Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ

Seva Çi Îsa Çerçirî û Mir?

Seva Çi Îsa Çerçirî û Mir?

“Bi merivekî [Adem] gune kete dinê û ji gune jî mirin hat” (Romayî 5:12).

Weyê ça caba xwe bida hergê we pirskirana: “Hûn dixwazin heta-hetayê bijîn?” Hilbet gelek meriv wê bêjin erê, lê yeke difikirin ku ew yek wê naqewime. Çimkî ewana dibêjin ku mirin ew tiştekî normal e di emirê merivada.

Lê hergê evê pirsê bi wî cûreyî bidine we: “Hûn hazir in emirê xwe unda kin?” Tu kes ji meriva naxwaze bimire. Gelo çira? Meriv çiqas jî rastî çetinaya bên, yeke dixwazin bijîn. Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku Xwedê meriv usa efirandiye ku dixwazin bijîn. Xebera wîda usa tê gotinê ku “wî her tiştî . . . abadînî xist dilên wan” (Waîz 3:11).

Roja îroyîn meriv heta-hetayê najîn. Lê çira? Gelo Xwedê tiştek kir seva ku ewê derecê bide guhastinê? Cabên wan pirsa di Kitêba Pîrozda hene, û ew me dilgerm dikin. Kitêba Pîroz usa jî eyan dike seva çi Îsa çerçirî û mir.

ÇI ŞAŞÎ HATE BERDAN

Sê serên pêşin ji kitêba Destpêbûnêda tê gotinê ku Xwedê Adem û Hêwa efirand, seva ku ewana heta-hetayê bijîn. Ewî gote wan ku ewana çi gerekê bikin bona wê jîyînê. Ji wan seriya em usa jî pêdihesin ku wana gura Xwedê nekir, û lema emirê xweyî heta-hetayê unda kirin. Derheqa wê yekê usa hêsa hatiye gilîkirinê, wekî gelek hesab dikin ku ew yek çîrok e. Lê kitêba Destpêbûn, usa jî Peymana Nû, îzbat dike ku ew yek rastî qewimî.

Ew yek ku Adem gura Xwedê nekir çi axirî anî însanetêra? Kitêba Pîroz caba wê pirsê usa dide: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Adem gunekî mezin kir, çimkî ewî gura Xwedê nekir û lema jî emirê heta-hetayê unda kir û mir. Em zuretê wî ne, lema gune derbazî ser me jî bû. Lema jî meriv nexweş dikevin, kal-pîr dibin û dimirin. Şirovekirina wê yekê ku em çira dimirin, lev tê tevî şirovekirina zandara derheqa wê yekê, ku ça nexweşiya dê-bava bi gênêtîk derbazî ser zarê wan dibe. Lê pirs pêşda tê, gelo Xwedê çi kir wekî gune û mirin bide hildanê?

XWEDÊ BONA WÊ YEKÊ ÇI KIR

Xwedê pêşda xem kir, wekî wegerîne meriyara ew emirê heta-hetayê, kîjan ku Adem unda kir. Lê Xwedê wê ça ewê yekê bîne sêrî?

Kitêba Romayîda 6:23 tê gotinê ku “maşê gune mirin e”. Ew tê hesabê ku axiriya gune mirin e. Adem gune kir lema jî mir. Bi wî cûreyî em jî çawa zuretê Adem, ji bo gune dimirin. Çimkî em bi gune hatine bûyînê. Lema jî Xwedê bi hizkirinê kurê xwe Îsa Mesîh şande ser erdê wekî “maşê gune” hilde ser xwe. Lê çi cûreyî?

Mirina Îsa mecalê dide me bona jîyîna bextewar û heta-hetayê

Çimkî bi merivekî bêqisûr, dêmek bi Adem, gune û mirin derbazî me bûn, lema jî seva ku gunê her kesî bêne hildanê, lazim bû merivekî mîna wî bêqisûr, kîjan ku gerekê heta mirina xwe jî amin bima. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Bi neguhdariya yekî gelek bûne gunekar, usa jî bi guhdariya yekî gelek wê rast bêne hesabê” (Romayî 5:19). Ew merivê bêqisûr Îsa bû. * Ewî ezman hîşt, bû merivê bêqisûr, û seva me emirê xwe da. Mirina Îsa mecalê da me wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê nêzîk kin û emirê heta-hetayê bistînin.

