Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yên Cahil Hûn Hazir in Bêne Nixumandinê?

Yên Cahil Hûn Hazir in Bêne Nixumandinê?

“Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (LÛQA 14:28).

KILAMÊN: 6, 34

Ew du gotar bona wan cahila ne, yên ku dixwazin bêne nixumandinê

1, 2. a) Îro cimeta Xwedê bona çi şa dibin? b) Ça dê-bavê Mesîhî û rûspî dikarin alî cahila bikin ku fem kin çi tê hesabê nixumandin?

RÛSPÎKÎ civatê gote Krîstofêrê 12 salî: “Ez te ji biçûktayê nas dikim, û ez gelek şa me ku tu dixwazî bêyî nixumandinê. Lê ez dixwazim ji te bipirsim: ‘Çira tu dixwazî evê gavê bikî?’” Pirsa wî rûspîyî bi aqilayî bû. Belê, em gişk şa dibin çaxê her sal bi hezara cahil nav temamiya dinyayê têne nixumandinê (Waîz 12:1). Lê dê-bav û rûspiyên civatê dixwazin bawer bin ku cahil dilê xweda xwexa safî kiriye ku bê nixumandin, û usa jî fem dike ku çi tê hesabê bê nixumandin.

2 Xebera Xwedê eyan dike ku tesmîlbûyîn û nixumandin destpêka jîyîna Mesîhîtî ye. Wedê wê jîyîna teze meriv wê gelek kerema ji Yahowa bistîne, lê usa jî wê ji Şeytan peyketin hebin (Metlk. 10:22; 1 Pet. 5:8). Lema dê-bavên ku Mesîhî ne, zarên xwe hîn dikin ku çi tê hesabê bibine şagirtên Mesîh. Lê ew cahilên ku dê-bavê wan Mesîhî nînin, dikarin alîkariyê ji rûspiya bistînin, seva ku fem bikin çi tê hesabê tesmîlbûyîn û nixumandin. (Bixûne Lûqa 14:27-30.) Çawa ku lazim e pêşda hesaba bikin seva ku avayê baş ava kin, usa jî lazim e pêşda hazir bin ku “heta xilaziyê” bi aminiyê Yahowara xizmet kin (Met. 24:13). Lê çi dikare alî cahila bike ku safî kin heta-hetayê Yahowara xizmet kin? Were em şêwir kin.

3. a) Giliyên Îsa û Petrûs ça didine kifşê ku nixumandin tiştekî ferz e? (Met. 28:19, 20; 1 Pet. 3:21). b) Kîjan pirsa emê şêwir kin di vê têmayêda, û çira?

3 Hergê tu cahil î û dixwazî bêyî nixumandinê, tu hêjayî ku payê te bidin. Qedirekî mezin e ku bêyî nixumandinê çawa Şedê Yahowa. Hin jî, nixumandin dewakirin e bona Mesîhiya, û ferz e bona xilazbûnê (Met. 28:19, 20; 1 Pet. 3:21). Hergê tu têyî nixumandinê, dêmek tu didî kifşê ku dixwazî sozê xwe bînî sêrî wekî timê Yahowara xizmet kî. Wê gelek kêrhatî be hergê tu ser van sê pirsa bifikirî, yên ku wê alî te bikin têderxî hela tu hazir î bêyî nixumandinê, yan na. Pirs ew in: 1) Gelo ez êpêce gihîştî me ku evê safîkirinê bikim? 2) Gelo ew xwastina mine şexsî ye? 3) Ez bi rastiyê fem dikim ku çi tê hesabê xwe tesmîlî Yahowa bikim? Were em ewan pirsa şêwir kin.

ÇAXÊ TU ÊPÊCE GIHÎŞTÎYÎ

4, 5. a) Çira nixumandin tenê bona merivên mezin nîne? b) Gihîştîbûn bona Mesîhî çi tê hesabê?

4 Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku tenê merivê mezin gerekê bêne nixumandin, yan jî meriv gerekê çend salî be wekî bê nixumandinê. Metelok 20:11-da em dixûnin: “Heta zarok jî bi lêkerên [kirên] xweva xwe dide xuyakirin, gelo kirinên wî pak in û rast in, yan na”. Dêmek, cahil jî dikare fem bike ku çi tê hesabê tiştên rast bike û çi tê hesabê xwe tesmîlî Xwedê bike. Lema, nixumandin ew gaveke gelek ferz e bona cahilên ku gihîştî ne û ku xwe tesmîlî Yahowa kirine (Metlk. 20:7).

