Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BERDILÎ Û ALÎKARÎ WEDÊ ÇETINAYA

Hemûyara Berdilî Lazim e

Hemûyara Berdilî Lazim e

Biçûktayêda qe usa bûye, ku tu ketî û dest-milê te êşiyan? Tê bîra te ça diya te ber dilê teda dihat? Dibe ku ewê birînên te temiz dikir û girêdida. Tu digiriyayî, lê ewê, te da hemêza xwe û paç kir. Û te îda xwe baş texmîn kir. Biçûktayêda te timê berdilî dîtiye.

Lê çaxê em mezin dibin, jîyîn hê çetin dibe. Problêmên me jî hê mezin dibin, û îda çetin dibe berdiliyê bivînîn. Yazix lê problêmên mezina usa hêsa nayêne safîkirinê çawa ku zarotiyêda. Werên em derheqa hine mesela xeber din.

  • Dibeke te xebata xwe unda kiriye. Çaxê mêrekî bi navê Hûliyan xebata xwe unda kir, ew gelek berxwediket û difikirî: “Ezê niha çawa malbeta xwe xwey kim? Min haqas sal ev xebat dikir, çima mezinê xebatê safî kir ku ez îda nelazim im?”

  • Diqewime jin yan mêrê te, ji te qetiyaye û ji bo wê yekê tu gelek dilteng dibî. Kulfeteke bi navê Rakêl gilî dike: “18 meh pêşda mêrê min, nişkêva ez hîştim. Ev yek bona min kedereke giran bû. Dilê min ça bêjî şikest. Û êşeke mezin kete dilê min û bedena min. Ez ditirsiyam, gelo axiriya min wê çawa be”.

  • Yan dibeke tu giran nexwaş î û halê te baş nabe. Carna ji bo halê xwe dibeke tu mîna Îbo pêxember usa difikirî: “Ez ji jiyana xwe . . . dikerihim [nefret dikim]: Heta hetayiyê jiyanê naxwazim” (Îbo 7:16). Dibeke carna tu jî usa difikirî mîna mêrekî 80 salî bi navê Lûyîs yê ku dibêje: “Carna ez tenê mirinê xwera dixwazim”.

  • Yan dibe ku te merivê xweye nêzîk unda kiriye û niha hizreta berdiliyê yî. Mêrekî bi navê Robêrt dibêje: “Çaxê kurê min kete qeziyê û mir, min pêşiyê bawer nedikir. Lê paşê, êşeke mezin kete dilê min. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, ew êş mîna “tîrekê nav minra derbaz bû” (Lûqa 2:35).

Robêrt, Lûyîs, Rakêl û Hûliyan hela hê derecên çetinda jî berdilî dîtin. Ew yê ku berdilî dabû wan, Xwedayê Himzor e. Gelo Xwedê çi cûreyî berdilî dida wan? Û çi cûreyî ewê berdiliyê bide te?