Îbranîra çi got, û çima?

3 Seva ku Mesîhiya fem kirana ku ev qewimandin çi têne hesabê û bireviyana çiya, ewana gerekê serwaxt bûna û nihêrandina ruhanî xwey kirana. Lê hinek guhada “giran” bûn. Ewana mîna zarên virnî bûn, yên ku “hewcê şîr in” (Bixûne Îbranî 5:11-13). Hela hê hineka ji wan jî, kîjan ku gelek sal xwe li riya rastiyê girtibûn, destpêkirin “pişta xwe” bidine “Xwedêyê sax” (Îbrn. 3:12). Hineka xwera kire “xeyset” civata berdin, çaxê îdî “Roja Axretê nêzîk” dibû (Îbrn. 10:24, 25). Pawlos wededa gote wan: “Awa em hînbûnên pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî” (Îbrn. 6:1).

4. Çima gelek ferz e, ku em timê ruhanîda hişyar bimînin, û vê yekêda çi wê alî me bike?

4 Em wî wedeyîda dijîn, ku pêxembertiya Îsa cara paşin tê sêrî. “Roja mezin ya Xudan”, dêmek xilaziya sîstêma Mîrê-cina, îda gelek “nêzîk e” (Sêfn. 1:14, ÎM). Îlahî niha gelek ferz e, ku em ruhanîda hişyar bimînin (1 Pet. 5:8). Lê bi rastî em qewatê didine xebatê bona vê yekê? Hergê em ruhanîda gihîştî bin, ev yek wê timê alî me bike, ku bîr nekin em çi wedeyîda dijîn.

Çi Tê Hesabê Gihîştîbûna Ruhanî?

5, 6. (a) Çi dikeve nava gihîştîbûna ruhanî? (b) Kîjan du pirsada em gerekê ser xwe bixebitin, ku ruhanîda gihîştî bin?

5 Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranî ne tenê hêlan dikir ku ruhanîda gihîştî bin, lê usa jî şirovekir ku çi dikeve nava vê yekê (Bixûne Îbranî 5:14). “Merivên gihîştî” tenê bi “şîr” razî nabin. Ewana “xwarina giran” didine xebatê. Bi saya vê yekê ewana dikarin him tiştên hêsa, him jî kûraya rastiyê rind fem bikin (1 Korn. 2:10). Xêncî wê yekê, femkariya yên gihîştî bi saya xebitandina zanebûnê hînkirî ye, çi ku alî wan dike qencî û xirabiyê ji hev derxin. Çaxê ewana gerekê safîkirina bikin, femkarî alî wan dike ku bivînin, kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê û çi cûreyî.

6 Pawlos nivîsî: “Gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştên me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin” (Îbrn. 2:1). Em ne jî dikarin têderxin, ku emê ça bêne xalifandinê. Seva ku ev yek neyê serê me, em gerekê “gelekî guh bidine” wê yekê, çi ku em wedê hînbûna Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Ez heta niha bi rastiyên hêsa razî dibim? Hînbûna min sera-bera ye, yan ez bi temamiya dilê xwe rastiyê lêkolîn dikim? Ez çawa dikarim ruhanîda diha pêşda herim?” Seva ku ruhanîda gihîştî bin, em gerekê ser xwe bixebitin, îlahî du pirsada. Berî pêşin, em gerekê Xebera Xwedê rind fem bikin, û ya duda em gerekê hîn bin guhdar bin.

Xebera Xwedê Rind Lêkolîn ke

7. Hergê em Xebera Xwedê kûr lêkolîn kin, emê çi karê bistînin?

7 Pawlosê şandî nivîsî: “Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina rastiyê bimehîne, çimkî dergûş e” (Îbrn. 5:13). Seva ku ruhanîda gihîştî bin, em gerekê Xebera Xwedê rind bizanibin, ku fem bikin hela Xwedê çi dixwaze mera bêje. Lema jî em gerekê Kitêba Pîroz û edebyetên ji “xulamê amin û serwaxt” rind lêkolîn kin (Met. 24:45-47). Vî cûreyî em femkariya xwe hîn dikin û destpêdikin pê çevê Xwedê ser tişta binihêrin. Were dîna xwe bidin Orkîdê, kulfeta ku Mesîhî ye. * Ew dibêje: “Şîreta wê yekê ku gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin, gelek ser jîyîna min hukum bû. Minra du sal lazim hat, seva ku bi temamî Kitêba Pîroz bixûnim. Wî wedeyîda minra usa dihate kifşê, ku ez cara pêşin tevî Efirandar dibime nas. Ez pêhesiyam ku çi wî xweş tê û çi na. Usa jî ez pêhesiyam derheqa zoraya qewata wî û kûraya bîlaniya wî. Xwendina Kitêba Pîroz alî min kir, ku rojên lapî çetine jîyîna xweda bikaribim teyax kim”.

