Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN | DAWID

Eva Şerê Yehowa ye

Eva Şerê Yehowa ye

DAWID fem nake, çima esker leze-lez virda-wêda diçin tên. Tirseke mezin wana girtibû, gava ewana ji meydana şer direviyan. Gelo ewana ji çi usa tirsiyan? Dawid dibeke dibihîst ku çawa ewana bi lerizandinê gilîk digotin. Ev navê mêrikekî bû. Ev mêrik li deştê sekinî bû, û dihate kifşê ku ew ji hemû merivên din bilindtir e. Dawid emirê xweda merivê usa bilind nedîtibû.

Navê wî Golyat bû! Niha îda Dawid fem kir, ku çima tirseke usa ketibû ser eskera. Ne ev meriv bêhesab bilind bû. Hela hê bêy kincxwekirina wîye eskeriyê jî, giraniya wî dibeke ji du merivên qalim, zêdetir bûya. Golyat gelek çekên eskeriyê tev xwe hilda. Ew, eskerekî gelek qewî û cêribandî bû. Golyat gazî eskerên Îsraêlî dikir, ku kesek ji wana bê tevî wî şer ke. De bide ber çevê xwe, ça ew bi dengê xweyî bilind qerfa eskerên Îsraêlî û padşê wan Şawûl dike! (1 Samûyêl 17:4-10).

Ziravê Îsraêliya û Şawûl padşa, qetiya. Çawa ku Dawid pêhesiya, ew derece îda mehek zêdetir dikişand! Him ordiya Filistiya û him jî ordiya Îsraêliya nikaribûn evê derecê safî kin. Çimkî Golyat, roj bi roj derdiket qerfê Îsraêliya dikir û gazî dikir ser şer. Dawid berxwe ket. Çiqas şerm e, ku tirseke usa mezin ketibû ser padşê Îsraêlê, eskerên wî, usa jî sê birên Dawidî mezin! Ber çevê Dawid, ew Golyat ne ku tenê Îsraêliya bêhurmet dikir; ewî Xwedayê wan dêmek Yehowa, bêhurmet dikir! Gelo Dawid çi dikaribû bikira, ne ev hela hê cahil bû? Lê rastî baweriya wî hebû û ji wê yekê em îro dikarin gelek tişt hîn bin (1 Samûyêl 17:11-14).

DAWID HATE KIFŞKIRINÊ ÇAWA PADŞA

Werên em niha derbazî ser wê derecê bin, yê ku ji derecê jorê gotî çend meh pêşda qewimî. Terî dikete erdê û Dawid nêzîkî tepê Beytlehmê, ber pezên bavê xwe bû. Ew xortekî berbiçev bû, û hela hê 20 salî jî nîbû. Ew yekî sûretsor û çevbedew bû. Çaxê wedê wî hebû, ewî çengê dixist. Ew hêlan dibû derheqa efirînên Xwedê bistirê. Ewî gelek wede çengê dixist û çiqas diçû, ew dibû çengvanê cêribandî. Lê wê êvarê, çaxê terî kete erdê, bavê wî gazî wî kir cem xwe (1 Samûyêl 16:12).

Çaxê ew hat cem Bavê xwe, dêmek Yêşa, ewî dît ku bavê wî tevî kalemêrekî xeber dide. Ew kalemêr Samûyêl bû, pêxemberekî amin. Yehowa ew şand mala Yêşa, seva ku ew kurekî wî rûn ke, seva ku paşê ew bibe padşê Îsraêlê! Samûyêl îda heft kurên Yêşayî mezin dîtin. Lê Yehowa Samûyêlra eyan kir, wekî Ewî tu kes ji wana nejibart. Çaxê Dawid hat, Yehowa gote Samûyêl: “Wî rûn ke, çimkî ewê bibe padşa!” Ber çevê hemû birên Dawid, Samûyêl boriya biçûk derxist, ya ku bi rûnê mexsûs tije bû, û hinek berî ser serê wî da. Paşî wê rûnkirinê jîyîna Dawid îda ne mîna berê bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Hingêda ruhê Yahowa tevî Dawid bû” (1 Samûyêl 16:1, 5-13).

