Derbazî serecemê

XEBERDANA LI SER HÎMÊ KITÊBA PÎROZ

Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike? (Para 2)

Kengê Padşatiya Xwedê Destpêkir Hukumetiyê Bike? (Para 2)

Vira mesele tê dayînê ku Şedekî Yehowa tevî merivekî xeber dide. Şedê Yehowa ku me nav kiriye Cimşîd, cara duda diçe cem mêrê, ku me nav kiriye Wezîr.

XEWNA NEBÛKEDNESER; ŞIROVEKIRINA KIN

Cimşîd: Silav Wezîr, şa me dîsa te bivînim. Ça hewas e ku her heftiyê em Kitêba Pîroz şêwir dikin. * Tu çawa nî?

Wezîr: Baş im, zef razî me.

Cimşîd: Şa me wekî baş î. Wê rojê me xeber dida ku çima Şedên Yehowa bawer dikin, wekî Padşatiya Xwedê ji sala 1914 destpêkiriye Serwêrtiyê bike. * Me şêwir dikir pêxembertiya ji kitêba Daniyêl serê 4. Tê bîra te wêderê derheqa çi tê gotinê?

Wezîr: Wêderê tê gotinê derheqa baxekî mezin, kîjan ku Padşa Nebûkedneser xewna xweda dîtibû.

Cimşîd: Belê, rast e. Nebûkedneser xewna xweda baxekî mezin dît, kîjan ku digihîşte ezmên. Paşê ewî bihîst ça melekê Xwedê emir kir, wekî wî baxî bibirin, lê koçê bax û koka vê gerekê erdêda bimana. Paşî “heft dema” ev bax gerekê dîsa şîn bûya. * Em usa jî pêhesiyan, wekî ev pêxembertî gerekê du cara bihata sêrî. Tê bîra te cara pêşin ça hate sêrî?

Wezîr: Ça tê bîra min ev pêxembertî ser Nebûkedneser hate sêrî. Ewî hişê xwe unda kir û usa heft sal kişand.

Cimşîd: Rast e. Nebûkedneser hine wede hişê xwe unda kiribû, lema jî serwêrtiya wî hatibû sekinandinê. Lê ev pêxembertî bi cûrê mezin hate sêrî çaxê serwêrtiya Xwedêye ser erdê heft dema hate sekinandinê. Ça em pêhesiyan heft dem destpêbû hingê çaxê sala 607 B.D.M. Orşelîm hate wêrankirinê. Hingêda tu kes aliyê Xwedêda nedihate kifşkirinê ku serwêrtiya cimeta wî bike. Lê xilaziya heft dema Xwedê gerekê Serwêrekî teze ser cimeta xwera kifş kira, lê îjar ji ezmên. Cûrekî din bêjin, paşî heft dema Padşatiya Xwedê gerekê serwêrtî destpêkira. Em pêhesiyan, wekî heft dem kengê destpêbû. Hergê em bikaribin têderxin ev heft dem çiqas wede kişand, emê bizanibin wekî kengê Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike. Ev haqas tişt femdarî ye?

Wezîr: Erê, ewê xeberdanê anî bîra min ev fikirên ku me pêşda şêwir kiribû.

Cimşîd: Zef baş. Wekî usa ne, were em binihêrin hela ev heft dem çiqas wede kişand. Derheqa wê yekê min teze dîsa xwend, seva ku fikirên sereke bînim bîra xwe. Niha çiqas dikarim, ezê zelal şirovekim.

Wezîr: Baş.

XILAZIYA HEFT DEMA; DESTPÊKA ROJÊN AXIRIYÊ

Cimşîd: Çaxê ev pêxembertî cara pêşin hate sêrî, kîjan ku derheqa Nebûkedneser bû, heft dem dihate hesabê raste-rast heft sal. Lê çaxê ev bi cûrê mezin hate sêrî, kîjan ku derheqa Padşatiya Xwedê bû, heft dem gerekê heft sala zêdetir bikişanda.

Wezîr: Çira tu usa difikirî?

Cimşîd: Bîne bîra xwe, wekî heft dem hingê destpêbû, çaxê sala 607 B.D.M. Orşelîm wêran bû. Hergê ji vê salê heft sala hesab kin, wê bigihîje sala 600 B.D.M. Lê vê salê tu qewimandineke serwêrtiya Xwedêva girêdayî neqewimî. Xêncî wê yekê, ça em cara mayîn pêhesiyan, çaxê Îsa ser erdê bû, ewî da kifşê wekî heft dem hê xilaz nebibû.

Wezîr: Erê. Teze hate bîra min.

Cimşîd: Dêmek, ev heft dem ne ku raste-rast heft sal in, lê wedekî diha dirêj.

Wezîr: Çiqas dirêj?

Cimşîd: Kitêba Eyantî, kîjan ku girêdayî ye tevî kitêba Daniyêl, alî me dike têderxin, wekî ev heft dem çiqas wede kişand. Wêderê tê gotinê, wekî sê dem û nîv dike 1 260 roj. * Heft dem, dêmek du derba sisê nîv, dike 2 520 roj. Ewa haqas femdarî ye?

