Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Razîbûnê Bidine Kifşê bona Pêşkêşa Xwedê ku “Nayê Gotin”

Razîbûnê Bidine Kifşê bona Pêşkêşa Xwedê ku “Nayê Gotin”

“Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin” (2 KORN. 9:15).

KILAMÊN: 53, 18

1, 2. a) Çi ye pêşkêşa Xwedê ku “nayê gotin”? b) Di wê têmayêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

ÇAXÊ Yahowa Kurê xweyî tayê tenê şande ser erdê, bi wê yekê Ewî ji hizkirinê pêşkêşeke lape mezin da me! (Yûhn. 3:16; 1 Yûhn. 4:9, 10). Pawlosê şandî ew pêşkêşa Xwedê nav kir ça pêşkêşa ku “nayê gotin” (2 Korn. 9:15). Çira Pawlos ew gilî da xebatê?

2 Pawlos zanibû ku Xwedê wê bi saya qurbana Mesîh hemû sozên xweyî qîmet ese bîne sêrî. (Bixûne 2 Korintî 1:20.) Ew pêşkêşa Xwedê ku “nayê gotin” dide kifşê rem û hizkirina wî, kîjan ku ewî bi saya qurbana Îsa mera da kifşê. Bi rastiyê ew pêşkêş usa girîng e, ku meriv nikare qîmetê wê bi xebera bêje. Ew pêşkêşa qîmet ça gerekê ser me hukum be? Û ew pêşkêş gerekê me hêlan ke ku em çi bikin, çaxê hazir dibin seva Bîranîna mirina Mesîh, 23 Adarê roja Çarşemê sala 2016?

PÊŞKÊŞA XWEDÊYE QÎMET

3, 4. a) Çaxê kesek pêşkêşê dide te, tu çi li ser xwe texmîn dikî? b) Pêşkêşeke mezin ça dikare emirê te biguhêze?

3 Em bi şabûnê tije dibin, çaxê kesek pêşkêşê dide me. Hene pêşkêşên usa, dikarin gelek qîmet bin bona me û dikarin emirê me jî biguhêzin. Mesele, bide ber çevê xwe ku tu rastî dereceke xirab hatî, çimkî te neheq dikin di şixulê xirabda. Lê nişkêva usa diqewime ku merivek kîjan ku tu qe wî nas nakî, hazir e neheqiya te hilde ser xwe. Hin jî ew hazir e bona te bimire! Kirên wî merivî wê çawa ser te hukum bin?

4 Ew hizkirina mezin ku hindava te dane kifşê, wê te hêlan ke wekî emirê xwe biguhêzî. Dibeke tuyê hê merd bî û bi hizkirinê tije bî hindava meriva, û hela hê hêsa bibaxşînî wan kê te dixeyîdîne. Û dibeke tu temamiya emirê xweda bixwazî razîbûna xwe nîşan kî wî merivîra, kîjanî ku emirê xwe dewsa te da.

5. Çawa pêşkêşa Xwedêye kirîn ji pêşkêşên din qîmettir e?

5 Ew pêşkêşa ku Yahowa bi saya Mesîh da me, hê qîmettir e ji wê pêşkêşa ku di mesela jorinda hate gilî kirinê (1 Pet. 3:18). Were em pêbihesin çira. Çimkî gune derbazî me bûye, lema em dimirin (Rom. 5:12). Lema Yahowa Kurê xwe Îsa, bi hizkirinê şande ser erdê, seva ku “bona hemûya mirin bidîta” (Îbrn. 2:9). Yahowa ne ku tenê dikare emirê me xilaz ke, çawa ku mesela jorêda hate gilîkirinê. Lê ewî usa bi saya qurbana Îsa hîm danî, seva ku mirinê bide hildanê heta-hetayê (Îşa. 25:7, 8; 1 Korn. 15:22, 26). Merivên ku gumana wan jîyîna ser erdê ye, wê heta-hetayê bin Padşatiya Xwedêda bijîn. Lê yên rûnkirî wê Padşatiya Xwedêda tevî Îsa Padşatiyê bikin (Rom. 6:23; Eyan. 5:9, 10). Ew pêşkêşa ji Yahowa dîsa kîjan kerema tîne?

6. a) Hûn hîviya kîjan keremên Yahowa ne? b) Gilî kin derheqa sê tişta kîjan ku pêşkêşa Xwedê me hêlan dike ku bikin.

