Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | BERDILÎ Û ALÎKARÎ WEDÊ ÇETINAYA

Berdilî Wedê Çetinaya

Berdilî Wedê Çetinaya

Cûre-cûre çetinayî hene. Em nikarin derheqa wan hemûya xeber din, lê werên em dîna xwe bidine wan çar dereca, derheqa kîjana ku me îda xeber da. Emê niha pêbihesin wekî çawa hine meriv wan derecên çetinda karibûn berdiliyê ji Xwedê bistînin.

ÇAXÊ BÊ XEBAT DIMINÎ

“Ez hîn bûm hemû cûre xebatra razî bim û me tenê ew tişt dikirî, çi ku rastî jî mera lazim bûn” Yonatan.

Mêrekî bi navê Sêt * dike bîra xwe: “Min tevî jina xwe Prîskîla, wedekîda xebata xwe unda kir. Du sala merivên me alîkarî didane me, û me jî cûre-cûre xebat dikir. Ji bo wê derecê, jina min gelek dilteng dibû û min xwe bêkêr texmîn dikir.

“Lê me karibû teyax kin ber vê çetinayê. Prîskîllayê hergav dikire bîra xwe giliyê Îsa ji Metta 6:34, kîderê ku Îsa dibêje wekî em bona roja sibê xema nekin, çimkî xemê her rojekî hene. Û çaxê jina min bi dil û can dua dikir, ev yek lê qewî dikir. Lê bona min Zebûra 55:22 alîkarî bû. Anegorî zebûrbêj, min barê xwe da destê Yehowa Xwedê, û ez jî qewî bûm. Niha xebata min heye, lê em dîsa jî li gora şîreta Îsa dijîn yê ku Metta 6:20-22-da nivîsar e. Xêncî wê yeke em hê nêzîkî Xwedê bûn û hevra jî daha nêzîk bûn”.

Merivekî bi navê Yonatan dibije: “Çaxê bîznêsa malbeta me hate dadanê, ez gelek tirsiyam seva axiriya malbeta xwe. Min weke 20 sala ev xebat dikir, û ji bo krîzîsa aboriyê ev xebat bêkêr bû. Min tevî jina xwe destpêkir seva pera şera bikin. Me ne jî dikaribû tiştek bi krêdît hilda, çimkî difikirîn ku wê krêdît nedine me.

“Lê Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz, alî me kir safîkirina baş bikin. Ez hîn bûm hemû cûre xebatra razî bim û me tenê ew tişt dikirî, çi ku rastî jî mera lazim bûn. Me usa jî alîkarî distand ji xûşk-birên meyî civatê, dêmek ji Şʹedên Yehowa. Ewana alî me kirin, seva ku em qedirê xwe unda nekin, û alîkariya mezin didan hela hê wedê çetinda jî”.

ÇAXÊ JI HEV DIQETIN

Rakêl tîne bîra xwe: “Çaxê mêrê min nişkêva ez hîştim, ez gelek dilteng bûm û hêrsa min radibû. Ev yek mira bû derdekî giran. Lê min xwe li Xwedê digirt, û Ewî berdilî da min. Çaxê min her roj dua dikir, min texmîn dikir ku edilaya ji Xwedê dilê min xwey dike. Mira usa dihate kifşê, ku tê bêjî Yehowa dilê minî şikestî qenc kir.

“Û bi saya Xebera wî, dêmek Kitêba Pîroz, min karibû hêrs û xeyda xwe daxim. Min guh da giliyê Pawlosê şandî, yên ku Romayî 12:21-da nivîsar in: ‘Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve’.

“Niha îda wede ye hînî derecê xwe bim. . . . Niha ez îda dîna xwe nadime problêmên xwe û şabûna xwe unda nakim” Rakêl.

“Hevalekî min alî min kir wekî ez xwe qayîm bigirim. Ewî minra nîşan kir Waîz 3:6 û bi nermî gote min, ku niha îda wede ye hînî derecê xwe bim. Ev yek çetin bû, lê şîreta wî wededa bû. Niha ez îda dîna xwe nadime problêmên xwe û şabûna xwe unda nakim”.

Kulfeta bi navê Êlîzabêt dibêje: “Çaxê mêr-jin ji hev diqetin, alîkarî û piştgirî lazim e. Hevaleke mine baş her roj piştgiriya min dikir. Ew tevî min digiriya, ez hêlan dikirim, û ji aliyê wêda min hizkirin texmîn dikir. Ewê ez nehîştim. Ez bawer im, wekî Yehowa bi saya vê hevalê, birînên dilê min qenc kir.

ÇAXÊ NEXWAŞ DIKEVIN Û KAL-PÎR DIBIN

“Paşî duakirinê ez texmîn dikim, ku Xwedê bi ruhê xwe min qewî dike” Lûyîs.