Wezîr: Erê, femdarî ye. Lê ez fem nakim ev yek ça dide kifşê, wekî Padşatiya Xwedê sala 1914 destpêkiriye serwêrtiyê bike.

Cimşîd: Baş, were em binihêrin. Pêxembertiyên Kitêba Pîrozda carna bi sîmbolîkî roj têne hesabê sal. * Hergê em evê prînsîpê bidine xebatê, heft dem dike 2 520 sal. Hergê em ji sala 607 B.D.M. hesab kin 2 520 sala, emê bigihîjine sala 1914. * Hema vê salê heft dem xilaz bûn û Îsa destpêkir ça Padşê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike. Ji sala 1914 dinyayêda destpêbû tiştên usa biqewimin, çi ku li gora Kitêba Pîroz nîşana rojên axiriyê ne.

Wezîr: Ev çi qewimandin in?

Cimşîd: Dîna xwe bide giliyên Îsa, kîjan ku Metta 24:7-da nivîsar in. Îsa derheqa vî wedeyî, kengê ku wê destpêkira li ezmana serwêrtî bikira, usa got: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin”. Divînî wira Îsa pêşda got, wekî xelayî-celayî û erdhej wê bibin. Qirna derbazbûyîda tiştên usa gelek qewimîn. Tu wê yekêra qayîl î?

Wezîr: Erê, rast e.

Cimşîd: Vê rêzêda Îsa usa jî pêxembertî kir, wekî çaxê ew ça Padşayê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê bike, hingê ser erdê wê şer-dew hebin. Kitêba Eyantîda hatibû pêxembertîkirinê ne ku tenê derheqa şerên cî-ciya, lê usa jî derheqa şerên nav temamiya dinyayêda. * Tê bîra te şerê hemdinyayêye yekê kengê destpêbû?

Wezîr: Sala 1914, wî çaxî, çawa te got, Îsa destpêkir serwêrtiyê bike. Lê min tu car ev du qewimandin hevva girênedaye.

Cimşîd: Hergê em pêxembertiya derheqa heft dema û usa jî pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz yên derheqa rojên axiriyê hevva girêdin, hingê her tişt wê femdarî be. Şedên Yehowa bawer in, wekî Îsa destpêkir sala 1914 serwêrtiyê bike ça Padşayê Padşatiya Xwedê û hema vê salê rojên axiriyê destpêbûn. *

Wezîr: Baş, lê minra lazim e dîsa ser bifikirim, wekî serê minda rûnê.

Cimşîd: Ez te fem dikim. Ça min gotibû, minra jî wede lazim bû wekî ewan hemû tişta rind fem kim. Lê ez bawer im wekî ev şêwirkirina me alî te kir têderxî, wekî rast e ev hejmar, sala 1914, konkrêt Kitêba Pîrozda nayê kifşkirinê, lê baweriya Şedên Yehowaye derheqa vê salê, ser hîmê pêxembertiyên Kitêba Pîroz e.

Wezîr: Erê, timê minra hewas bûye, wekî hûn tu tiştî ji xwe nabêjin, dewsê hûn baweriya xwe bi saya Kitêba Pîroz îzbat dikin. Lê ez fem nakim çima ev hemû tişt usa çetin e? Çira Xwedê raste-rast Kitêba Pîrozda nedaye kifşê, wekî sala 1914 wê bibûya ev sal, çaxê Îsa li ezmana destpêkira serwêrtiyê bike.

Cimşîd: Pirseke gelek baş e, Wezîr. Bi rastî gelek tişt hene çi ku Kitêba Pîroz raste-rast nade kifşê. Were em evê pirsê careke mayîn şêwir kin. Dêmek, çira Kitêba Pîroz usa hatiye nivîsarê, wekî merivara lazim e qewatê bidine xebatê seva ku lê fem kin?

Wezîr: Zef baş.

Dibeke pirseke weye Kitêba Pîrozva girêdayî heye, caba kîjanî hûn dixwazin pêbihesin? Yan jî dibeke hûn dixwazin pêbihesin derheqa baweriya Şedên Yehowa û karkirina wan? Hergê erê, careke din çaxê hûn rastî Şedên Yehowa bên, şerm nekin wan pirsa bidine wan. Ewana wê bi dil û can caba pirsên we bidin.

^ Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroze bêpere tevî meriva derbaz dikin û cûre-cûre têmên Kitêba Pîroz şêwir dikin.

^ Binihêre Daniyêl 4:23-25.

^ Binihêre Eyantî 12:6, 14.

^ Binihêre Jimar 14:34; Hezeqêl 4:6.

^ Binihêre çargoşe “Xewna Nebûkedneser Derheqa Bax”.

^ Binihêre Eyantî 6:4.

^ Binihêre kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” serê 9, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine.