Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo meriva rêlîgiya ji ber xwe derxistine?

HINEK MERIV BAWER DIKIN wekî meriv rêlîgiya ji ber xwe derxistine; yên din jî difikirin ku Xwedê bi saya rêlîgiyê me nêzîkî xwe dike. Lê hûn ça difikirin?

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?

Heye rêlîgiyek ya ku “rast û bêqusûr e” li ber Bav Xwedêyê me (Aqûb 1:27). Rêlîgiya rast dêmek temiz, ji Xwedê ye.

DÎSA ÇI EM PÊDIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?

  • Seva ku dilê Xwedê xweş bên, rêlîgiya gerekê li ser hîmê rastiya Kitêba Pîrozda be (Yûhenna 4:23, 24).

  • Rêlîgiya ku li ser hîmê fikirên meriya ye, bêkêr e. (Marqos 7:7, 8).

Gelo lazim e, wekî em xwe li rêlîgiyekê bigirin?

HÛNÊ ÇI BÊJIN?

  • Erê

  • Na

  • Dibek

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE:

“Û bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin” (Îbranî 10:24, 25). Xwedê dixwaze wekî xizmetkarên wî, çawa koma terbet, tevay bicivin.

DÎSA ÇI EM DIKARIN PÊBIHESIN JI KITÊBA PÎROZ?

  • Ewên ku tevay Xwedê dihebînin, gerekê baweriyêda yek bin (1 Korintî 1:10,11).

  • Endemên rêlîgiyê ku Xwedê qebûl dike dibine biratiya hemdinyayê (1 Petrûs 2:17).