6 Pêşkêşa Yahowada usa jî ew e, ku ew wê hemû nexweşiya bide hildanê, dinyayê bike cinet, û miriya rake (Îşa. 33:24; 35:5, 6; Yûhn. 5:28, 29). Em Yahowa û Kurê wî gelek hiz dikin, û ewê pêşkêşa ku “nayê gotin” gelek qîmet dikin. Lê pirsek dimîne: “Hizkirina Xwedê me berbi çi hêlan dike?” Were em şêwir kin ku ça hizkirina Xwedê me hêlan dike ku em 1) pêgeha Îsada herin, 2) hizkirinê bidine kifşê hindava xûşk-bira, û 3) bi dil bibaxşînine meriva.

“HIZKIRINA MESÎH ME DIDEFÎNE”

7, 8. Hizkirina Îsa ça gerekê li ser me hukum be, û ew hizkirin me berbi çi hêlan dike?

7 Ya pêşiyê, em gerekê hêlan bin ku bona Îsa bijîn. Pawlosê şandî got: “Hizkirina Mesîh me didefîne, (ÎM)”. (Bixûne 2 Korintî 5:14, 15.) Pawlos fem dikir ku ewên ku dişêkirînin qurbana Îsa, ewana hêlan dibin ku bona Îsa bijîn. Hergê em jî bi temamî fem dikin qîmetê wê yekê ku çi Yahowa bona me kir, ew yek wê me hêlan ke ku bi dil û can pêgeha Îsada herin. Lê em ça dikarin evê yekê bikin?

8 Ewên ku Yahowa hiz dikin têne defandinê, dêmek hêlankirinê ku çev bidine Îsa û pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21; 1 Yûhn. 2:6). Çaxê em guhdariya Yahowa û Îsa dikin, bi wê yekê em hizkirina xwe hindava wan îzbat dikin. Îsa got: “Ewê ku temiyêd min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku min hiz dike. Û ewê ku min hiz dike, ewê ji aliyê Bavê minda bê hizkirinê. Ezê jî wî hiz bikim û xwe wîva eyan kim” (Yûhn. 14:21; 1 Yûhn. 5:3).

9. Em rastî kîjan cêribandina tên?

9 Wedê nêzîkaya Bîranînê, gelek ferz e ku em bifikirin ser wê yekê ku em ça dijîn. Pirsê bide xwe: “Di kîjan tiştada ez îda niha çev didime Îsa? Û dîsa çida ez gerekê hê baş çev bidime wî?” Gelek ferz e ku em pirsên usa bidine xwe, çimkî em dijîn dinya xirabda û ew dinya dixwaze wekî em bijîn usa, çawa ku ew dijî (Rom. 12:2). Hergê em fesal nînin, em dikarin pey fîlosofiya vê dinyayê herin, û hela hê jî şikiriyê bidine wan merivên navdar di sportêda yan bîznêsêda (Kols. 2:8; 1 Yûhn. 2:15-17). Lê em çi gerekê bikin seva ku ji wê yekê xwe dûr bigirin?

10. Çi pirsa em dikarin bidine xwe wedê nêzîkaya Bîranînê, û caba wan pirsa me berbi çi dikarin hêlan kin? (Binihêre şikilê ewlin.)

10 Em dikarin wedê nêzîkaya Bîranînê, dîsa carekê bifikirin ser kincxwekirina xwe, ser wê yekê ku em çi kilama dibihên, çi fîlma dinihêrin, û çi heye di tablêt, têl, û kompoterên meda. Dîna xwe bide ser kincê xwe û pirsê bide xwe: “Hergê ez biçûma li wî ciyî kîderê ku Îsa ye, minê ji bo kincxwekirina xwe şerm bikira?” (Bixûne 1 Tîmotêyo 2:9, 10.) “Hergê ez ewê kincê xwe kim, bi wê yekê ezê bidime kifşê ku ez peyçûyê Îsa me?” Em usa jî wedê jibartina fîlma û mûsîkayê dikarin pirsên wî cûreyî bidine xwe: “Gelo Îsa wê binihêriya yan bibihîsta ev fîlm yan kilam? Hergê Îsa bidîta ew çi ku heye têl û tablêta minda, ji bo wê yekê minê şerm kira? Yan jî wê minra çetin be, wekî Îsara şirovekim ku çira min xweş tê vê vîdêo lîstikê bilîzim?” Hizkirina me hindava Yahowa gerekê me hêlan ke, ku em înkar kin wan hemû tişta çi ku şagirtên Îsara necayîz in, dixwazî ew tişt çiqas jî qîmet bin (Kar. Şand. 19:19, 20). Me wedê tesmîlkirina xwe soz da Yahowa, wekî emê îda ne ku bona xwe bijîn lê bona Îsa. Lema jî em gerekê xwe ji wan tişta dûr bigirin çi ku dikare rê me bigire û nehêle ku pêgeha Îsada herin (Met. 5:29, 30; Fîlî. 4:8).

