Derbazî serecemê

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze

ÇIRA kulfeteke 60 salî terka pûtparistiyê da? Çi keşîşekî hêlan kir qulixiya xwe bihêle û bibe Şedê Yehowa? Çawa kulfetek, dê-bavê kîjanê ji bûyîna wêda lê hîştibûn, karibû ji hestê tenêbûnê aza be? Bixûnin ku ew meriv çi derheqa xwe gilî dikin.

“Îda Pûta Nahebînim”. ABA DANSÛ

SALA BÛYÎNÊ: 1938

WELAT: BÊNÎN

BERÊ: PÛTPARIST BÛ

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez hatime bûyînê So-Çaxûvîda, gundekî ber devê golê. Gundê meda meriv mesiya digirin, heywan xwey dikin, dêmek pez, bizin, xinzîr û teyrede. Vira rê tunene û meriv bi qeyika diçine ciya. Bineliyên gundê me heçî zef xwera mala pê dara û gîhê çêdikin, lê hinek jî pê kelpîça. Heçî zef meriv vira destteng in. Lê dîsa jî qaçaxtî wira usa belabûyî nîne ça şeherada.

Çaxê ez hê zaro bûm, bavê min ez û xûşka min şandine mektebeke rêlîgî, kîderê ku em eyd-qeydên dînê xwe hîn dibûn. Çaxê ez mezin bûm, min safî kir xudan Dûdûa (Odûdûa) bihebînim. Miletê Yorûba ev xudan dihebandin. Min seva wî ziyaretek çêkir û hergav wîra qurban dianîn. Mesele min wîra yams (mîna kartolê şîrin), bizirê dara xurmê, guhşeytan, mirîşk, teyrede, û cûre-cûre heywanên din. Ev qurbankirin ser min gelek biha rûdinişt û gelek car min perê xwe gişk ser wan xerc dikir.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, ez pêhesiyam wekî tenê Yehowa ye Xwedayê rast. Ez usa jî pêhesiyam, wekî wî xweş nayê gava hebandinêda pûta didine xebatê (Derketin 20:4, 5; 1 Korintî 10:14). Min fem kir wekî ez çi gerekê bikim. Lema jî min hemû tiştên pûtparistiyêva girêdayî avît. Min terka koçeka, eyd-qeydên miletiyê û erf-edetên çelkirina miriyava girêdayî, da.

Bona min, ça kulfeta 60 salî, hêsa nîbû guhastinên wî cûreyî bikim. Heval, merivên mine nêzîk û cînarên min pey min diketin û qerfê xwe min dikirin. Lê min ji Yehowa lava dikir, wekî qewatê bide min seva ku wê yekê bikim, çi ku ber çevê wî rast e. Giliyê ji Metelok 18:10 dilbînî dida min, kîderê ku nivîsar e: “Navê Yehowa birca qewî ye, yên heq direwine hindur û xilazbûnê distînin, (DT)”.

Dîsa tiştek ku alî min kir ev bû, wekî ez diçûme ser civatên Şedên Yehowa. Wêderê min texmîn kir çi ye hizkirina Mesîhîtî û ez heyr-hujmekar dimam ser wan meriva, çimkî ewana her tişt dikirin seva ku li gora normên Kitêba Pîroz bijîn. Wê yekê çi ku min dît, ez dame bawerkirinê wekî hebandina Şedên Yehowa rast e.

ÇI KAR MIN STAND: Prînsîpên Kitêba Pîroz alî min kirin heleqetiya orta xwe û zarên xwe baş kim. Usa jî ez texmîn dikim, wekî barekî giran ji stûyê min hate hildanê. Berê min hemû perê xwe ser pûtên bêkêr xerc dikir. Lê niha ez Yehowa dihebînim, kîjan ku wê hemû çetinayên me bide hildanê (Eyantî 21:3, 4). Ez gelek bextewar im, wekî îda serê xwe ber pûta danaynim, lê Yehowara xizmet dikim! Niha ez xwe bêxofiyêda û xweykirî texmîn dikim.

“Min Hê Zarotiyêda Xwedê Digeriya”. SÎNDZÎ SATO

SALA BÛYÎNÊ: 1951

WELAT: JAPONYA

BERÊ: KEŞÎŞÊ ŞÎNTO

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez bajarekî biçûkda herêma Fûkûokêda hatime bûyînê. Dê-bavê min bawermend bûn û ji biçûktayê ez hîn dikirim, wekî xudanên Şîntoyê bihebînim. Ez îda ji biçûktaya xweda gelek car difikirîm derheqa xilazbûna xwe. Min usa jî gelek dixwest alî wan meriya bikim, yên ku diketine çetinaya. Tê bîra min ça carekê mektebêda dersdar ji me pirsî, ku çaxê em mezin bin, dixwazin çi pêşeyî bikin. Hevalên min derheqa nêtên xweye konkrêt digotin, mesele ku dixwazin bibine zandar. Lê min got, wekî dixwazim Xwedêra xizmet kim. Gişk ser min keniyan.