Lûyîs, derheqa kîjanî ku me pêşda digot, giran nexwaş e û nexwaşiya wî dilva girêdayî ye. Ji bo vê yekê du cara hindik mabû ew bimira. Rojê 16 siheta wîra oksîjen lazim e, ku bikaribe bîna xwe bikişîne. Ew dibêje: “Ez her gav Yehowara dua dikim. Û paşî duakirinê ez texmîn dikim, ku Xwedê bi ruhê xwe min qewî dike. Dua alî min dike mêrxas bim û xwe qayîm bigirim, çimkî ez bawer dikim ku Xwedê seva min xem dike”.

Pêtra kulfeta ku 80 salî zêdetir e, dibêje: “Ez gelek tişt dixwazim bikim, lê nikarim. Ez gelek berxwe dikevim, ku qewata min kêm dibe. Ez usa sist im, ku dermanava girêdayî me. Gelek cara ez difikirim ser giliyê Îsa, yê ku gotibû Bavê xwe ku hergê dibe, bira ev cefa ser wîra derbaz be. Yehowa Îsa qewî kir, û min jî qewî dike. Dua seva min ça dermanê herrojî ye. Çaxê ez tevî Xwedê xeber didim, paşê ez îda xwe daha baş texmîn dikim” (Metta 26:39).

Hûliyan, weke 30 sala bi nexweşîke giran nexweş e. Ew usa dibêje: “Min xebatêda ciyê bilind digirt, lê niha ciyê min li ser kursiyê ye, ku seva merivên seqet e. Lê jîyîna minda şabûn yeke heye, çimkî ez alîkariyê didim merivên din û mizgîniyê bela dikim. Çaxê ez meriyara mizgîniyê bela dikim, çetinayên min sivik dibin, çimkî Yehowa çawa ku soz dabû, wedê çetinaya me qewî dike. Wek Pawlosê şandî, ez bi rastî dikarim bêjim: ‘Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min’” (Fîlîpî 4:13).

ÇAXÊ MERIVÊN XWEYE NÊZÎK UNDA DIKIN

Mêrekî bi navê Antonyo dibêje: “Bavê min arxayîn rêra derbaz dibû, û nişkêva kete qeziyê. Pêşiyê min ev yek qe bawer nedikir. Ew weke 5 roja komayêda bû, û min nikaribû alîkarî bidayê. Û xilaziyê bavê min mir. Min xwe digirt, seva ku ber diya xwe negirîm, lê çaxê ez tenê dimam, ez kele-kel digiriyam. Û min pirs dida xwe: ‘Gelo çima? Çima?’

“Nava wan rojên çetinda, min reca Yehowa dikir ku edilayê bide min û alî min bike xwe bigirim. Usa dilê min hêdî-hêdî hêsa dibû. Giliyê ji Kitêba Pîroz diketine bîra min, ku herkes ji me dikare rastî ‘qewimandinên’ xirab bê. Ez zanim ku Xwedê xweyê sozê xwe ye, lema jî bawer dikim ku ew wê bavê min dîsa vegerîne jîyînê” (Waîz 9:11; Yûhenna 11:25; Tîto 1:2).

“Rast e ji bo ketina teyarê me kurê xwe unda kir, lê emê tu car unda nekin bîranînê derheqa wî” Robêrt.

Robêrt jî, derheqa kîjanî ku me pêşda xeber dida, fikirên vî cûreyî dibêje: “Çaxê min tevî jina xwe Marîbêl, Yehowara dua dikir, me edilaya Xwedê li ser xwe texmîn dikir, ku ji her hiş-aqilî derbaztir e. Derheqa vê yekê tê gotinê di Fîlîpî 4:6, 7-da. Ev edilayî ku kete dilê me, qewat da me wekî di têlêvîziyonêda xeber din derheqa baweriya xwe hindava saxkirinê. Rast e ji bo ketina teyarê me kurê xwe unda kir, lê emê tu car unda nekin bîranînê derheqa wî. Em timê dîna xwe didine wan weda.

“Xûşk-birên civatê gotine me ku wana em têlêviziyonêda dîtin, wekî ça me arxayîn derheqa baweriya xwe gilî dikir. Me got ku ev hemû tişt bi saya duakirina geleka bû, yên ku derheqa halxweşiya me dua dikirin. Ez bi rastî jî bawer dikim, ku Yehowa piştgiriya me dikir bi saya gelek nema ku mera dişandin û berdilî didane me”.

Ji meselên jorê gotî, tê kifşê ku Xwedê dikare berdiliyê bide meriya, yên ku rastî cûre-cûre çetinaya û qeziya tên. Lê tu evê yekê bawer dikî? Firqî tune tu rastî çi çetinaya bêy, bizanibe tu dikarî berdiliyê bistînî û Xwedê wê wedê çetinaya alî te bike. * Lema jî wê baş be ku em ji Yehowa alîkariyê bixwazin. Çimkî ew “Xwedêyê hemû berdiliyê” ye (2 Korintî 1:3).

^ abz. 5 Hine nav di vê gotarêda hatine guhastinê.

^ abz. 23 Hergê hûn dixwazin hê nêzîkî Xwedê bin û berdiliyê bistînin, ji kerema xwe têklî bin tevî Şedên Yehowa yên ku mihala weda nin, yan jî fîlîala wanra nema binivîsin.