11. a) Hizkirina me hindava Yahowa û Îsa berbi çi me hêlan dike? b) Hizkirina me ça dikare me hêlan ke ku di civatêda alî xûşk-bira bikin?

11 Hizkirina me hindava Îsa, me hêlan dike ku xizmetkirinêda û hazirkirina şagirtada em bi dil kar bikin (Met. 28:19, 20; Lûqa 4:43). Wedê meha Bîranînê em dikarin çawa pêşengê komekdar 30 yan 50 siheta xizmet kin. Tu dikarî derecê xwe usa safî kî, seva ku wê mehêda xizmet kî çawa pêşengê komekdar? Mêrê bî, kîjan ku 84 salî ye, ji bo emirê mezin û kêmasiya sihet-qewatê, ser xwe guman nîbû ku wê bikaribe xizmet ke çawa pêşengê komekdar. Lê pêşengên di mihala wîda safî kirin ku wê yekêda alîkariyê bidine wî. Wana xem kirin bona erebê û bona mihaleke usa, kîderê ku ew bikaribe 30 sihetê xizmetiya xwe temam ke. Lê tu hazir î di wê yekêda alîkariyê bidî kesekî di civata xweda, seva ku ew jî şabûnê bistîne ku ça pêşengê komekdar xizmet ke wedê meha Bîranînê? Rast e, her kes ji me nikare ça pêşengê komekdar xizmet ke. Lê yeke, em dikarin hemû qewata xwe û wedê xwe bidine xebatê, seva ku hê zêde pesinê Yahowa bidin. Çaxê em usa dikin, em didine kifşê ku em wek Pawlos bi hizkirina Îsa hatine hêlankirinê. Lê hizkirina Xwedê dîsa berbi çi me hêlan dike?

EM GEREKÊ HEVDU HIZ BIKIN

12. Hizkirina Xwedê me berbi çi hêlan dike?

12 Ya duda, hizkirina Xwedê gerekê me hêlan ke, ku em hindava xûşk-bira hizkirinê bidine kifşê. Yûhenna ew yek fem dikir: “Delalno, heger Xwedê aha em hiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hiz bikin” (1 Yûhn. 4:7-11). Belê, emê nikaribin hêjayî hizkirina Xwedê bin, hergê em xûşk-birê xwe hiz nekin (1 Yûhn. 3:16). Lê ça em dikarin hizkirina xwe wanara bidine kifşê?

13. Ew yek ku Îsa merivên belengaz hiz dikir çi mesele ye bona me?

13 Bifikirin derheqa mesela Îsa. Îsa wedê xizmetkirina xwe ser erdê, dîna xwe dida li ser îlahî merivên belengaz. Ewî merivên topal, ker, kor û lal qenc dikirin (Met. 11:4, 5). Merivên “nifir lê” ber çevê serwêrên rêlîgiya Cihûya reş bûn, lê bona Îsa şabûneke mezin bû ku merivên ruhanîda birçî têr ke (Yûhn. 7:49). Îsa merivên belengaz hiz dikir û bi dil û can dixebitî ku berdestiyê wanara bike (Met. 20:28).

Tu dikarî alî xûşk-birên emirda mezin bikî di xizmetkirinêda? (Binihêre abzasa 14)

14. Tu çi dikarî bikî seva ku hizkirina xwe bidî kifşê hindava xûşk-bira?

14 Wedê nêzîkaya Bîranînê mecala me heye çev bidine Îsa. Tu dikarî wede bivînî seva ku dîna xwe bidî ser xûşk-birên di civata xweda. Hergê tu usa bikî, tuyê bivînî ku çawa ew meriv ji hizkirina te karê distîne. Dibeke hene xûşk-birên emirda mezin, kîjanara ku alîkarî lazim e. Tu dikarî serîkî wan xî? Tu dikarî xwarinê wanara bînî, di mala wanda alîkariyê bidî wan, alî wan bikî ku bêne li ser civatê, û wana teglîf kî, ku tevî te derên xizmetiyê bikin? (Bixûne Lûqa 14:12-14.) Em gerekê îzinê bidin, ku hizkirina Xwedê alî me bike, seva ku hizkirina usa hindava xûşk-bira bidine kifşê.