ÇIRA ÎSA CEFA KIŞAND Û MIR?

Çira mirina Îsa lazim bû? Gelo Xwedayê himzor nikaribû usa bikira ku zuretên Adem heta-hetayê bijîtana? Ew yek wîra qe çetin nîbû. Lê hergê Xwedê ew yek bikira, wê miqabilî qanûna xwe biçûya, ku maşê gune mirin e. Ew qanûn ne ku tişteke neferz e ya ku dikare bê guhastinê yan jî neyê sêrî. Lê bi rastiyê ew hîmê heqiya û rastiya Xwedê ye (Zebûr 37:28).

Hergê Xwedê wê derecêda heqiya xwe neda kifşê, meriv dikaribûn dudilî bûna ku di derecên dinda jî Xwedê wê heqiya xwe bida alîkî. Mesele, gelo Xwedê wê bi heqiyê bijbêre kê ji zureta Adem hêjayî emirê heta-hetayê ye? Yan jî gelo em dikarin aminiya xwe Xwedê bînin ku ew wê sozên xwe bîne sêrî? Ew yek ku Xwedê rastiya xwe da kifşê, hê zêde baweriya me qewî dike, ku ew wê timê bi heqiyê her tiştî bike.

Xwedê bi saya qurbana Îsa mecal da me, ku li ser erdê, Cinetêda heta-hetayê bijîn. Dîna xwe bidine giliyên Îsa ji Yûhenna 3:16 “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe”. Bi wî cûreyî mirina Îsa ew ne ku tenê heqiya Xwedê dide kifşê, lê hê zêde dide kifşê hizkirina wî hindava meriva.

Lê çira Îsa gerekê biçerçiriya û usa bimiriya? Îsa xwe kire qurban û amin ma, bi wê yekê ewî îzbat kir wekî Şeytan derew kir çaxê buxdan avît ku meriv heta xilaziyê Xwedêra amin namînin gava rastî çetinaya tên (Îbo 2:4, 5). Ew buxdana Şeytan dikaribû rast bihata hesabê, çimkî Ademê bêqisûr rastî çetinayada amin nema û gune kir. Lê çimkî Îsa ku mîna Adem bêqisûr bû, wedê çetinayên giran jî amin ma, ewî bi wê yekê îzbat kir ku Şeytan derewîn e (1 Korintî 15:45). Îsa usa jî îzbat kir ku Adem jî dikaribû Xwedêra amin bima, hergê ewî safîkirina rast bikira. Bi wê yekê ku Îsa cefa kişand û amin ma ewî nexşek û mesele bona me hîşt (1 Petrûs 2:21). Lema jî Xwedê Îsa kerem kir seva aminiya wî, bi wê yekê ku emirê heta-hetayê li ser ezmana da wî.

EW YEK ÇI KAR DIKARE WERA BÎNE

Îsa bi rastiyê mir. Û mirina wî riya bona jîyîna heta-hetayê mera vekir. Hûn dixwazin jîyîna heta-hetayê bistînin? Îsa got ku çi em gerekê bikin seva ku evê jîyînê bistînin: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

Em we teglîf dikin ku hûn hê zêde pêbihesin derheqa Yahowa, Xwedayê rastiyê û Kurê wî Îsa Mesîh. Şedên Yahowa yê ku di mihala weda dijîn wê bi şabûnê alîkariyê bidin we di wê yekêda. Hûn usa jî dikarin alîkariyê bistînin ji malpera me, www.pr418.com.

^ abz. 13 Xwedê ji ezmên emirê Kurê xwe derbazî zikê Meryemê kir, û bi ruhê xweyî pîroz Îsa xwey kir ji wê yekê ku qisûra Meryemê derbazî ser wî nebe (Lûqa 1:31, 35).