Paşî xilazkirina mektebê, ez ketime mekteba bona dersdarên rêlîgî. Wedê hînbûnê ez tevî keşîşekî bûme nas, kîjan ku timê çaxê wedê wî hebû kitêbeke reş dixwend. Carekê ewî ji min pirsî: “Sato, tu zanî eva çi kitêb e?” Li gora rûyê vê kitêbê min têderxist ev çi kitêb e, lema jî min gotê: “Kitêba Pîroz e”. Hingê ewî got: “Her kesê ku dixwaze bibe keşîşê Şînto, gerekê evê kitêbê bixûne”.

Hingê ez derbêra çûm û min Kitêba Pîroz kirî. Min ew danî ser darakê ciyê berçev û timê miqat dibûm. Lê wedê min tune bû vê kitêbê bixûnim, çimkî dersên mine mektebê zef bûn. Çaxê min hînbûna xwe xilaz kir, min destpêkir pîrozgehêda qulix kim ça keşîşê Şînto. Usa nêta mine zarotiyê hate sêrî.

Zûtirekê min fem kir, wekî qulixkirin paristgehêda usa nîbû, çawa ku min dida ber çevê xwe. Heçî zef ji keşîşa qe xem nedikirin bona halxweşiya meriya. Baweriya hineka jî qe tune bû. Hela hê jî serekkahînekî minra got: “Hergê dixwazî vira pêşdaçûyî bî, tu gerekê tenê derheqa pirsên fîlosofî xeber dî. Xeberdana derheqa baweriyê qedexekirî ye”.

Ji bo gilî-gotinên wan ez rêlîgiya Şîntoyîda poşman bûm. Min him berdewam dikir pîrozgehêda qulix kim, him jî rêlîgiyên din lêkolîn dikir. Lê tu rêlîgiya dilê min negirt û minra bêkêr hatine kifşê. Çiqas hê zêde ez derheqa cûre-cûre rêlîgiya pêdihesiyam, haqas hê zef ez dilteng dibûm. Ez difikirîm wekî qe rêlîgiyeke rast tune.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Sala 1988-da Bûdîstekî ez hêlan kirim Kitêba Pîroz bixûnim. Hate bîra min, wekî berê keşîşê Şînto jî ez vê yekêda hêlan dikirim, lema jî min ev şîret qebûl kir. Ez pêda ketime nava xwendina Kitêba Pîroz. Carna min temamiya şevê heta berbangê dixwend.

Çi ku min dixwend ez hêlan dikirim, Xwedayê Kitêba Pîrozra dua bikim. Min destpêkir duayê ji Metta 6:9-13 bêjim. Min ev dua du siheta carekê diwekiland, hela hê wedê qulixiya xweye pîrozgeha Şîntoyîda jî.

Wedê xwendinê gelek pirs cem min pêşda dihatin. Hingê ez îda zewicî bûm. Min zanibû wekî Şedên Yehowa alî meriya dikin, ku Kitêba Pîroz hîn bin, çimkî ewana wedekî dihatine cem jina min. Min destpêkir wana bigerim û gava rastî yekê hatim, min gelek pirs dane wê. Ez ecêbmayî mam, ku ew ça caba hemû pirsên min bi Kitêba Pîroz dide. Ewê xem kir wekî Şedekî Yehowa tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz ke.

Hine wede şûnda min destpêkir herim ser civatên Şedên Yehowa. Min çevê xwe bawer nekir, çaxê wêderê min ew meriv jî dîtin, hindava kîjanada ez berê gelek sert bûm. Lê wana bi dil û can ez silav dikirim û dilgermiya xwe minra dane kifşê.

Ser wan civata ez pêhesiyam, wekî Xwedê ji mêra dewa dike, ku hindava neferên xweda hizkirinê û qedir bidine kifşê. Pêşiya wê yekê min hiş-aqilê xwe pêda dida ser qulixiya xweye pîrozgehêda û qe dîna xwe nedida jin-zarên xwe. Lê hingê min îda fem kir, wekî rast e min bi dil û can guh dida merivên ku dihatine pîrozgehê, lê min qe carekê guh neda giliyê jina xwe.

