Derbazî serecemê

Çira Gerekê Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?

Çira Gerekê Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?

Çira Gerekê Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?

“Hema vê şeva derbazbûyî milyaketekî wî Xwedêyê ku ez para wî me û wî dihebînim, minva xuya bû” (KARÊN ŞANDIYA 27:23).

1. Meriv pêşiya ku xwe tesmîlî Xwedê bikin, çi guhastina gerekê bikin, û ser hîmê wê yekê kîjan pirs pêşda tên?

 “TE GUNÊN xwe tobe kiriye û xwe tesmîlî Yehowa kiriye û qebûl dikî, wekî bi saya Îsa Mesîh, tu dikarî xilazkirinê bistînî?” Ev heye yek ji wan du pirsên paşî gotara bona nixumandinê, caba kîjana ku merivên têne nixumandinê, didin. Çima Mesîhiyara lazim e emirê xwe tesmîlî Yehowa kin? Tesmîlbûyîn çi karê mera tîne? Çira Xwedê qebûl nake hebandina wî merivî, yê ku xwe tesmîlî wî nekiriye? Seva ku cabên wan pirsa pêbihesin, berî ewlin were şêwir kin ku çi tê hesabê tesmîlbûyîn.

2. Çi tê hesabê xwe tesmîlî Yehowa kin?

2 Çi tê hesabê xwe tesmîlî Xwedê kin? Dîna xwe bidine wê yekê ku ça Pawlosê şandî heleqetiya xweye tevî Xwedê şirovedikir. Gava ev gemî ku Pawlos û gelek merivên din têda bûn, rastî qeziyê hat, ewî ber wan gişka derheqa Yehowa got: “Xwedêyê ku ez para wî me” (Bixûne Karên Şandiya 27:22-24). Hemû Mesîhî para Yehowa Xwedê ne. Lê derheqa merivên wê dinyayê nivîsar e, wekî “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhn. 5:19). Meriv dibe para Yehowa, çaxê bi dua xwe tesmîlî wî dike. Tesmîlbûyîn soz e, ku meriv dide Xwedê. Paşî tesmîlbûyînê meriv avêda tê nixumandinê.

3. Nixumandina Îsa sîmbola çi bû û şagirtên wî ça dikarin çev bidine wî?

3 Wê yekêda Îsa mera meseleke baş hîşt. Îsa nava cimeta Îsraêlda, ku Xwedêra îda tesmîlkirî bû, hate bûyînê, lema jî hewce nîbû ku ew xwe tesmîlî Xwedê ke. Dêmek, Îsa hate nixumandinê ne bona wê yekê ku xwe tesmîlî Xwedê bikira, lê nixumandina wî sîmbola tiştekî din bû. Ewî got: “Va me ya Xwedê, ez hatim emirê te bînime sêrî” (Îbrn. 10:7; Lûqa 3:21). Ça tê kifşê, nixumandina Îsa sîmbola wê yekê bû, ku ew hazir bû qirara Bavê xwe bîne sêrî. Şagirtên wî çev didine wî, lema jî têne nixumandinê. Lê nixumandina wan tê hesabê, ku ewana duakirina şexsîda xwe tesmîlî Xwedê kirine û ewê yekê ber çevê hemûya îzbat dikin.

Tesmîlbûyîn Çi Karê Mera Tîne

4. Hevaltiya orta Dawid û Yonatan çi mera eyan dike derheqa cabdariyê?

4 Tesmîlbûyîna Mesîhîtî gaveke gelek ferz e. Ev tê hesabê ne ku tenê hine cabdarî hildin ser xwe, lê hê zêde tişt. Gelo tesmîlbûyîn çi karê mera tîne? Seva ku caba wê pirsê fem bikin, were em şêwir kin ku cabdarî çi karê tîne, mesele cabdariya hevala. Seva ku hevalekî meyî nêzîk hebe, em gerekê hazir bin hine cabdariya hildin ser xwe, mesele wekî bona wî xem bikin. Yek ji meselên hevaltiyê ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, ev heye hevaltiya Dawid û Yonatan. Ewana hela hê peyman jî tevî hev girêdabûn û derheqa hevaltiya xwe sond xwaribûn (Bixûne 1 Samûyêl 17:57; 18:1, 3). Rast e aminiya wî cûreyî îda tek-teka ye, lê yeke hevaltiya orta meriva diha qewî dibe çaxê ewana texmîn dikin, wekî ewana bona hev cabdar in (Metlk. 17:17; 18:24).

