Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Hazir î Baweriya Xwe Himberî Hînkirina Kitêba Pîroz Bikî?

Tu Hazir î Baweriya Xwe Himberî Hînkirina Kitêba Pîroz Bikî?

TU XWE hesab dikî ça Mesîhî? Hergê erê, tu nava hejmara du mîlîarda meriva zedetirda nî, yên ku eyan qebûl dikin, wekî ewana peyçûyên Mesîh ne. Îro bi hezara kom hene, yên ku xwe nav dikin ça Mesîhî, û hela hê orta wanda jî firqî heye çawa hînkirinêda usa jî nihêrandinêda. Dibek baweriya te jî gelek cude dibe ji baweriya merivên ku xwe nav dikin Mesîhî. Gelo lazim e kûr bifikirin hela em çi bawer dikin? Belê, xût wî çaxî hergê tu dixwazî li gora baweriya Mesîhiya bijîy, û usa bikî çawa ku Kitêba Pîroz hîn dike.

Peyçûyên Îsa Mesîh yê pêşin eyan bûn ça “mesîhî” (Karên Şandiya 11:26). Nelazim bû navekî din wanara bidana, çimkî wî wedeyda tenê baweriya Mesîhtî hebû. Mesîhî yektiyêda pey hînkirin û rêberiya Sazkarê Mesîhiya diçûn, dêmek Îsa Mesîh. Lê derheqa dêra xwe çi dikarî bêjî? Tu bawer dikî, wekî ew hîn dike ewê yekê çi ku Îsa hîn dikir û dike ew, çi ku peyçûyên Mesîh dikirin? Lê çawa tu dikarî di vê yekêda îzbat bî? Meceleke baş heye û ev Kitêba Pîroz e, çi ku alî me dike baweriya xwe himberî hînkirina wê bikin.

Hela derheqa vê yekê bifikirin: Îsa Mesîh gelek qedirê Nivîsarên Pîroz digirt û ew hesab dikir ça Xebera Xwedê. Îsa qebûl nedikir wan meriya, yên ku hînkirinên Kitêba Pîroz didane alîkî, seva ku raw-rizimên xwe dêmek qeydên xwe, pêşda bînin (Marqos 7:9-13). Ji vê yekê em dikarin bêjin, wekî peyçûyên Îsayî rast, gerekê bawerî û hînkirinên xwe, li ser hîmê Kitêba Pîroz saz kin. Lema jî wê baş be, wekî her Mesîhî ji xwe bipirse, ‘Gelo hînkirinên dêra min li ser hîmê Kitêba Pîroz in?’ Seva ku caba vê pirsê bidin, hûn dikarin hînkirinên dêra xwe himberî wê yekê kin, çi ku bi rastî Kitêba Pîroz dibêje.

Îsa got, ku hebandina me Xwedêra, gerekê li ser hîmê rastiyê be, dêmek li ser hîmê rastiya Kitêba Pîroz (Yûhenna 4:24; 17:17). Û Pawlosê şandî jî got, ku xilazkirina me wê yekêva girêdayî ye, ku “rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Lema jî gelek ferz e, ku baweriya me li ser hîmê rastiya Kitêba Pîroz be. Çimkî wê yekêva girêdayî ye, emê xilaz bin yan na!

ÇAWA BAWERIYA XWE HIMBERÎ KITÊBA PÎROZ KIN

Em we teglîf dikin bixûnin şeş pirsên jêrê û dîna xwe bidin, wekî Kitêba Pîroz çawa li ser van pirsa caba xwe dide. Binihêrin rêzên Kitêba Pîroz ku têne wekilandinê û bifikirin derheqa cabên pirsên Kitêba Pîroz. Paşê ji xwe bipirsin: “Hînkirinên dêra min li ser hîmê Kitêba Pîroz in?”

Ev lêkolînkirina kin dikare alî we bike himberîhevkirina lape kêrhatî bikin. Hûn dixwazin hînkirinên din yê dêra xwe, himberî Kitêba Pîroz kin? Şedên Yehowa wê dilşa bin alî we bikin, ku rastiya Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hûn dikarin yek ji Şedên Yehowara bêjin, ku tevî we hînkirina Kitêba Pîroze bêpere derbaz ke. Yan jî hûn dikarin bikevine malpera me, jw.org.