Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | XWEDÊ ÇA DINIHÊRE SER ŞER?

Nihêrandina Xwedê ser Şer Wedê Berê

Nihêrandina Xwedê ser Şer Wedê Berê

Ew cimet gelek diçerçirandin. Wana gelek car Xwedêra dua kirine ku aza bin, lê wî çaxî derbêra tu kes nehat hewara wan. Ew cimet Îsraêlî bûn, cimeta Xwedê wedê berê. Û ewên ku wana diçerçirandin Misirî bûn, kîjan ku vî wedeyî miletekî qewî bû (Derketin 1:13, 14). Îsraêlî bi sala hîviya Xwedê bûn, ku ew wana ji zêrandina Misiriya aza ke. Û axiriyêda ew roj jî hat (Derketin 3:7-10). Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê xwexa miqabilî Misiriya şer kir. Ewî çend belayên giran anî serê wan, û paşê ewî Padşê Misirê û ordiya wî Bera Sorda kuta kir (Zebûr 136:15). Yahowa Xwedê bona cimeta xwe şerkarekî qewî bû (Derketin 15:3, 4).

Xwedê ku xwexa miqabilî Misiriya şer kir, ew yek dide kifşê ku Xwedê miqabilî hemû şera nîne. Cara jî Xwedê îzin dida cimeta xwe Îsraêl ku şer bikin. Mesele, ewî temî da wan ku tevî Kenaniya şer bikin, kîjan ku gelek xirab bûn (Qanûna Ducarî 9:5; 20:17, 18). Carekê jî Xwedê gote Padşê Îsraêlê Dawid, ku ew miqabilî Filîstiyana şer bike. Xwedê wîra hela hê hûr bi hûr jî got ku ew şer ça derbaz ke wekî serkeve (2 Samûyêl 5:17-25).

Ew înformasiya ji Kitêba Pîroz eyan dike, ku Xwedê dihîşt şer bibe, wekî cimeta xwe Îsraêl ji zêrandinê xilaz ke û seva ku hebandina rast temiz bimîne. Were em dîna xwe bidin ser wan sê tiştên ku didine kifşê, ku Xwedê xwexa rêberiya şera dikir.

  1. XWEDÊ XWEXA SAFÎ DIKIR KU GEREKÊ ŞER BIKE. Carekê Xwedê gote Îsraêliya: “Yê ku di vê şerêda cengê bike ne hûn in”. Lê menî çi bû ku Xwedê usa got? Çimkî Xwedê xwexa gerekê şer kira bona wan (2 Dîrok 20:17; 32:7, 8). Çawa di vê têmayêda jorê hate gotinê, Xwedê gelek car dewsa cimeta xwe şer dikir. Carekê jî Xwedê temî da cimeta xwe Îsraêl, ku ewana şer kin, seva ku xwe û Erdê xweyî Sozdayî xweyî kin (Qanûna Ducarî 7:1, 2; Yêşû 10:40).

  2. XWEDÊ XWEXA SAFÎ DIKIR KU KENGÊ GEREKÊ ŞER BIBE. Cimeta Xwedê bi sebir hîviya wî wedeyî diman, kîjan ku Xwedê kifş dikir seva şer destpêkin miqabilî wan merivên zulm, yên ku Îsraêlî diçerçirandin. Lê heta wî çaxî, wana ji aliyê xweda gerekê tu tişt nekirana. Lê çaxê wana xwexa safî dikirin ku tiştekî bikin, hingê wana qebûlkirina Xwedê unda dikirin. Bi rastiyê, Kitêba Pîroz dide kifşê ku çaxê Îsraêliya xwexa safî dikirin herine şer, gelek car axirî zef xirab dibû. a

  3. Rast e Xwedê miqabilî Kenaniya şer dikir, lê ewî hinek Kenanî xilaz kirin, mesele Rexab û malbeta wê

    XWEDÊ TU KESÎRA MIRINÊ NAXWAZE, NE JÎ YÊN XIRABRA. Yahowa Xwedê Kaniya jîyînê ye û Efirandarê însanetê ye (Zebûr 36:9). Lema jî ew merivara mirinê naxwaze. Lê yazix, hene meriv ku merivên din diçerçirînin û hela hê dikujin jî (Zebûr 37:12, 14). Lema jî Xwedê dihîşt ku şer hebin miqabilî merivên xirab, seva zulmiyê bide sekinandinê. Rast e Xwedê îzin dida Îsraêliya ku miqabilî yên zulm şer bikin, lê yeke ew hindava dijminê Îsraêliya rem û sebir bû (Zebûr 86:15). Mesele, çaxê Îsraêliya dixwestin miqabilî şeherekî şer kin, Xwedê temî da wan ku pêşiyê bona edilayê elamî wan kin, seva ku mecala dijmina hebe xwe biguhêzin û ji şer xilaz bin (Qanûna Ducarî 20:10-13). Usa Xwedê dida kifşê ku ew mirina xiraba jî naxwaze, lê dewsê dixwaze wekî ew xwe biguhêzin û bijîn (Hezeqêl 33:11, 14-16). b

Ji wan mesela em divînin, ku berê Xwedê dihîşt şer hebin, seva ku zulmiyê û xirabiyê bide sekinandinê. Lê Xwedê safî dikir ne ku meriva, wekî ev şer kengê gerekê bibûna û gerekê şer bikira. Lê gelo şerkirinêda xwestina Xwedê ew bû ku xûn birije? Hilbet na! Xwedê zorbetiyê nefret dike (Zebûr 11:5). Lê gelo çaxê qirna yekêda Kurê Xwedê Îsa Mesîh hate li ser erdê, nihêrandina Xwedê li ser şer hate guhastinê?

a Mesele, carekê Îsraêliya dane der çaxê tevî Amalêkiyana û Kenaniya şer kirin, çimkî Xwedê wanra got ku neçine şer (Jimar 14:41-45). Gelek sal derbaz bû, Yoşiya Padşayê amin bêyî îzina Xwedê çû şer û ji bo wê yekê ewî emirê xwe unda kir (2 Dîrok 35:20-24).

b Çaxê Îsraêlî miqabilî Kenaniya derketin wana derheqa edilayê elam nekirin. Lê çira? Çimkî Kenaniyara 400 sal hate dayînê seva ku ji riyên xweye xirab vegerin. Û çaxê Îsraêlî hatin ku tevî wan şer kin, Kenaniya xwe neguhastin û dîsa jî zulmî dikirin (Destpêbûn 15:13-16). Û lema jî ewana gerekê bihatana qirkirinê. Lê hine Kenanî xilaz bûn, çimkî rêyên xweye xirab hîşt in (Yêşû 6:25; 9:3-27).