5. Xulam çi gerekê bikira wekî hertim xulamê axakî bûya?

5 Qanûnêda, ku Yehowa dabû cimeta Îsraêl, em dikarin meseleke din derheqa kara soz û peymanê bivînin. Hergê xulam nedixwest ji axayê xwe aza be, çimkî axayê wî yekî qenc bû û ewî mala wîda xwe bêxof texmîn dikir, ewî dikaribû tevî axayê xwe peymaneke usa girêda, ku îzin tunebû biteribînin. Qanûnêda dihate gotinê: “Heger xulam aşkere bêje: ‘Ez axayê xwe, jin û zarên xwe hiz dikim, naxwazim derême azayê hingê axayê wî, bira wî bibe cem hakima û wî nêzîkî dêrî, yan rexderî ke, axayê wî bi dirêşê guhê wî qul ke û heta ew xweş be bira xulamê wî be” (Derk. 21:5, 6).

6, 7. (a) Cabdarî çi karê merivara tînin? (b) Ça ew yek heleqetiya meye tevî Yehowava girêdayî ye?

6 Usa jî gava meriv dikeve zewacê, cabdariyên mezin hildide ser xwe. Ew cabdarî bona hevalzewac e, ne ku bona qolê ser kaxaz e. Hergê meriv bêy zewaca qanûnî tevayî dijîn, wî çaxî ne ewana, ne jî zarên wan wê xwe bi temamî parastî texmîn nekin. Lê jin-mêrên ku zewaca xwe bi qanûnî destûr kirine, û bona hev cabdarî hildane ser xwe, ser hîmê Nivîsarên Pîroz ewana gerekê çetinayên xwe bi hizkirin safî kin (Met. 19:5, 6; 1 Korn. 13:7, 8; Îbrn. 13:4).

7 Wedê berê meriv peyman girêdidan, çaxê pirsên xebatêva girêdayî safî dikirin yan jî destpêdikirin cîkî bixebitin (Met. 20:1, 2, 8). Îro jî hema usa ye. Mesele, çaxê meriv safî dikin bîznêsê saz kin yan jî destpêdikin cîkî bixebitin, wê baş be ku peymanê girêdin û ser kaxaz destûr kin. Hergê bi saya soz heleqetiya orta hevala û jin-mêra qewî dibe, îlahî heleqetiya me tevî Yehowa wê diha qewî be çaxê em soz didine wî û xwe tesmîlî wî dikin! Were niha şêwir kin, wekî wan merivara ku wedê berê dijîtin çi kar anî ew yek ku wana xwe tesmîlî Yehowa kirin.

Tesmîlbûyînê Îsraêliyara Kar Anî

8. Tesmîlbûyîn bona cimeta Îsraêl çi dihate hesabê?

8 Cimeta Îsraêl soz da Xwedê û bû cimeta wîye tesmîlkirî. Yehowa cimeta Îsraêl ber Çiyayê Sînayê top kir û gote wan: “Heger hûn rast gura min bikin û peymana min xweyî kin, hingê hûnê ji nav hemû miletada bibine milkê min”. Û cimetê hevra cab da û got: “Hemû gotinên Xudan emê bikin!” (Derk. 19:4-8). Bibine cimeta Xwedêye tesmîlkirî, bona Îsraêliya dihate hesabê ne ku tenê cabdarî, lê diha zêde tişt. Ev yek dihate hesabê wekî ewana para Xwedê ne û Yehowa wan hesab dikir ça “milkê” xweyî mexsûs.

9. Tesmîlbûyînê çi kar cimeta Îsraêlra anî?

9 Ew yek ku Îsraêlî para Yehowa bûn, kar wanra dianî. Yehowa hindava wanda amin bû û bona wan usa xem dikir, ça dê-bav bi hizkirinê bona zara xwe xem dikin. Xwedê gote Îsraêliya: “Gelo jin dikare zarokê xwe, yê li ber şîr ji bîr bike? Gelo ew li ber kurê zikê xwe nakeve? Belkî ew jî bîr bikin, lê ezê te bîr nekim” (Îşa. 49:15, ÎM). Yehowa cimetêra Qanûn dida bona rêberiyê wan bike, pêxember dişandin seva ku hêlanê bidine wan û usa jî melek dişandin, wekî cimetê biparêzin. Zebûrbêjekî nivîsî: “Ew xebera Xwe Aqûbra dibêje, qanûn û qirarên Xwe jî Îsraêlra. Bona tu miletî Xudan aha nekir” (Zeb. 147:19, 20; bixûne Zebûr 34:7, 19; 48:14). Hema ça Yehowa wedê berê bona cimeta xwe xem dikir, usa jî rojên meda ewê xem bike bona wan, yên ku xwe tesmîlî wî dikin.

Çira Em Gerekê Xwe Tesmîlî Xwedê Bikin

10, 11. Gelo em malbeta Xwedêda têne bûyînê? Şiroveke.