Wedê hînbûna Kitêba Pîroz ez derheqa Yehowa gelek tişt pêdihesiyam, çi ku dilê min digirt û ez gelek nêzîkî wî kirim. Îlahî gelek dilê min girt giliyê ji Romayî 10:13, ku dibêje: “Kî gazî navê Xudan [Yehowa, DT] ke, wê xilaz be”. Min ji zarotiya xweda Xwedê digeriya û axiriyêda min ew dît!

Min îda texmîn dikir, wekî pîrozgeha Şîntoyî hêdî-hêdî bona min dibe cîkî xerîb. Pêşiyê ez berxwe diketim, ku meriv wê çi bêjin, hergê ez terka rêlîgiya Şîntoyî bidim. Lê min timê xwera digot, ku hergê ez Xwedayê rast bivînim, ezê terka rêlîgiya Şîntoyî bidim. Lema jî biharê sala 1989-da min guh da dengê îsafa xwe, pîrozgeh hîşt û xwe tesmîlî Yehowa kir.

Hêsa nîbû pîrozgehê bihêlim. Keşîşên qulixiya bilind ser min dikirine qare-qar û her tişt dikirin ku min bidine sekinandinê. Lê ya lape çetin bona min ew bû, ku derheqa safîkirina xwe, min gerekê dê-bavê xwera bigota. Rêva çaxê ez diçûme cem wan, ez usa berxwe diketim ku sîngê min qayîm êşiya û nigê min sist bûn! Ez gelek car rêda disekinîm û min Yehowara dua dikir ku qewatê bide min.

Çaxê ez hatime mala dê-bavê xwe, minra çetin bû wanara meniya hatina xwe bêjim. Çend sihet derbaz bûn û axiriya-axiriyê, min bi saya gelek dua derheqa safîkirina xwe bavê xwera gilî kir. Min got, wekî ez terka rêlîgiya Şîntoyî didim, çimkî min Xwedayê rast dîtiye û dixwazim wîra xizmet kim. Bavê min gelek ecêbmayî ma û dilteng bû. Malda pismamên meyî din jî civiyan û destpêkirin min şîret kin ku safîkirina xwe biguhêzim. Min nedixwest dilê malbeta xwe bêşînim, lê min zanibû ku safîkirina min rast e. Wede şûnda malbeta min hindava safîkirina min bi qedir bû.

Hemikî hêsa nîbû ji pîrozgehê derêm, lê diha çetin bû vê ji hişê xwe derxim. Jîyîna keşîşî nav minda kûr kok dabû. Min gelek qewat dida xebatê, seva ku jîyîna xweye berê bîr kim, lê hemû tiştên der-dorê min, ev jîyîn dikirine bîra min.

Du tişta alî min kirin, ku jîyîna xweye berê bîr kim. Ya ewlin, min malda hemû tiştên ku rêlîgiya Şîntoyîva girêdayî bûn, geriya, dît û şewitand. Ew bûn kitêb, şikil û hela hê heykelên biha jî. Ya duda, min hemû mecal dida xebatê, seva ku hê zêde wede tevî Şedên Yehowa derbaz kim. Hevaltî û piştgiriya wan gelek alî min kirin. Hêdî-hêdî jîyîna mine berê ji hişê min derket.

ÇI KAR MIN STAND: Berê min qe dîna xwe nedida jin û zarên xwe, lema jî wana xwe tenê texmîn dikir. Lê çaxê min destpêkir tevî wan hê zêde wede derbaz kim, çawa ku Kitêba Pîroz malxên malê hîn dike, em gelek nêzîkî hev bûn. Wede şûnda jina min jî destpêkir Yehowara xizmet ke. Îro ez tevî jina xwe, kurê xwe, qîza xwe û zevê xwe, Yehowara xizmet dikim.

Çaxê ez tînim bîra xwe nêta xweye zarotiyê, ku min çiqas dixwest Xwedêra xizmet kira û alî meriya bikira, gelek şa dibim ku ev nêt hate sêrî. Bi giliya çetin e eyan kim, ku ez çiqas ji Yehowa razî me.