5 Lê çi tê hesabê gihîştîbûn? Gihîştîbûn ew nayê hesabê çaxê meriv tenê fîzîkî mezin dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku merivên gihîştî ew in, yên ku “sewdayê xweda ketî-rabûyî ne, qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbrn. 5:14). Merivê gihîştî zane ku çi rast e çevê Yahowada, û dilê xweda safî dike ku hema usa jî bike. Lema wîra çetin nîne xwe bigire ku tiştên nerast neke. Hin jî, ew hewce nîne ku kesek timê wîra bêje ku ew tiştên rast bike. Bi rastiyê, cahilê ku dixwaze bê nixumandinê, prînsîpên Yahowa tîne sêrî wî çaxî jî, çaxê dê-bav yan jî kesekî mezin wî navînin. (Beramber kin Fîlîpî 2:12.)

6, 7. a) Gilî kin ku Daniyêl Babîlonêda rastî çi cêribandina dihat. b) Çawa Daniyêl da kifşê ku ew gihîştî ye?

6 Lê gelo cahil dikare usa gihîştî be? Were mesela Daniyêl şêwir kin. Çaxê ew çawa dîl birine Babîlonê, wî çaxî diqewime ew weke 13-17 salî bû. Dor berê wî merivên usa bûn, ku gura Xwedê nedikirin. Hin jî, çetinayîke din jî hebû. Babîlonêda Daniyêl ciyê mexsûs digirt. Ji gelek cahila ew hate bijartinê ku ber padşa bisekine (Dan. 1:3-5, 13). Bi rastiyê Îsraêlêda mecaleke wîye usa wê tunebûya, çawa ku Babîlonêda.

7 Lê Daniyêl ça dinihêrî ser wan tişta? Gelo ewî dixwast ku Babîlonêda wan tişta qazanc ke? Yan jî ewî hîşt ku merivên dor berê wî nihêrandina wî xirab kin û baweriya wî sist kin? Tu car! Kitêba Pîroz dibêje ku çaxê ew Babîlonêda bû, ewî dilê xweda safî kir ku xwe heram nake bi wan tişta, çi ku pûtparistiyêva girêdayî bûn (Dan. 1:8). Bi rastiyê jî eyan tê kifşê ku Daniyêl gihîştî bû!

Kesê gihîştî tu car usa nîne ku Oda Civatêda dostê Xwedê be, lê mektebêda hevalê vê dinyayê be (Binihêre abzasa 8)

8. Cahilno, hûn ji Daniyêl çi dikarin hîn bin?

8 Hûn çi dikarin ji Daniyêl hîn bin? Ya pêşiyê, cahilê gihîştî baweriya xweda qewî ye. Ew mîna xamêlîon nîne, yê ku anegorî cî rengê xwe diguhêze. Dêmek merivê gihîştî durû nîne, mesele, ew usa nîne ku Oda Civatêda dostê Xwedê ye, lê mektebêda hevalê vê dinyayê. Dewsê, ew hela hê cêribandinên qayîmda jî Xwedêra amin dimîne. (Bixûne Efesî 4:14, 15.)

9, 10. a) Çira kar e hergê cahil bifikire, ku ewî ça xwe kifş dikir çaxê baweriya wî dihate cêribandinê? b) Nixumandin çi tê hesabê?

9 Belê, tu kes bêqisûr nîne. Cahil jî çawa yên mezin cara şaşiya dikin (Waîz 7:20). Lema hergê tu dixwazî bêyî nixumandinê, wê bi bîlanî be hergê bifikirî ku tu çiqas hazir î seva prînsîpên Yahowa bînî sêrî. Tu ça dikarî xwe bicêribînî vê yekêda? Ji xwe bipirse: “Wan paşwextiya min prînsîpên Xwedê dianî sêrî?” Bifikire te çi kir çaxê baweriya te hate cêribandinê. Te daye kifşê ku dikarî rastî û nerastî ji hev derxî? Lê hergê kesek te hêlan dike çawa Daniyêl hêlan dikirin, ku vê dinya Şeytanda pêşdaçûyî bî, tuyê çi bikî? Gelo tu dikarî wedê cêribandinên wî cûreyîda têderxî “çi ye qirara” Yahowa? (Efes. 5:17).