10 Hine merivên ku difikirin emirê xwe tesmîlî Xwedê bikin yan na, dibeke pirseke usa bal wan pêşda tê: “Çira ez nikarim bêy tesmîlbûyînê Xwedêra xizmet kim?” Emê caba wê pirsê fem bikin hergê bînin bîra xwe ku ji bo gunê Adem, em ketine çi halî. Em gişk jî gunekar têne bûyînê û lema jî para malbeta Xwedê nînin (Rom. 3:23; 5:12). Tesmîlbûyîn ew heye dewakirina Xwedê bona wê yekê ku ew me malbeta xweda qebûl ke. Were şêwir kin çima ew yek usa ye.

11 Cem tu kesî ji me bavekî usa tune ku bikaribûya jîyîna kamil derbazî me kira, dêmek jîyîna usa kîjan ku serê-sêrîda hebû (1 Tîmt. 6:19). Em nehatine bûyînê ça zarên Xwedê, çimkî paşî gunekirina merivên pêşin, însanet ji Bavê xweyî hizkirî, dêmek ji Efirandarê xwe, hatibû qetandinê (Beramber ke Qanûna Ducarî 32:5). Ji wî wedeyî însanet ji Xwedê dûr ketiye û ji malbeta wî başqe bûye.

12. (a) Merivê gunekar ça dikare bibe para malbeta Xwedê? (b) Kîjan gava em gerekê bavêjin, pêşiya ku bêne nixumandinê?

12 Lê dîsa jî her kes ji me dikare ji Xwedê hîvî ke, wekî wî malbeta xweda qebûl ke, nava kîjanîda ku tenê xizmetkarên wîye amin in. * Lê bi saya çi mecala usa bal me gunekara heye? Pawlosê şandî nivîsî: “Em tevî Xwedê bi mirina Kurê wî li hev hatin, gava eme neyar bûn” (Rom. 5:10). Bi nixumandinê em, ça bêjî ji Xwedê îsafa temiz hîvî dikin, seva ku li wî qebûl bin (1 Pet. 3:21). Lê pêşiya ku bêne nixumandinê, em gerekê hine gava bavêjin. Em gerekê zanebûnê derheqa Xwedê bistînin, hîn bin ku îtbariya xwe wî bînin, gunê xwe tobe kin û rabûn-rûniştina xwe rast kin (Yûhn. 17:3; Kar. Şand. 3:19; Îbrn. 11:6). Seva ku bibine endemê malbeta Xwedê, dîsa tiştek lazim e bikin. Gelo ew çi ye?

13. Çira hêja ye ku meriv sozê tesmîlbûyînê bide Xwedê, seva bibe endemê malbeta Wî?

13 Pêşiya ku kesê ji malbeta Xwedê qetiyayî bibe para malbeta wîye ku ji xizmetkarên wîye amin e, ew gerekê Yehowara soz bide. Seva ku rind fem bikin wekî ew soz çira lazim e, were meselekê şêwir kin. Bide ber çevê xwe, wekî merivê xweyîqedir dixwaze gedekî ser xwe binivîse ça kurê xwe. Lê pêşiyê ew dixwaze, wekî gede soz bide, ku wê wî ça bav hiz bike û qedirê wî bigire. Tenê wî çaxî mêr wê ewî gedeyî bike kurê xwe. Ew dewakirin bi aqilayî ye. Bi wî cûreyî Yehowa wê wan meriva bike endemê malbeta xwe, kîjan ku dixwazin, sozê tesmîlbûyînê bidine wî. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Qalibê xwe diyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li wî qebûl” (Rom. 12:1).

Îzbatiya Bawerî û Hizkirinê

14. Tesmîlbûyîn ça hizkirinê eyan dike?

14 Bi sozê tesmîlbûyînê em eyan dikin, wekî bi dil Xwedê hiz dikin. Ew yek bi cûrekî mîna sozê zewacê ye. Zevê ku Mesîhî ye, soz dide bûkê, wekî wê hemû derecada jêra amin bimîne. Bi wê yekê ew hizkirina xwe jêra dide kifşê. Bêşik, ew ne ku tenê soz e, lê usa jî peyman e, ku ew orta xwe û bûkêda girêdide. Zevê ku Mesîhî ye fem dike ku bêy wê peymanê ewê nikaribe tevî bûkê bijî. Hema usa emê jî nikaribin bibine endemên malbeta Xwedê, heta ku xwe tesmîlî wî nekin. Rast e, em neqedandî ne, lê em xwe tesmîlî Xwedê dikin, çimkî dixwazin bibine para wî. Bi wê yekê em didine kifşê, wekî me safî kiriye, ku çi jî biqewime, emê Xwedêra amin bimînin (Met. 22:37).