8. Xebera Xwedê ça dikare ser me hukum be?

8 Çaxê em her gav Kitêba Pîroz dixûnin, em dihêlin ku Xebera Xwedê ser me hukum be (Bixûne Îbranî 4:12). Xwendin ser dilê me usa hukum dibe, ku em diha Xwedê xweş tên. Lê tu texmîn dikî, ku gerekê hê zêde wede veqetînî bona xwendina Kitêba Pîroz û fikirandinê?

9, 10. Çi tê hesabê Xebera Xwedê rind fem bikin? Meselê bîne.

9 Seva ku Kitêba Pîroz rind bizanibin, bes nîne tenê pêbihesin têda çi tê gotinê. Em nikarin bêjin, wekî wedê Pawlosê şandî, dergûşên ruhanî Xebera Xwedê qet nizanibûn. Lê ewana ev zanebûn jîyîna xweda nedidane xebatê û ne jî kara vê yekê didîtin. Dêmek ewana xîret nedikirin, ku nêta Nivîsarên Pîroz fem bikin, seva ku safîkirinên baş bikin.

10 Xebera Xwedê rind bizanibin, tê hesabê haş vê yekê hebin, ku têda çi nivîsar e û usa jî evê zanebûnê jîyîna xweda bidine xebatê. Mesela Kayl, kulfeteke ku Mesîhî ye, rind evê yekê dide kifşê. Ser xebatê orta wê û xebatçîke din problêm çêbû. Gelo ewê çi cûreyî ev problêm safî kir? Kayl gilî dike: “Hate bîra min giliyê ji Romayî 12:18, kîderê ku nivîsar e: ‘Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayêda bin’. Min gote wê kulfetê ku paşî xebatê em rastî hev bên”. Wana karibû problêmê nav xweda safî kin. Kirê Kayl gelek baş ser wê kulfetê hukum bû, çimkî ewê gava pêşin avît ku tevî wê li hev bê. Kayl dibêje: “Min fem kir, ku hergê timê prînsîpên Kitêba Pîroz bidin xebatê, emê tu car poşman nebin”.

Hîn be Guhdar bî

11. Kîjan mesele dide kifşê, wekî derecên çetinda hêsa nîne guhdar bin?

11 Carna hêsa nîne zanebûna ji Kitêba Pîroz emirê xweda, îlahî derecên çetinda, bidine xebatê. Mesele, hine wext paşî wê yekê ku Yehowa Îsraêlî ji Misirê aza kirin, cimetê “bîna xwe li Mûsa teng kirin” û “Xudan dicêribînin”. Gelo menî çi bû wana usa kir? Ewana tî bûn û av dixwestin (Derk. 17:1-4). Cimetê peyman tevî Xwedê girêdabû û soz dabû ku “hemû xeberên ku Xudan gotîye, . . . bikin”. Lê du mehe jî derbaz nebibû, wana qanûna wîye derheqa pûtparistiyê teribandin (Derk. 24:3, 12-18; 32:1, 2, 7-9). Gelo dibe menî ev bû ku tirs ketibû dilê cimetê, çimkî Mûsa gelek wext ji Çiyayê Horebê peya nedibû, çaxê çûbû ji Xwedê temiya bistîne? Dibeke Îsraêlî difikirîn, wekî Amelîkî wê dîsa hicûmî ser wan kin û bêy Mûsa ewana wê nikaribin serkevin, çawa ku berê ewana bi destê wîyî hilbirandî ser ketin? (Derk. 17:8-16) Diqewime menî hema ev bûn. Lê çi jî hebe Îsraêliya “nexwestin gura” Xwedêda bimînin (Kar. Şand. 7:39-41). Pawlos Mesîhî hêlan dikirin, wekî ewana her tiştî bikin, seva ku çev nedine mesela Îsraêliya, gava ewana ditirsiyan bikevine Erdê Sozdayî (Îbrn. 4:3, 11).