DILREMIYÊ BIDE KIFŞÊ HINDAVA XÛŞK-BIRA

15. Em gerekê çi fem bikin?

15 Ya sisiya, hizkirina Yahowa gerekê me hêlan ke, ku bibaxşînine xûşk-birên xwe. Çawa zuretên Adem, her kes ji me gune û mirin sitand. Tu kes ji me nikare bêje, “ku ez hewcê kirînê nînim”. Xizmetkarên Xwedêyî amin jî hewcê baxşandina Yahowa ne, kîjan ku bi saya kirîna Îsa ye. Em her kes gerekê fem bikin ku deynê meyî giran mera hatiye baxşandinê. Ew yek çira ferz e? Caba ser wê pirsê emê bivînin ji meseleke Îsa.

16, 17. a) Em çi hîn dibin ji vê mesela Îsa, dêmek derheqa padşê û xulamê? b) Çaxê em difikirin derheqa wê meselê ku Îsa gilî kir, ew yek me berbi çi hêlan dike?

16 Îsa gilî kir, ku padşakî baxşande xulamê xwe deynê wîyî mezin weke 10 000 talanta, yan 60 000 000 dînar. Lê ewî xulamî ku deynê wîyî mezin jêra hate baxşandinê, xwexa nebaxşande hevalê xwe, kîjan ku deyndarê wî bû weke 100 dînara. Padşa gelek hêrs ket çaxê pêhesiya, wekî ew xulamê ku ewî bi remtî baxşandê, bêrem bû hindava hevalê xwe. Padşa got: “Xulamê xirab! Min hemû deynê te baxşande te, bona wê yekê ku te lava ji min kir. Lê ji te nediket ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî remê çawa ku ez te hatime remê?” (Met. 18:23-35). Belê, remtiya wî padşayî gerekê ew xulam hêlan kira, ku ewî jî bi remtiyê bibaxşanda hevalê xwe. Lê hizkirin û remtiya Yahowa gerekê me berbi çi hêlan ke?

17 Wedê meha Bîranînê mera mecal tê dayînê, seva ku bifikirin ser wê yekê hela dilê meda xeyd heye hindava xûşk-bira. Hergê dilê meda xeyd heye, hingê wedekî gelek baş e ku em çev bidine Yahowa di baxşandinêda (Nehem. 9:17; Zeb. 86:5). Hergê em ji Yahowa razî bin ji bo wê yekê ku ewî deynê meyî giran baxşande me, hingê emê jî bixwazin bi dil bibaxşînine xûşk-bira. Hergê em yên din hiz nekin û nebaxşînine wan, emê nikaribin hizkirin û baxşandina Xwedê bistînin (Met. 6:14, 15). Rast e baxşandin wê nikaribe biguhêze tiştên derbazbûyî, yê ku dilê me êşandin, lê ew yek wê ese axiriya me di aliyê başda biguhêze.

18. Hizkirina Xwedê ça alî xûşkekê kir ku sebirê bide kifşê hindava xûşkeke din?

18 Gelek ji mera dikare çetin be “sebir kin” xûşk-birên xwe. (Bixûne Kolosî 3:13, 14; Efesî 4:32.) Mesele, Lîlî xûşka azep e, ewê bi hazirbûnê alî xûşkeke bî dikir, navê kîjanê Karol [1] bû. Lîlî ew xûşk dibire wêderê, kîderê ku jêra lazim bû, çi ku jêra lazim bû dikirî, û dîsa gelek tiştên dinda alî wê dikir. Lîlî çiqas tiştên baş jî dikir, lê yeke Karolê dikire kute-kut, lema jî hêsa nîbû pêra ziman bidîta. Lê yeke Lîlîyê dîna xwe dida ser hunurên Karolêye baş. Ewê berdewam dikir pey wê binihêre heta Karol giran nexweş ket û mir. Lîlî dibêje: “Ez hîviya wê yekê me, ku kengê Karol ji mirinê rabe. Dixwazim wê bivînim çaxê ew wê bêqisûr be”. Belê, hizkirina Xwedê dikare me hêlan ke, ku em sebirê bidine kifşê hindava xûşk-bira, û hîviya wê rojê bin çaxê gune îda tune be.

19. Pêşkêşa Xwedê ku “nayê gotin” gerekê berbi çi wê te hêlan ke?

19 Me bi rastiyê pêşkêşa qîmet ji Yahowa sitand, ya ku “nayê gotin”. Were em ewê pêşkêşê hesab nekin ça tiştekî bêqîmet. Dewsa wê yekê, îlahî meha Bîranînê berdewam kin bi razîbûnê bifikirin derheqa wê yekê çi ku Yahowa û Îsa bona me kirin. Belê, bira hizkirin me hêlan ke ku pêgeha Îsada herin, hizkirinê hindava xûşk-bira bidine kifşê, û bi dil bibaxşînine wan.

^ [1] (abzasa 18) Hine nav di wê têmayêda hatine guhastinê.