Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

MERIVEKÎ rastafarî * ça karibû porê xweyî drêd bibire û merivên bi çermê sipî îda nefret neke? Merivekî cahil û zulim, yê ku narkotîka difirot û dida xebatê, û destê zorê pera ji xelqê distand, çi wî hêlan kir wekî emirê xwe biguhêze? Were em şêwir kin hela ew meriv derheqa xwe çi gilî dikin.

“Ez Hîn Bûm Firqî Nekime Nava Meriva”. HAFÊNÎ NGAMA

SAL: 34

WELAT: ZAMBIYA

BERÊ: RASTAFARÎ

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez hatibûm bûyînê kampa reviya Zambiyayêda. Wedê şer diya min ji Namîbyayê reviya û kete Teşkîleta Miletî ya Afrîkaya Rohlata Başûrê (South West Africa People’s Organization). Ev teşkîlet tevî rêjîma Afrîkaya Başûrê şer dikir, kîjan ku wî çaxî Namîbyayêda serwêrtî dikir.

Heta 15 saliya xweda ez cûre-cûre kampên reviyada dijîtim. Wan kampada yên cahil hîn dikirin, wekî ewana bona azayê şer bikin. Me dikirine nava şixulên polîtîkê û me hîn dikirin merivên bi çermê sipî nefret bikin.

Çaxê ez 11 salî bûm, min dixwest bibim Mesîhî û derheqa vê yekê min keşîşekîra got. Kampa meda hebû dêr, kîderê merivên ji cûre-cûre rêlîgiya diçûn, mesele Katolîkên Romayî, Lûtêrîtî û yên din. Lê paşî xeberdana tevî wî keşîşî, ez bûme atêîst. Çaxê ez 15 salî bûm, hizkirina min hindava mûsîka rêgî û xwestina min ku cimeta Afrîkayê ji çerçirandinê xilaz kim, min hêlan kir bikevime rêlîgiya rastafarî. Min porê xwe dirêj kir, destpêkir marîxûanayê bikişînim, min îda goşt nedixwar û destpêkir bona azaya merivên bi çermê reş şer bikim. Lê dîsa jî ez bi jîyîna bênamûsî dijîtim, min fîlmên bi zordariyê tije didît û çêra dikir.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Sala 1995-da çaxê ez 20 salî bûm, min destpêkir derheqa nêta jîyînê bifikirim. Min hemû edebyetên rêlîgiya rastafarî lêkolîn kir. Hine wan edebyetada Kitêba Pîroz dihate şirovekirinê, lê ew şirovekirin bona min femdarî nîbû. Lema jî min safî kir Kitêba Pîroz xwexa bixûnim û lêkolîn kim.

Carekê hevalekî min, yê ku mîna min rastafarî bû, edebyetek da min, kîjan ku Şedên Yehowa derxistibûn. Min destpêkir xwexa ew lêkolîn bikim û beramberî tevî Kitêba Pîroz bikim. Paşê ez rastî Şedên Yehowa hatim û wana tevî min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir.

Rast e minra gelek çetin bû, lê yeke min karibû terka îçkê û cixarê bidim (2 Korintî 7:1). Min cûrê kincxwekirina xwe guhast, porê xwe birî, îda çêra nedikir, terka nihêrandina pornografiyayê da û fîlmên bi zordariyê tije (Efesî 5:3, 4). Wede şûnda min îda destpêkir merivên bi çermê sipî hiz bikim (Karên Şandiya 10:34, 35). Seva ku wan guhastina bikim, min îda nedibihîst kilamên usa, kîjan ku nefretiya hindava mileta pêşda dianîn. Min îda hevaltî nedikir tevî hevalên xwe, çimkî wana dixwest ku ez mîna berê bim.

Min dixwest bibûya Şedê Yehowa û lema jî min destpêkir Oda Civatê bigerim. Lê merivên min miqabilî vê yekê bûn ku ez bême nixumandinê. Diya min got ku hê baş e bibim “Mesîhiyê” rêlîgiyeke din, ne ku Şedê Yehowa. Apê min, yê ku dewletêda qulixa bilind digirt, timê miqabilî vê yekê bû ku ez bibim Şedê Yehowa.

Mesela Îsa û şîretên wî alî min kirin, wekî ser peyketina û qerfa rast binihêrim. Çaxê min hînkirinên Şedên Yehowa beramberî vê yekê kir çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, ez îzbat bûm ku min rastî dît. Mesele, Şedên Yehowa temiya Kitêba Pîroz tînin sêrî ku mizgînê bela dikin (Metta 28:19, 20; Karên Şandiya 15:14). Xêncî vê yekê, ewana nakevine nava şixulên polîtîkayê (Zebûr 146:3, 4; Yûhenna 15:17, 18).

ÇI KAR MIN STAND: Çaxê min destpêkir şîretên Kitêba Pîroz bidime xebatê, min dît ku çiqas ewana karê tînin. Min terka marîxûanayê da, û ji bo vê yekê min îda her meh bi seda dolara xerc nedikir. Halûsînasyonên min îda tune ne, û sihet-qewata min jî baş bûye, hin fîzîkî hin jî êmosiyalîda.

Niha ez zanim nêta jîyîna min çi ye. Lê ya lape ferz ew e, wekî ez niha texmîn dikim ku ez hê nêzîkî Xwedê bûme (Aqûb 4:8).