10 Çira em van pirsa şêwir dikin? Çimkî ew pirs alî we dikin ku fem bikin nixumandin çi tê hesabê. Çawa ku îda hate gotinê, nixumandin dide kifşê ku te Yahowara soz daye, ku timê wî hiz bikî û bi temamiya dilê xwe heta-hetayê wîra xizmet bikî (Marq. 12:30). Her kes ku tê nixumandinê gerekê ewî sozî bîne sêrî. (Bixûne Waîz 5:4, 5.)

EW XWESTINA TEYE ŞEXSÎ YE?

11, 12. a) Merivê ku dixwaze bê nixumandinê gerekê çida bawer be? b) Çi dikare alî we bike ku bi nihêrandina Yahowa binihêrin ser nixumandinê?

11 Kitêba Pîrozda tê gotinê ku cimeta Xwedê, dêmek yên cahil jî, wê bi rezedilî bixwazin wîra xizmet kin (Zeb. 110:3). Lema ewê ku dixwaze bê nixumandinê gerekê bawer be, ku ew xwestina wîye şexsî ye. Çimkî dibeke tu nava rastiyêda hatî mezinkirinê, lema lazim e xwe kûr bicêribînî, hela ew xwestina te ye ku bêyî nixumandinê.

12 Nava salada dibeke te dîtiye ku gelek meriv hatine nixumandinê, û nava wanda dibeke heval yan xûşk-birên teyî helal bûn. Hergê usa ye, tu gerekê fesal bî. Tu gerekê bifikirî, gelo tu dixwazî bêyî nixumandin seva vê yekê, çimkî cahilên din wî emirîda têne nixumandin. Tu ça dikarî bawer bî ku ser nixumandinê usa dinihêrî ça Yahowa dinihêre? Wede xwera bivîne ku bisekinî û bifikirî derheqa vê yekê, ku çira nixumandin usa ferz e. Hine meniyên ku çira nixumandin ferz e, emê vê têmayêda û ya dinda şêwir kin.

13. Tu ça dikarî têderxî xwestina te ku bêyî nixumandinê ji dilê te ye?

13 Hene hine tişt, bi saya kîjana tu dikarî têderxî hela xwestina te ku bêyî nixumandinê, ji dilê tê ye yan na. Mesele, xwestina te ku tu dixwazî Yahowara xizmet bikî, wê duayên teda eyan bin. Hergê tu timê dua dikî û duayên te konkrêt in, ew yek dide kifşê ku heleqetiya te tevî Yahowa çiqas nêzîk e (Zeb. 25:4). Yahowa bi saya Xebera xwe caba duayên me dide. Lema hergê tu timê Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, ew jî dide kifşê ku tu dixwazî nêzîkî Yahowa bî û bi temamiya dilê xwe jêra xizmet bikî (Yêşû 1:8). Hela ji xwe bipirse: “Duayên min konkrêt in? Hînbûna mine şexsî timê heye?” Û hergê malbeta te Qulixkirina tevî Malbetê derbaz dike, ji xwe bipirse: “Ez bi hazirbûnê tême ser vê civîna malbetê?” Cabên teye ser wan pirsa wê alî te bikin ku têderxî, hela ew xwestina teye şexsî ye ku bêyî nixumandinê.

ÇI TÊ HESABÊ TESMÎLBÛYÎN

14. Gilî kin derheqa firqiya orta tesmîlkirinê û nixumandinê.

14 Hine cahil dibeke rast fem nakin firqiya orta tesmîlbûyînê û nixumandinê. Mesele, hine cahil dibêjin ku wana îda xwe tesmîlî Yahowa kiriye, lê yeke hê hazir nînin ku bêne nixumandinê. Gelo ew yek rast e? Çaxê meriv xwe tesmîlî Yahowa dike, ew tê hesabê ku ew Yahowara soz dide, wekî wîra heta-hetayê xizmet ke. Lê çaxê meriv tê nixumandinê, ew hemûşkara eyan dike ku ewî îda duayê xweda xwe tesmîlî Yahowa kiriye. Lema, çaxê tu têyî nixumandinê, tu gerekê bawer bî ku tu fem dikî tesmîlkirin çi tê hesabê.