Dawid bi milûktî pesnê Yehowa da, çimkî bi saya wî ewî karibû terevila bikuje

Lê dibe ku niha Dawid bixwaze tiştekî bike, seva evê padşatiyê zû hilde destê xwe? Na. Ew hazir bû hîviyê be, heta ku rûhê Yehowa rêberiya wî bike û wîra eyan ke, wekî çi çax ew gerekê evê cabdariyê hilde ser xwe. Lema jî ewî xwera berdewam dikir bi milûktiyê şixulê şivantiyê bike. Ewî pêda xwe tesmîlî vî şixulî dikir û bi mêrxasiyê diqedand. Mesele du cara ewî pezên bavê xwe ji şêr û hirç xilaz kir. Dawid ne ku berî van terevila dida ku nêzîkî pêz nebin. Lê van dereceda ewî xwexa tevî wan şer kir û kuşt, seva pezên bavê xwe xilaz ke! (1 Samûyêl 17:34-36; Îşaya 31:4).

Hine wede şûnda merivekî gazî Dawid kir. Ew Şawûl Padşa bû. Xeberdana derheqa Dawid, îda gihîştibû heta Şawûl jî. Rast e Şawûl eskerê qewî bû, lê ewî qebûlkirina Yehowa unda kiribû, çimkî guh nedida rêberiya Xwedê. Yehowa ruhê xwe ji Şawûl hildabû, lema Şawûl carna tevîhev dibû, him bi hêrsê û zulmiyê tije dibû. Çaxê Şawûl hêrs diket, tenê tiştekî dikaribû ew hêsa kira. Ev miqam bû. Hine berdestiyên Şawûl pêhesiyan, ku Dawid çengvanekî baş bû û xortekî mêrxas. Lema jî Dawid hate teglîfkirinê li qesira Şawûl, û wê derê ma, ça çengvanekî baş û çekdarê Şawûl (1 Samûyêl 15:26-29; 16:14-23).

Cahil dikarin gelek tişt hîn bin ji baweriya Dawid. Dîna xwe bidin ku çaxê wedê wî hebû, ew nêzîkî Yehowa dibû. Xêncî wê yekê, ew bi sebir feresetên usa nav xweda pêşda dianî, çi ku kêrhatî bûn û bi saya wan, ew xebathiz dibû. Heyneser, ewî dihîşt ku ruhê Yehowa rêberiya wî bike. Bi rastî jî seva me gişka, ew meseleke baş e! (Waîz 12:1).

“BIRA DILÊ TU KESÎ BER WÎ MERIVÎ NELERIZE”

Çaxê Dawid li qesira Şawûlda xizmet dikir, ew usa jî gelek cara vedigeriya mal, seva şivantiyê bike. Û hine cara ew wê derê gelek wede dima. Ev wî çaxî bû, gava Yêşa, Dawid şand wekî ew serîkî birên xweyî mezin xe, yên ku di ordiya Şawûlda xizmet dikirin. Dawid gura bavê xwe kir û birên xwera xwarin bir. Ewana li tepê Deşta Elayêda cîwar bibûn. Çaxê Dawid gihîşte vî ciyî, ew gelek ecêbmayî ma gava dît ku du ordî sekinîne û nikarin şer safî kin, çawa ku jorê hatibû gotinê. Ordîk li alîkî tepe sekinîbû, ordiya din jî aliyê din himberî wan. Û navbera wan jî deşt bû (1 Samûyêl 17:1-3, 15-19).

Dawid ji vê derecê netirsiya. Ewî fem nedikir ku çima ordiya Îsraêliya gerekê ji wî merivî bitirsin û birevin, ne tevî wan Xwedayê sax bû? Xêncî wê yekê ev Golyat, Yehowa bêhurmet dikir. Lema jî Dawid nêzîkî eskera bû û wanara got ku dixwaze xwexa tevî Golyat şer ke. Hingê birê Dawidî mezin, Elyab, giliyê Dawid bihîst. Hêrsa wî rabû ser Dawid û ewî Dawidra da kifşê, wekî ew îşê wî nîne. Lê Dawid caba wî da: “Min çi xirab got? Min tenê pirs kir!” Hingê Dawid yekî dinra jî got, ku dixwaze tevî Golyat şer ke. Giliyên Dawid gihîştine heta Şawûl. Lema jî ewî ferman da, ku Dawid bînin cem (1 Samûyel 17:23-31).

