Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kî ye yan çi ye Mîrê-cin?

WEYÊ ÇA CABA XWE BIDA Mîrê-cin ew heye . . .

  • Kesê ruhanî?

  • Zulmî hundurê merivada?

  • Meriva xwexa ber xwe derxistiye?

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE

Mîrê-cina tevî Îsa xeberdida û ewî ew dicêriband (Metta 4:1-4). Dêmek, meriva wî ber xwe dernexistine, û ew ne jî zulmî ye hundurê merivada. Ew heye kesê ruhanî û zulim.

DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?

  • Mîrê-cina milyaket bû, lê “tu car xwe rastiyê negirtiye” (Yûhenna 8:44). Ew bû yekî derewîn û miqabilî Xwedê derket.

  • Hine milyaketên din jî pey Şeytan çûn û miqabilî Xwedê derketin (Eyantî 12:9).

  • Mîrê-cina gelek meriva dixapîne yançi ew tune ye (2 Korintî 4:4).

Lê gelo Mîrê-cina dikare ser meriva hukum ke?

HINE MERIV DIBÊJIN ku hukumê Mîrê-cina tuneye, lê yên din ditirsin wekî ruhê zulim ser wan hukum nekin. Lê hûn çi difikirin?

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE

“Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Rast e Mîrê-cina gelek ser însanetê hukum dike, lê ser her merivekî kontrol nake.

DÎSA ÇI EM DIKARIN JI KITÊBA PÎROZ PÊBIHESIN?

  • Mîrê-cina meriva dixalifîne seva hê zêde hukum bike (2 Korintî 11:14).

  • Cin hine derecada dikarin ser meriva hukum kin (Metta 12:22).

  • Hûn dikarin bi alîkariya Xwedê “miqabilî Mîrêcin bisekinin” (Aqûb 4:7).