12. Îsa ça hîn bû ku guhdar be û ewê yekê çi kar wîra anî?

12 Ruhanîda gihîştî bin tê hesabê, ku her tişt çi destê me tê, bikin seva gura Yehowada bin. Ji mesela Îsa Mesîh tê kifşê, wekî gelek car meriv bi saya çerçirandinê hîn dibe ku guhdar be (Bixûne Îbranî 5:8, 9). Pêşiya hatina ser erdê, Îsa gura Bavê xweda bû. Lê seva ser erdê jî qirara Bavê xwe bianiya sêrî, ew him fîzîkî him jî êmosiyalîda diçerçirî. Bi saya wê yekê ku derecên lapî çetinda jî Îsa guhdar dima, ew “hate kamilkirinê” û îda hazir bû ku ewê cabdariyê hilde ser xwe, kîjan ku Xwedê wîra kifş kiribû, dêmek bibe Padşa û Serekkahîn.

13. Çi eyan dike wekî em hîn bûne ku guhdar bin?

13 Çi em dikarin bêjin derheqa xwe? Me safî kiriye ku hela hê derecên çetinda jî gura Yehowa bikin? (Bixûne 1 Petrûs 1:6, 7) Temiyên Xwedê derheqa namûsiyê, helaliyê, xeberdana temiz, xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, hazirbûna ser civata û xizmetiyê, zelal in (Yêşû 1:8; Met. 28:19, 20; Efes. 4:25, 28, 29; 5:3-5; Îbrn. 10:24, 25). Gelo em wan temiya tînin sêrî, gava mera çetin e jî? Hergê erê, dêmek em ruhanîda gihîştî ne.

Gihîştîbûna Ruhanî Çi Karê Tîne?

14. Meselê bînin ku îzbat dike, wekî gihîştîbûna ruhanî dikare me biparêze.

14 Vê dinyayêda meriva “şerma rûyê xwe unda kirine”, lê ev yek ku Mesîhî dikarin qencî û xirabiyê ji hev derxin, wana gelek diparêze (Efes. 4:19). Mesele, birak bi navê Cêyms timê edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz dixwend û gelek qîmet dikir. Ew kete xebateke usa, kîderê ku tenê jin dixebitîn. Ew dibêje: “Gelek ji kulfeta şerma xwe unda kiribûn, lê yek ji wan yeke namûs dihate kifşê û hela hê rastiya Kitêba Pîroz jî jêra hewas bû. Lê carekê, çaxê ez tevî wê odekêda bûm, ewê destpêkir hindava minda xwe necayîz bide kifşê. Pêşiyê min tirê ew heneka dike, lê çiqas diçû ewê temê derdixist û min nikaribû ew bida sekinandinê. Wê demê gotareke ji ‘Birca Qerewiliyê’ derheqa birakî hate bîra min, kîjan ku ser xebatê rastî dereceke usa hatibû. Wê gotarêda usa jî mesela Ûsiv û jina Potîfar nivîsar bû. * Min derbêra ew keçik def da û ew reviya” (Destp. 39:7-12). Cêyms şa bû wekî hemû tişt usa xilaz bû û ewî karibû îsafa temiz xwey ke (1 Tîmt. 1:5).

15. Gihîştîbûna ruhanî ça alî me dike, wekî dilê xweyî sîmbolîk qewî kin?

15 Gihîştîbûna ruhanî alî me dike, wekî dilê xweyî sîmbolîk qewî kin û “ber bayê cûre-cûre hînkirinên xerîb nekevin” (Bixûne Îbranî 13:9). Çaxê nêta me ev e ku ruhanîda pêşda herin, em dîna xwe didine ser tiştên “here qenc” (Fîlî. 1:9, 10). Ew yek alî me dike ku heleqetiya xweye tevî Xwedê diha qîmet kin, û usa jî bişêkirînin ew her tişt çi ku ew bona kara me dide (Rom. 3:24). Mesîhiyên ku “hişê xweda gihîştî” ne, dilê xweda şêkirdariyê pêşda tînin û ji heleqetiya nêzîk tevî Yehowa, şabûnê distînin (1 Korn. 14:20).