“Min Texmîn Dikir, ku Emirê Minda Tiştek Kêm e”. LÎNÊT XOKTÎNG

SALA BÛYÎNÊ: 1958

WELAT: AFRÎKAYA BAŞÛRÊ

BERÊ: XWE NELAZIM TEXMÎN DIKIR

JÎYÎNA MINE BERÊ: Ez hatime bûyînê şeherekî edilda, Cêrmîstonêda, kîderê ku merivên destteng dijîtin. Dê-bavê min fem kirin, ku wê nikaribin min xwey kin, lema jî ez dame merivên din. Ez 14 rojî bûm, çaxê jin-mêrekî ez hildam û bi hizkirin mezin dikirim. Min ewana dê-bavê xwe hesab dikirin. Lê çaxê ez derheqa xwe rastiyê pêhesiyam, min xwe nelazim texmîn kir. Min xwe usa texmîn kir, ku ez nava dêmarî û zirbavê xweda xerîb im û wekî ewana bi rastî min fem nakin.

Çaxê ez bûme weke 16 salî, min destpêkir herime bara, kîderê ku min tevî hevalên xwe guh dida miqama û direqisîm. Hefdeh saliya xweda min destpêkir cixarê bikişînim. Min dixwest jar bim, ça modêlên ji rêklamên cixarê. Çaxê ez bûme 19 salî, min şeherê Yohanêsbûrgêda xwera xebat dît, û derbêra ketime nava hevalên xirab. Zûtirekê min destpêkir çêra bikim, cixarê zefî bikişînim û Şemî-Leda jî min bêhesab îçke vedixwar.

Lê dîsa jî ez aliyê fîzîkîda serxwe bûm. Ez aêrobîkêva, fûtbolêva û sportên dinva mijûl dibûm. Ez usa jî cûre-cûre kampaniyên kompoterada dixebitîm û min her tişt dikir wekî pêşdaçûyî bim. Min perê qalim distand û meriva ser min dinihêrîn ça ser yeke serxwe û pêşdaçûyî. Lê bi rastî ez ji bo jîyîna xwe dilteng dibûm. Minra usa dihate kifşê, ku emirê minda tiştek kêm e.

ÇAWA KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MIN GUHAST: Çaxê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, ez pêhesiyam wekî Yehowa Xwedayê hizkirinê ye. Ez usa jî pêhesiyam, wekî ewî hizkirina xwe hindava meda daye kifşê bi vê yekê, ku Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz daye me. Ew ça bêjî me her kesîra neme nivîsiye, seva ku rêberiyê me bike (Îşaya 48:17, 18). Min fem kir, ez gerekê gelek tişt jîyîna xweda biguhêzim, wekî ji rêberiya wîye bi hizkirin karê bistînim.

Yek ji guhastina ku min gerekê bikira, ew bû wekî min terka hevalên xweye xirab bida. Giliyê ji Metelok 13:20, gelek dilê min girtin, kîderê ku usa tê gotinê: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve, (DT)”. Evê prînsîpê ez hêlan kirim, ku pişta xwe bidime hevalên xweye berê û nava Şedên Yehowada hevalên teze bivînim.

Lê ya lape çetin bona min ew bû, ku min gerekê terka cixarê bida, çimkî ez pêva gelek hatibûme girêdanê. Rast e min karibû terka wê yekê bidim, lê paşê çetinayîke teze pêşda hat. Ez 13.6 kîlograma xurt bûm! Ji bo vê yekê ez ber çevê xwe reş bûm û minra weke 10 sal lazim hat, seva ku kîlogramên zêde kêm kim. Lê dîsa jî min zanibû ku terikandina cixarê, safîkirina rast bû. Min timê Yehowara dua dikir, û ewî qewat dida min, ku serkevim.

ÇI KAR MIN STAND: Niha sihet-qewata min baş e û ez ji jîyîna xwe razî me. Ez îda pey bextewariya wedelû nakevim, mesele xebata baş, nav-dengî û hebûk. Dewsê gelek min xweş tê, ku rastiya Kitêba Pîroz meriyara gilî kim. Axiriyê sê hevalxebatçiyên min jî mizgîniya xêrê qebûl kirin û niha tevî min û mêrê min Yehowara xizmet dikin. Rast e niha dêmarî û zirbavê min sax nînin, lê min pêra gîhand wanara gilî kim derheqa jîyîna ser erdê cinet û saxkirina miriya, ku Kitêba Pîroz soz dide.

Heleqetiya nêzîk tevî Yehowa, alî min kir ku ji hestê tenêbûnê aza bim. Yehowa ez kirime nava malbeta xweye hemdinyayê, û ez nava xûşk-birên xweye ruhanîda xwe lazim texmîn dikim. Vira min gelek dê, bav, xûşk û bira qazanc kiriye (Marqos 10:29, 30).

[Şikil]

Nava Şedên Yehowada min hizkirina rast dît

[Şikil]

Pîrozgeha Şîntoyî, kîderê min berê qulix dikir