“Ez Hîn Bûm Hêrsa Xwe Kontrol Kim”. MARTÎNO PÊDRÊTÎ

SAL: 43

WELAT: AVSTRALYA

BERÊ: NARKOTÎKA DIFROT Û DIDA XEBATÊ

JÎYÎNA MINE BERÊ: Berê malbeta min gelek car cihê dibû. Em him şeherên biçûkda him jî şeherên mezinda dijîtin. Û carekê me hela hê jî tevî aborîgêna dijît. Ez bi şabûnê tînim bîra xwe ew wede, gava em tevî merivên xwe diçûne wekî mesiya bigirin, me nêçîrvanî dikir û bûmêranga çêdikir.

Çaxê ez hê biçûk bûm, bavê min ez hîn dikirim wekî gulaşê bigirim, çimkî ew xwexa boksor bû. Ez bûme yekî gelek bêrem. Cahiltiyêda min destpêkir îçkê vexwim. Ez tevî hevalên xwe gelek şerûd bûm. Me pê kêra û darên bêysbolê hicûmî ser 20 û hê zêde meriva dikirin.

Min ebûra xwe dikir pê vê yekê ku narkotîka difirot û tiştên dizî. Usa jî min pê çeka zorê meriva dikir, wekî pere bidine min, seva paşê ez wan pera bidime wan, yên ku narkotîka difirotin. Min dixwest bibûma mêrkuj û ez pê vê prînsîpê dijîtim: “Bikuje yan na wê te bikujin”.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Derheqa Şedên Yehowa min hê cahiltiyêda bihîstibû. Heta îro rind tê bîra min, çaxê carekê min ji diya xwe pirsî, wekî ez kîderê dikarim wana bivînim. Hingê ez 20 salî bûm. Çend roj şûnda Şedekî Yehowa bi navê Dîkson derî mala me xist. Ewî ez teglîfî ser civata Şedên Yehowa kirim. Ez qayîl bûm û îda 20 sal zêdetir e ez tême ser civata. Şedên Yehowa caba pirsên min ser hîmê Kitêba Pîroz didan.

Ez gelek şa bûm gava ez pêhesiyam, wekî bona Yehowa emirê her kesî qîmet e, hela hê emirê merivê xirab jî (2 Petrûs 3:9). Ez derheqa Bavekî hizkirî pêhesiyam, yê ku wê bona min xem bike, hela hê hingê jî hergê gişk pişta xwe bidine min. Ew yek dilbînîke mezin da min gava ez pêhesiyam, wekî heger ez tobe bikim Xwedê wê gunên min bibaxşîne. Giliyên ji Efesî 4:22-24 min hêlan kirin, wekî “merivê kevin” ser xwe bêxim, û “merivê nû” li xwe kim, kîjan ku li gora qirara Xwedê xuliqandî ye.

Hemikî minra hêsa nîbû pêra-pêra bême guhastinê. Min dikaribû heftêkî narkotîka neda xebatê, lê Şemî û Leda gava ez rastî hevalên xwe dihatim, min nikaribû xwe bigirta û min dîsa narkotîk dida xebatê. Min fem dikir ku heger ez dixwazim terka narkotîka bidim û emirê xwe biguhêzim, ez gerekê ji wan hevalên xwe dûr bim. Lema jî min safî kir derbazî şeherekî din bim. Yek ji hevalên min minra got, wekî ew dixwaze min verê ke û ez qayîl bûm. Rêva hevalên min destpêkirin marîxûanayê bikişînin, û minra jî gotin wekî ez bikişînim. Lê ez qayîl nebûm, çimkî min xwera safî kir wekî terka vî xeysetê xirab bidim. Hingê em ji hev qetiyan û axiriyêda ez pêhesiyam, wekî ew “hevalên” min bi çeka banka mezin talan kirin.

ÇI KAR MIN STAND: Hema ça ez ji hevalên xwe dûr ketim, minra diha hêsa bû terka xeysetên xirab bidim. Sala 1989-da ez hatime nixumandinê. Wede şûnda xûşka min û dê-bavê min jî bûne Şedên Yehowa.

Ez îda 17 sal zewicî me û sê zarên me hene. Ez hîn bûm xwe bigirim hela hê gava hêrsa min jî tînin. Ez usa jî hîn bûm meriva hiz bikim, ji hemû ‘bereka, mileta û zimana’ (Eyantî 7:9). Min xwexa ser xwe texmîn kir, wekî giliyên Îsa çiqas rast in. Ewî got: “Heger hûn ser hînkirina min bimînin, hûnê rast şagirtên min bin. Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:31, 32).

^ Rastafarî ew hene peyçûyên sêkteke ji Jamaîkê, porê kîjana drêd e, û yên ku împêratorê berê yê Etyopyayê, Xaîlê Sêlasyê, hesab dikin ça Xwedê.

[Nivîsar]

Seva ku guhastina bikim, min îda nedibihîst kilamên usa, kîjan ku nefretiya hindava mileta pêşda dianîn

[Nivîsar]

Ez tevî hevalên xwe gelek şerûd bûm. Me pê kêra û darên bêysbolê hicûmî ser 20 û hê zêde meriva dikirin