16. Çi alî xûşkekê kir, ku dilê xwe qewî ke?

16 Xûşkeke bi navê Lûîza tîne ser xwe, wekî wedekê paşî nixumandinê, bona wê ya ferz ew bû, ku merivê derheqa wê çi bifikirin. Ew dibêje: “Min tu tiştekî xirab nedikir, lê xwestina ku Yehowara xizmet kim, dilê minda tune bû. Min fem dikir, ku hergê ez dixwazim her tiştî, çi ku qewata min digihîjê, bona Yehowa bikim, ez gerekê bême guhastinê. Ya lape çetin ew bû ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kim”. Lûîza ser xwe xebitî û dilê xweyî sîmbolîk qewî kir. Ewê yekê gelek alî wê kir, çaxê ew giran nexweş ket (Aqûb 5:8). Lûîza dibêje: “Rast e, ez ji bo nexweşiyê gelek çerçirîm, lê ez zef nêzîkî Yehowa bûm”.

“Bi Dil û Can” Guhdar be

17. Çima guhdarîkirin gelek ferz bû îlahî qirna yekêda?

17 Şîreta Pawlos ku “bêne ser hînbûna gihîştî” gelek ferz bû bona Mesîhiyên qirna yekê, kîjan ku Orşelîmêda û Cihûdayêda dijîtin, çimkî vê yekêva jîyîna wan girêdayî bû. Ewên ku guh dane vê şîretê, ruhanîda hişyar bûn, çi ku alî wan kir têderxin nîşana ku Îsa dabû. Ev dihate hesabê ku ewana gerekê bireviyana çiya. Çaxê wana “Herimiya Wêrankirinê ciyê pîrozda sekinî” dîtin, dêmek ku eskerên Romayî dora Orşelîmê girtibûn û dixwestin biketana hindur, hingê wana fem kir, ku wede ye birevin (Met. 24:15, 16). Mesîhiya guh dane şîreta Îsa ku pêşda pêxembertî kiribû û heta ku Orşelîm bihata wêrankirinê, derketin, revîn. Li gora giliyê terîxzanê dêrê Êvsêbîos, Mesîhî cîwar bûn bajarê Pêllayêda, li topraxa Gîledê, li ciyê ku çiya bûn. Usa wana karibû xwe ji xezeba mezin xilaz kirana.

18, 19. (a) Çima rojên meda gelek ferz e guhdar bin? (b) Gotara dinda emê derheqa çi xeber din?

18 Îsa got wekî, “tengasîke usa mezin” wê hemdinyayêda bibe, kîjan ku pêşda tu car neqewimîbû. Zûtirekê ev pêxembertî wê bê sêrî. Hingê guhdarîkirina me, kîjan ku ji gihîştîbûna ruhanî pêşda tê, wê gelek ferz be (Met. 24:21). Gelo emê guhdariya her rêberîke “wekîlxercê amin û serwaxt” bikin, gava axiriyêda ewana bi lez bidine me? (Lûqa 12:42) Bi rastî gelek ferz e, wekî em “bi dil û can” guhdar bin! (Rom. 6:17)

19 Seva ku ruhanîda gihîştî bin, em gerekê femkariya xwe hîn kin. Seva vê yekê em gerekê berdewam kin hê rind Xebera Xwedê lêkolîn kin û hînî guhdariyê bin. Gava cahil destpêdikin ruhanîda pêşda herin, ewana rastî gelek çetinaya tên. Gotara dinda wê bê gotinê, ku çi cûreyî dikarin wan çetinaya alt kin.

[Spartin]

^ Hine nav hatine guhastinê.

^ Binihêrin gotar “Mêrxas be wekî Gunera Bêjî ‘na’” ji “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê, sala 1999.

Hûn Çi Pêhesiyan?

• Çi ye gihîştîbûna ruhanî û çawa wê qazanc kin?

• Zanebûna Xebera Xwedê çi cûreyî alî me dike ku em gihîştî bin?

• Em çi cûreyî hîn dibin, ku guhdar bin?

• Gihîştîbûna ruhanî çi karê tîne?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Şikil]

Pêkanîna prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, wekî ruhanîda gihîştî bin û problêma safî kin

[Şikil]

Mesîhiyên qirna yekê guh dane şîreta Îsa, û emirê xwe xilaz kirin