15. Tesmîlkirin çi tê hesabê?

15 Çaxê tu xwe tesmîlî Yahowa dikî, tu xwe înkar dikî. Tu Yahowara soz didî ku qirara wî wê jîyîna teda ser ciyê pêşin be. (Bixûne Metta 16:24.) Belê, em gerekê ser her sozî fesal binihêrin, lê îlahî çiqas ferz e bona me sozê ku me Yahowa Xwedêra daye! (Met. 5:33). Lê tu ça dikarî bidî kifşê ku bi rastiyê te xwe înkar kiriye û ku niha tu bona Yahowa dijî? (Rom. 14:8).

16, 17. a) Şirovekin ku çi tê hesabê xweînkarkirin. b) Çaxê meriv xwe tesmîlî Xwedê dike, bi rastiyê ew çi dibêje?

16 Bidine ber çevê xwe ku hevalê we wera ereba pêşkêş dide. Ew wera dokûmênta ereba dide û dibêje: “Ew erebe ya te ye”. Lê paşê ew zêde dike: “Kilît wê cem min be. Û tenê ezê evê erebê bajom, ne ku tu”. Ew “pêşkêş” wê we xweş bê? Hûnê çi bifikirin derheqa wî hevalî?

17 Niha bifikirin ku Yahowa hîviya çi ye ji wî merivî, kîjan ku xwe tesmîlî wî dike, û jêra dibêje: “Ez emirê xwe didime te. Min xwe tesmîlî te kiriye”. Lê hergê ew meriv paşê destpêdike nerast bijî, mesele dizîkava rastî nebawera tê? Yan hergê ew xebateke usa qebûl dike, ji bo kîjanî wedê wî tune ku here xizmetiyê û ser civatê? Gelo ew ne mîna vê yekê ye, ku ew meriv kilîta erebê cem xwe xwey dike? Merivê ku xwe tesmîlî Yahowa dike, bi rastiyê wîra giliyên usa dibêje: “Emirê min hê zef yê te ye, ne ku yê min. Hergê usa biqewime ku ez gerekê bijbêrim ku qirara te bînim sêrî yan xwestina xwe, ezê timê ewê yekê bikim çi ku qirara te ye”. Ew nihêrandin mîna nihêrandina Îsa ye, kîjan ku çaxê ser erdê bû got: “Ez ji ezmên hatime xwarê, ne ku xwestina xwe bikim, lê xwestina wî, yê ku ez şandime” (Yûhn. 6:38).

18, 19. a) Ça giliyên Rozî û Krîstofêr didine kifşê ku nixumandin ew qedirekî mezin e, kîjan ku kerema tîne? b) Hûn çi difikirin derheqa wî qedirî, dêmek nixumandinê?

18 Eyan e, ku nixumandin ew gaveke gelek ferz e, û tu kes gerekê ser vê yekê sera-bera nenihêre. Lê tesmîlbûyîn û nixumandin ew qedirekî mezin e. Cahilên ku Yahowa hiz dikin û fem dikin ku tesmîlbûyîn çi tê hesabê, tu car paş naxin ku bêne nixumandinê. Û ewana ne jî poşman dibin ji bo safîkirina xwe. Xûşkeke cahil ku navê vê Rosî ye, dibêje: “Ez Yahowa hiz dikim, û tu tişt nikare min usa bextewar ke, çawa ku xizmetkirina wîra. Ez jîyîna xweda tu tiştîda usa bawer nîbûm, çawa safîkirina xweda ku bême nixumandinê”.

19 Were bînin bîra xwe Krîstofêr, derheqa kîjanî jorê hate gotinê. Gelo ew çaxê 12 saliya xweda hate nixumandinê, ew safîkirina rast bû? Niha Krîstofêr çaxê tîne bîra xwe tesmîlkirin û nixumandina xwe, ew pir razî ye. Ewî 17 saliya xweda destpêkir ça pêşeng xizmet ke, û 18 saliyêda hate kifşkirinê ça berdestiyê civatê. Îro ew Beytelêda xizmet dike. Ew dibêje: “Nixumandin, ew safîkirina rast bû. Jîyîna min tije ye bi şixulên hewas bona Yahowa û teşkîleta wî”. Hergê tu difikirî derheqa nixumandinê, tu ça dikarî xwe hazir kî bona nixumandinê? Têma dinda emê derheqa vê pirsê şêwir kin.

[Çargoşe ser rûpêla 3

Ew du gotar bona wan cahila ne, yên ku dixwazin bêne nixumandinê