15. Tesmîlbûyîn ça baweriyê îzbat dike?

15 Tesmîlbûyîn îzbatiya baweriyê ye. Çira em dikarin usa bêjin? Merivê ku baweriya xwe Yehowa tîne, dudilî nabe, wekî heleqetiya nêzîk tevî Yehowa tenê karê tîne (Zeb. 73:28). Rast e, timê hêsa nîne tevî Xwedê rê herin, çimkî em “nava vî nisilê neheq û xalifîda” dijîn, lê em bawer in wekî Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî û alî me bike (Fîlî. 2:15; 4:13). Hergê jî em ji bo nekamilbûna xwe şaşiya bikin, em zanin, wekî Yehowa wê hindava meda dilrem be (Bixûne Zebûr 103:13, 14; Romayî 7:21-25). Em bawer in, wekî Yehowa wê me bona aminiya me xelat ke (Îb. 27:5).

Tesmîlbûyîn Bextewariyê Tîne

16, 17. Tesmîlbûyn çi cûreyî bextewariyê tîne?

16 Tesmîlbûyn bextewariyê tîne, çimkî mecalê dide me ku bi temamî emirê xwe bidine destê Yehowa. Îsa ew rastiya sereke usa eyan kir: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Îsa xwexa ew şabûn ser xwe texmîn kiriye wedê xizmetkirina xweye ser erdê. Gava lazim dibû, ewî hêsabûn, xwarin û xew ji xwe kêm dikir, wekî alî meriva bike ku riya jîyînê bivînin (Yûhn. 4:34). Çaxê Îsa dilê Bavê xwe şa dikir, ew xwexa jî şa dibû. Îsa got: “Ez her gav kirinên ku wî xweş tên, dikim” (Yûhn. 8:29; Metlk. 27:11).

17 Îsa şagirtên xwera da kifşê ku kîjan riya jîyînê meriva bextewar dike, gava got: “Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke” (Met. 16:24). Hergê em usa bikin, emê diha nêzîkî Xwedê bin. Tu kesekî usa tune, ku bikaribe ji Yehowa çêtir bona me bi hizkirinê xem bike, lema jî tenê Yehowa hêja ye ku em xwe tesmîlî wî bikin.

18. Çira em şabûna mezin distînin çaxê xwe tesmîlî Yehowa dikin, ne ku tesmîlî kesekî din yan jî tiştekî?

18 Hergê me emirê xwe tesmîlî Yehowa kiriye û li gora wê yekê dijîn, dêmek qirara wî diqedinin, ew yek me diha bextewar dike, ne ku hergê me xwe tesmîlî kesekî din yan jî tiştekî bikira. Mesele, gelek meriv xwe tesmîlî wê yekê dikin, ku hebûkê top kin, lê dîsa jî lezetê navînin. Lê ewên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, bextewariya rast divînin (Met. 6:24). Ev mecal û qedir ku bibine hevalkarên Xwedê, mera şabûneke mezin tîne, lê em gerekê bîr nekin, wekî me xwe ne ku tesmîlî xizmetiyê yan şixulekî kiriye, lê tesmîlî Xwedayê şêkirdar kiriye (1 Korn. 3:9). Ew tu car bîra nake wekî xizmetkarên wî, seva ku wîra amin bimînin, xwe înkar dikin. Yehowa wê timê xem bike bona merivên usa, hergê ewana kal-pîr bibin jî. Lê dinya tezeda wê wana cahil ke (Îb. 33:25; bixûne Îbranî 6:10).

19. Çi mecal vedibe bona wan, yên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin?

19 Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, heleqetiya me tevî wî nêzîk dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8; Zeb. 25:14). Gotara dinda emê şêwir kin, wekî çima em dikarin bawer bin ku safîkirina meye xwe tesmîlî Yehowa kin, safîkirineke rast e.

[Spartin]

^ “Pezên din” yên Îsa wê bibine zarên Xwedê tenê paşî Hezarsaliya Serwêrtiya Îsa. Lê ji bo wê yekê ku wana xwe tesmîlî Xwedê kiriye, îzina wan heye Xwedê xwera “Bav” hesab kin û bêne hesabê endemên malbeta Yehowa, nava kîjanîda tenê xizmetkarên wî ne (Yûhn. 10:16; Îşa. 64:8; Met. 6:9; Eyan. 20:5).

Tuyê Ça Caba Xwe Bidî?

• Çi tê hesabê xwe tesmîlî Xwedê bikin?

• Tesmîlbûyîn çi karê mera tîne?

• Mesîhî çira gerekê xwe tesmîlî Yehowa bikin?

[Pirsên bona Hînbûnê]

[Şikil]

Hergê em li gora tesmîlbûyîna xwe dijîn, emê heta-hetayê bextewar bin