Dawid derheqa Golyat, giliyên usa gote padşê: “Bira dilê tu kesî ber wî merivî nelerize”. Bi rastî jî dilê Şawûl û eskerên wî ber Golyat lerizîn. Wana şaşî berda ku xwe beramberî vî merivî kirin, û ditirsiyan çaxê difikirîn ku ewana qe nîvê bejna wî jî nînin. Wana îda dida ber çevê xwe ku Golyatê terikî, wê hêsa wana alt ke. Lê Dawid usa nedifikirî. Ewî li ser vê derecê bi cûrekî mayîn dinihêrî. Lema jî ev hazir bû xwexa tevî Golyat şer ke (1 Samûyêl 17:32).

Şawûl tevî wî qayîl nebû: “Tu nikarî himberî wî Filîstî derkevî û tevî wî şer kî. Ne tu hê gelek cahil î. Lê ew cahiltiya xweda esker e”. Gelo bi rastî Dawid haqas cahil bû? Na. Şawûl dixwest bigota ku Dawid he gelek cahil bû, seva ku derkeve şer. Ewî tirê xûna Dawid dikele, û ew cahil e, lema ser vê derecê usa dinihêre. Lê Dawid weke 20 salî bû, û îda eyan bû ça gulaşgirekî mêrxas (1 Samûyêl 16:18; 17:33).

Dawid, Şawûl da bawerkirinê û kire bîra wî, ku çawa ewî tevî şêr û hirç şer kiribû. Dibe ku Dawid bi vê yekê xwe qure dikir? Na. Dawid zanibû ku bi saya kê ewî karibû wan terevila bikuje. Ewî got: “Yehowa ku min ji destê şêr û hirçê xilaz kiriye, wê ji destê vî Filîstî jî min xilaz bike”. Axiriyêda Şawûl qayîl bû û got: “Here û bila Yehowa tevî te be” (1 Samûyêl 17:37).

Dibeke hûn jî dixwazin ku baweriya we mîna ya Dawid usa qewî be. Hela bifikirin, çira Dawid usa bawer bû? Zanebûna derheqa Xwedê û ew tiştên ku tevî wî qewimîn, baweriya wî hindava Xwedê qewî kirin. Ewî rind Yehowa nas kir, mesele ku ew Xweyê sozên xwe ye û ku xizmetkarên xwe diparêze. Lema jî seva ku baweriya me jî usa qewî be, em gerekê berdewam kin bi saya Nivîsarên Pîroz, Xwedê rind nas kin. Û çaxê em bijîn li gora wê yekê çi ku pêdihesin, emê bivînin ku baweriya me jî qewî dibe (Îbranî 11:1).

“ÎRO YEHOWA WÊ TE BIDE DESTÊ MIN”

Pêşiyê, Şawûl kincên xweye eskeriyê li Dawid kir. Ew kinc mîna kincên Golyat bûn, yên ku ji tûnc çêkirî bûn û usa jî dibeke zirxek jî dayê. Dawid destpêkir bi van kinca hinekî rê here, lê seva wî ev ça barekî giran bûn, û wîra çetin bû. Ne ew esker nîbû û hînî kincên usa nehatibû. Him jî Şawûl nav cimeta Îsraêlda, mêrekî ji hemûşka bilindtir bû û lema kincên wî Dawidra mezin bûn (1 Samûyêl 9:2). Dawid ev kinc ji xwe êxistin, kincên xwe li xwe kir, û tiştên şivantiyê hilda (1 Samûyêl 17:38-40).

Dawid şiva xweye şivantiyê hilda, çentê xweyî biçûk û şidan (kevirkan). Usa dihate kifşê ku tenê kevirkan bes nîne, lê bi rastî ew haceteke qewî bû. Ev kevirkan bi cûrê torbe biçûk bû, ya ku du aliyava bi du togên çermî dişidandin. Ev haceteke qewî bû seva şivan. Ewî gerekê kevir bikira vî torbeyî, li ser serê xwera qayîm biziviranda, paşê ewî gerekê togek berda û kevir bavîta. Ev hacet gelek kêrhatî bû. Carna nav ordiyên eskera jî hebûn merivên usa, ku bi kevira şer dikirin.

Dawid îda hazir bû rastî dijminê xwe bê. Em dikarin bidine ber çevê xwe, ku çawa Dawid nêzîkî çemê ziha dibe deştêda, pênc kevirên pen hildide û Yehowara bi dil û can dua dike. Paşê ev leze-lez diçe li meydana şêr!

Le gelo Golyat çi fikirî, gava dît ku Dawidê cahil tê pêşiya wî? “Ewî ew ber tu tiştî hesab nekir”. Golyat got: “Çira ez kûçik im wekî tu pê şivê têy ser min?” Golyat destê Dawidda şiv dît, lê dibe ku ewî dîna xwe neda kevirkana wî. Ewî bi navê xwedanên xweye Filistî, nifira Dawid kir, û sond xwer ku wê ciniyazê wî bike para teyrede û terevila (1 Samûyêl 17:41-44).

Bide hesabê xwe ku çawa xortê cahil bi dengê bilind Golyatra dibêje: “Tu pê şûr, rim û tîrê xwe têy ser min, lê ez bi navê Yehowa Xudanê ordiya, Xudanê rêzên eskerên Îsraêlê, kîjana ku te behurmet dikir, têm ser te”. Heta roja îroyîn, ev caba Dawid eyan dike, ku baweriya wîye mezin hebû. Çimkî seva wî qewat û çekên meriya, himberî Xwedê tu tişt nîbûn. Golyat, bêhurmet dikir Yehowa, û Yehowa wê caba wî bida. Çawa ku Dawid got, “ev şera Yehowa ye” (1 Samûyêl 17:45-47).

Dawid kor nîbû û didît ku Golyat û çekên wî pir mezin in. Lê ewî nehîşt ku ev tişt wî bitirsînin û ew bilerize. Ewî mîna Şawûl û eskerên wî, şaşiya usa berneda, dêmek netirsiya. Dawid xwe beramberî Golyat nekir. Dewsê ewî li ser Golyat bi çevê Yehowa dinihêrî. Rast e bilindaya Golyat 2.9 mêtr bû, û ew ji hemû merivên din zef bilindtir bû, lê himberî Xwedêyê Himzor bilindaya wî, tu tişt nîbû. Belê, himberî Xwedê, Golyat mîna kêzikekê bû, û Yehowa wê ew kuta kira.

Dawid bi leze-lez berbi dijminê xwe diçe, û ji çentê xwe kevir derdixe. Ewî kevirkana xwe hazir dike, û li ser serê xwera qayîm dizivirîne. Wî çaxî Golyat jî tevî çekdarê xwe, pêşda tê. Ji bo bilindaya Golyat, çekdarê wîyî nimiz, nikaribû mertal êpêce bilind kira, seva ku Golyat bikaribe serê xwe biparêze. Ne hema nêta Dawid jî ew bû (1 Samûyêl 17:41).

Dawid dît ku hela hê Golyatê terikî jî, himberî Yehowa Xwedê tu tişt nîne

De îjar Dawid kevir avît. Bidine ber çevê xwe ku çawa dengê gişka seqirî, çaxê kevir difiriya. Bê şik Yehowa usa kir, ku Dawidra kevirê din îda lazim nehatin. Kevir raste-rast eniya Golyat ket. Hingê Golyatê terikî deverû kete ser erdê! Dibe ku zi-ravê çekdarê wî qetiya. Dawid nêzîkî Golyat bû, şûrê wî hilda û serê wî jêkir (1 Samûyêl 17:48-51).

Axiriyêda, Şawûl eskerên xweva, bi mêrxasiyê tije bûn. Bi qûjîniya bilind, ewana revîne ser Fi-listiyana. Şer hema usa xilaz bû, çawa ku Dawid gotibû Golyat: “Yehowa we gişka, wê bike destê me” (1 Samûyêl 17:47, 52, 53).

Roja îroyîn xizmetkarên Xwedê nakevine şerên usa. Çimkî ew wede îda derbaz bûye (Metta 26:52). Lê yeke em gerekê çev bidine baweriya Dawid. Anegorî Dawid, Yehowa seva me jî gerekê zêndî be. Dêmek em gerekê tenê wî bihe-bînin û ji wî bitirsin. Carna çetinayên me, seva me dikarin zef mezin bêne kifşê, lê himberî qewata Yehowa ev gelek biçûk in. Hergê em Yehowa dijbêrin wek Xwedayê xwe, û baweriya xwe wî tînin mîna Dawid, hingê tu çetinayî û cêribandin wê me netirsînin. Çimkî qewata Yehowa digihîje hemû tiştî!